Ji bo pirtûka Nagîhan Akarsel a bi navê “Nîsan” roja îmzeyê hate lidarxistin

Ji bo pirtûka Nagîhan Akarsel a bi navê “Nîsan” ku ji helbestên wê pêk tê, li Amedê ji aliyê Atolyeya Jineolojiyê ve roja îmzeyê hate lidarxistin. Pirtûk ji aliyê Ceylan Akça Cupolo û Berîvan Bahçecî ve hate îmze kir.

Amed- Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê rojnameger-nivîskar Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Herêma Federe ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê hatibû qetilkirin. Ji bo pirtûka Nagîhanê ya bi navê “Nîsan” ku ji helbestên wê pêk tê, li Amedê roja îmzeyê ji hêla Atolyeya Jineolojiyê ve li Navenda Çandê ya Dicle Firatê hat lidarxistin.

Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ceylan Akça Cupolo, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray, Meclîsa Jinan a DBP’ê û Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Wêjekarên Kurd beşdarî bernameyê bûn.

‘Em li ser şopa jinên têkoşer dimeşîn’

Di bernameyê de parlamenter Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku bi rêya qetilkirina hevalên jin dixwazin peyamek bidin û wiha axivî: "Em dema li dîroka jinên kurd, kurdistan û kurdan dinêrin her tim hevalek me hatiye qetilkirin, lê her roj jî ji bo me bûye roja berxwedanê. Di dîroka Dewleta Tirk de her tim qetilkirina kurdan heye. Lê Gelê Kurd û jinên kurd jî her tim bi berxwedan û têkoşînê di dîrokê de cih girtin. Em li ser şopa jinên têkoşer dimeşîn. Em her roja ku derbas dibe bêtir têkoşîna xwe mezin bikin. Me mîrateya hevalên xwe girtiye."

Ceylan Akça Cupolo û Berîvan Bahçecî pirtûka Nagîhanê îmze kir.