Ji bo parastina çanda Kurdî zarokan hînî muzîkên folklorî dikin

Mamosteya dibistana Şehîd Niwêla ya zarokan, Civîn Xelîl behsa dibistana muzîkê ya Şehîd Niwêla ku lê zarokan hînî hemû amûrên muzîkê dikin dike û dibêje: “Armanca me bi vekirina dibistanê, parastina folklora Kurdî ye.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Folklora Kurdî kevneşopiyeke dewlemend û cihêreng e ku ji dewlemendiya Rojhilata Navîn e. Di çanda Kurdî de gelek çîrok, stran û adetên heyî tên parastin. Ev çîrok gelek caran bi muzîk û dîlana kevneşopî ya Kurdî tên û ji bo hînkirina waneyên exlaqî û parastina mîrata çandî ya gelê Kurd tên bikaranîn. Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dibistana Şehîd Niwêla, perwerdeyên muzîkê ji bo zarokan dide da ku çand û hunera Kurdî biparêzin. Mamosteya dibistana Şehîd Niwêla, Civîn Xelîl behsa dibistana zarokan ji ajansa me re kir.

Dibistan 5 sal in perwerde dide zarokan

Civîn Xelîl behsa armancên wan bi vekirina dibistanê û zehmetiyên hatine kişandin kir û got: “Dibistana muzîkê ya Şehîd Niwêla nêzî 5 sal in me vekiriye û perwerde lê tê dayîn ji bo zarokan. Armanca me ji vekirina dibistanê ji bo zarokan ku li ser hunera xwe ya Kurdî mezin bibin û parastina folklora Kurdî bikin. Hinek zarok in bi temenekî biçûk hatin dibistanê, li vir mezin bûn û îro danasîna hunerê dikin. Ger zarok li ser çand û hunereke baş mezin bibin, di pêşerojê de dikarin hunerê biparêzin. Zehmetiyên ku di destpêkê de hatin kişandin dîtina mamosteyan bû. Mamosteyên zana zû bi zû nehatin peydakirin lewma me girîngî da nivîsandina notayan. Heta me bernameya muzîkê jî nivîsand bi xwe re zehmetî ava kir. Di heman demê de zehmetî ji aliyê komkirina zarokan û anîna zarokan di disiplînê de jî zehmetî çêbûn.”

45 zarok hînî muzîka folklorî dibin

Civîn Xelîl bal kişand ser amûrên ku di dibistanê de dibînin û wiha domand: “Ev dibistan girêdayî Çand û Hunera Hîlala Zêrîn e. Di navenda Hîlala Zêrîn de cihê muzîkê ji bo zarokan hatine çêkirin, perwerde hat birêxistinkirin û di navendê de dem ji bo wan hatiye veqetandin. Amûrên muzîkê yên ku hîn dibin mîna gîtar, tembûr, keman, erbane, amûrên rîtim û def in. Di heman wextê de beşa şano û wênexêziyê jî hîn dibin. Niha nêzî 45 zarok hînî muzîkê dibin. Dema xwendina dibistanê hebe, zarok kêm tên lê dema dibe betlane hejmara me zêdetir dibe. Armanca me bi perwerdekirina zarokan parastina folklora Kurdî ye. Di heman demê de daxwaza me ya bingehîn ew e ku em parastina folklora Kurdî bikin. Em ji bo ku nifşên nû hînî çand û hunera Kurdî ya resen bikin, wan hînî hemû beşan dikin.”

‘Zarok pêşeroja welatên me ne’

Civîn Xelîl diyar kir ku zarok nêzî 3 sal in beşdarî mîhrîcanan dibin û hêviya serkeftinê ji wan re xwest û wiha bi dawî kir: “Zarokên ku hînî çand û hunera xwe ya resen dibin, 3 sal in bi awayekî fermî weke kom beşdarî mîhrîcana zarokan dibin. Beriya demekê me ji wan re konser organîze kir. Her wiha ji bo keda ku didin me spasname da wan. Ji bo van zarokan hêviyeke min a mezin heye, ji ber ku ew pêşeroja welatên me ne û serkeftineke mezin ji bo van zarokan dixwazim. Di heman wextê de ji bo xurt bibin, gavên mezin bavêjin û çanda xwe ya Kurdî biparêzin her zarokeke ku ji vir derbikeve bila bibe mamoste ez vê hêviyê bi wan zarokan re jî dibînim.”