Ji bo parastina çand û hunera Kurdî fêrî muzîkên folklorî dibin

Berdevka koma Saz û Awaz Nûpelda Hisên diyar kir ku ew fêrî hemû stranên folklorî û amûrên muzîkê dibin û got: “Armanca me ew e em nehêlin çand û hunera Kurdî winda bibe.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Folklora Kurdî kevneşopiyeke dewlemend e nifş bi nifş berdewam kiriye li herêma Rojhilata Navîn. Di nava xwe de gelek çîrok, stran û kevneşopiyên ku di çanda Kurdî de hene diparêze. Li Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma Saz û Awaz hatiye avakirin. Di komê de jin û xortên ciwan hînî stranên folklorî û amûrên muzîkê dibin û çand û hunera Kurdî diparêzin. Berdevka koma Saz û Awaz Nûpelda Hisên ji ajansa me re axivî.  

‘Ji bo parastina mîrateya Kurdî kom hat avakirin’

Nûpelda Hisên behsa armancên vekirina komê û zehmetiyên jiyane kir û got: “Koma me ya Saz û Awaz ji destpêka sala 2018’an ve hatiye avakirin. Armanca me bi vekirina vê komê ew e ku em çand û hunera Kurdî biparêzin û tu car winda nebe. Di destpêkê de gelek zehmetî hatin kişandin ji ber ku bi temenekî biçûk em tevli vê komê bûn hinek malbatên me nedihiştin em werin saziyên çand û hunerê.”

‘Ji bo serkeftinê divê em çanda xwe biparêzin’

Nûpelda Hisên diyar kir ku tevli gelek mihrîcan û şahiyan bûne, daxwaza parastina çanda Kurdî kirine û wiha bi dawî kir: “Koma me derketiye gelek şahî û mihrîcanan, di gelek pêşbaziyan de em bi ser ketin û hatin xelatkirin her wiha tevli şahiyên cejna Newrozê, 15’Tebaxê û 19’Tîrmehê bûn. Hinek stranên me û awazên wan yên mamoste Riswan Dêrik in û hinek jê gotin ên bavê Ferhad in û awaz ên Mamoste Ridwan Dêrik in. Weke jinên Kurd divê em fêrî çanda xwe bibin, biparêzin da ku em bi ser bikevin.”