Ji bo neviyên xwe ji orlon cilan çêdike û wan jî hîn dike

Emîne Ebdo yek ji wan jinan e ku bi çêkirina cilên bi şîşikê yên orlon hewl dide çanda kevnar biparêze û li ber gelek kesan hîn bike.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Heleb – Çêkirina bi şîşikê ya cilên orlon yek ji hunerên kevn e lê heya roja me ev huner hatiye parastin û gelek kes, bi şîşikan, qazax, êleg, gore papik û hwd. çêdikin. Di roja îro de jî gelek kes tiştên ku bi şîşikan çêdikin ji bo debara xwe difiroşin. Ev hunera ku ji keda destan e, hê jî eleqeyek mezin dibîne û her diçe nirxa wan zêdetir dibe.

Emîna Ebdo ya 70 salî ku ji kantona Efrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û piştî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve Efrîn hat dagirkirin koçî taxa Şêx Meqsûda Helebê bû, niha li wir dijî. Emîne Ebdo ya yek ji jinên Efrînî ye ku dilê wê ji bo vegera Efrînek azad lê dide, bi qasî jiyana xwe ya heftê salan niha jî ji bo parastina çanda xwe ya kevnar têdikoşe. Emîne Ebdo dibêje ku wê di zarokatiya xwe de ji pişeya dirûtinê hez kiriye û wiha dest bi karê xwe kiriye, anî ziman ku bi demê re ew fêrî tevna hirî bûye.

Emîne Ebdo wiha qala vê karê dike: “Piştî ku em ji bajarê Efrînê koçî bajarê Helebê bûn, min tayê orlon kirî û dest pê kir. Tevlibûna jinên taxê pir zêde bû lê piştî ku ez pîr bûm êdî nekaribûm ji zêde vî karî bikim û gelek kesan hîn bikim, niha tenê ji bo neviyên xwe û keçên xwe çêdikim.”

‘Divê çanda hunerên destan were parastin’

Emîne Ebdo ya dibêje ku çêkirina bi şîşikê karekî pir xweş e, destnîşan kir ku pîşeyên destan bi hev ve girêdayî ne û wiha got: “Ez gelek pîşeyên destan ên ku çanda me û reseniyê îfade dikin xwedî derketim û divê em wek mirovên temenê wan mezin çand û mîrata xwe biparêzin, di nava nifşên paşerojê de belav bikin da ku bimînin.”

Emîna Ebdo anî ziman ku çand û mîrate bi destên jinan tên parastina û digihîjin pêşerojê, li hemû jinan banga xwedîderkertina li çand û mîrateya kevnar kir û wiha got: “Ez hewl didim vê çandê  hîn li be gelek kesan hîn bikim û biparêzim.”