"Ji ber fikir û ramanên di romana xwe de rastî êrîşan hatim"

Nivîskara Tûnisî Besma El-Decbî anî ziman ku wê qet texmîn nedikir ji ber romana wê ya bi navê "Siya rastiyê" ku tê de behsa şîdeta li hemberî jinên temenê wan biçûk dike, rastî êrîşan were û wiha got: "Ez ji ber berteka li hemberî xwe ku gihîşt asteke wisa henekên xwe bi rewşa min a astengdar bikin, şok bûm. Romana min polîsî ye, bi riya wê min hewl da behsa diyardeyeke xeternak bikim û tabûyên qedexekirî yên di civakeke baviksalar de bişkînim."

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Nivîskara Tûnisî Besma El-Decbî ji ber romana xwe ya bi navê "Zil El-Heqîqa" (Siya Rastiyê) ku aîdê edebiyata polîsî ye, tê de herî zêde behsa şîdeta li dijî jinên temenê wan biçûk dike û navê deverek tê de diyar kiribû, ji aliyê gelê wê deverê ve rastî êrîşan hat. Di hevpeyvîneke taybet de ji ajansa me re Besma diyar kir ku ew ne poşman e edebiyata polîsî hilbijartiye da ku behsa dozeke girêdayî Ereb û Tûnisiyan bike.
Besma ku nêzî 3 sal berê dest bi nivîsandina romanan kiriye û romana wê ya yekemîn "El-Raqîdûn Fewq El-Turab" (Yên ku li erdê radizên), ya duyemîn "Zil El-Heqîqa" (Siya rastiyê) ye, bang li kesên ku êrîsî wê kirine kir û ji wan xwest ku beriya êrîş bikin romanê bixwînin û jê fêm bikin û wiha pê de çû: "Rast e ez jineke astengdar im lê nayê wê wateyê ku ji min re nivîsandin û îfadekirin qedexe ye."
Tu îsal bi romana polîsî ya bi navê "Siya rastiyê" beşdarî pêşangeha pirtûkan bûyî. Tu dikarî ji me re behsa fikra romanê û tiştên ku te tê de behs kiriye bikî?
Dewreya 36'emîn a Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Tûnisê derfeteke hêja bû ku ez bi romana xwe ya duyemîn "Zil El-Heqîqa" (Siya rastiyê) ku ji aliyê Dar El-Beşîr bo çand û zanistê hatiye çapkirin, beşdarî çalakiyên wê bibim. Di vê romanê de ez behsa diyardeya tundiya li dijî jinên temenê wan biçûk û îstîsmara aborî û civakî ya ku li ser wan tê kirin, dikim.
Romana te di nav xelkê devera ku te di nav romana xwe de navê wê diyar kiribû de gengeşî çêkir. Tu vê yekê çawa rave dikî?
Min di romana xwe de navê devereke ku li parêzgeha Binzirt dikeve, diyar kiriye lê ez ji êrîşa gelê wê deverê li ser romanê bi sedema ku çima min navê deverê di romana xwe de nîvisandiye, matmayî mam. Ez baş dizanim ku van kesan romana min nexwendine û tevî vê yekê jî îdia dikin ku min di romana xwe de tiştên nebaş der barê jinên wê deverê de nivîsandine. Her wiha êrîşên wan gihîştin asta ku henekê xwe bi rewşa min a astengdar bikin.
Armanca min bi nivîsandina navên navçe û parêzgehên Tûnisê yên rasteqîn di romanên min de, diyarkirina rastiya bûyerê û nêzîkbûna wê ji pirsgirêkên hemwelatiyên Tûnisî ye. Nemaze der barê mijareke hestiyar de wekî tundiya li dijî jinên temenê wan biçûk. Ev mijar ne tenê di romanek de hatiye nivîsandin lê di televîzyonê û di gelek cihên din de jî li ser hatiye nîqaşkirin û ew ne pêşniyarek nû ye, wekî ku hinek kes difikirin. Her wiha ji min re hat gotin ku hin kesan gilî kirine û daxwaz kirine ku romana min ji pêşangehê bê derxistin.
Weke jineke astengdar dewletê piştgirî da te û te weke nivîskar teşwîq kir gelo?
Bi rastî min hewl da bi hin aliyên hukmî yên ku têkiliya wan bi piştgirîdayîna kesên astengdar heye re têkilî daynim lê qet bersiv ji wan nehat. Her çend hin rêxistinên sivîl pesnê romana min dan û soz dan ku ew ê propoxandaya romanên min bikin. Lê bi giştî ez wisa difikirim ku divê nivîskarên Tûnisî tiştekî ji dewletê hêvî nekin.
Tu rewşa nivîskarên jin li Tûnisê çawa dinirxînî?
Piştî ku min dest bi nivîsandinê kir, min dît ku di rastiya nivîskarên jin ên Tûnisî de guherîneke girîng heye. Ez nabêjim hejmara wan nêzî hejmara nivîskarên mêr e lê hebûna wan di vê navgîniyê de zêdetir xuya dike û delîlê vê yekê jî pirbûna xelatên edebî yên jinan e, ev bi tena serê xwe gaveke mezin e ji bo piştgirîdayîna nivîskarên jin.
Peyama te ji bo jinan, bi taybetî ji jinên ciwan ên nivîskar re çi ye?
Ez bi hêvî me ku hemû jinên dixwazin bikevin qada nivîsandinê xeyalên xwe pêk bînin û hewl bidin zêdetir xwe bi pêş bixin û bi hêvî me ku derdorên wan jî alîkariya wan bikin da ku xewnên xwe pêk bînin.
Tu ji rewşa jinên li Tûnisê razî yî? Ji bo hemû jinan xewnek te ya ku tu dixwazî pêk were heye?
Ez ê rast bibêjim rewşa me wek jinên Tûnisê ji rewşa jinên welatên din çêtir e, li gorî qanûnên parastina jinan lê bi giştî êdî pêwîstiya me bi ganûnan nemaye. Weke jin pêwîstiya me bi zagonên ku bi rastî li ser erdê tên bicihanîn ku parastina jinên gundî, jinên ku di kargehan de dixebitin, ciwan û zarokên, bikin heye.