Ji axê karên hunerî diafirînin
Kar û hunera bi keda destan ku li gorî herêm û neteweyan diguherin, bi derbasbûna sedsalan jî dimînin kûpên ji heriyê çêdibin jî xwedî çandeke kevnar in. Sara Bin Ehmed dibêje; “Em bi rêbaza kevin ku me ji pîr û kalên xwe wergirtiye ve girêdayî ne û naxwazin wan biguherînin an jî tu amûrên din li şûna wan bi kar bînin.
Kar û hunera bi keda destan ku li gorî herêm û neteweyan diguherin, bi derbasbûna sedsalan jî dimînin kûpên ji heriyê çêdibin jî xwedî çandeke kevnar in. Sara Bin Ehmed dibêje; “Em bi rêbaza kevin ku me ji pîr û kalên xwe wergirtiye ve girêdayî ne û naxwazin wan biguherînin an jî tu amûrên din li şûna wan bi kar bînin.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Li Sicnan, bajarekî dûr li gundewarê Bênzêrt ê Tûnisê, jin li hemberî germ, serma û hejariyê li ber xwe didin da ku mîrata herêmê bi çêkirina kûpên heriyê biparêzin
Sicnan bi bedewiya xwe, peravên qûmê, daristanên mezin û hebûna axê tê naskirin. Ev yek jî çêkirina kûpên ji heriyê li gel jinan hêsantir dike. Jinên temenê wan mezin di çêkirina kûpên heriyê de afrîneriyek mezin bi dest xistine û ew gihîştine tevahî cîhanê piştî ku UNESCO ew wek mîrata cîhanî hesiband, Tûnis jî bi vê pîşeyê derbasî nav lîsteya mîrateya çandî UNESCO’yê bû. Piştî derbasbûna bîst salan ew bi awayekî fermî di 20’ê Çileya 2018’an de hat tomarkirin
Jinên Sicnan bi hezkirin kûpên ji heriyê çêdikin. Ew ji gotina; "Dê dirava bav û kalan biçe lê pîşeya destan dê bimîne" bawer dikin.
Jinên paytexta Fexar li hemberî zehmetiyên jiyanê li ber xwe didin da ku "Kiwanîn" û "Ginyî" çêbikin.
Ajansa me bi gelek jinên ku di çêkirina kûpên heriyê de afrîner in hevpeyvîn kir.
Ez ji dayika xwe fêrî vê pîşeyê bûm û piştre min jê hez kir
Fadîla EL-Siêdenî ya 50 salî, dayika 3 zarokan e dibêje ku ew di zarokatiya xwe de ji dayika xwe fêrî çêkirina kûpên heriyê bûye û wiha didomîne: "Dema ku dayika min kûpên bi heriyê çêdikirin, di demên xwe yên vala de min alîkariya wê dikir ku ew jî pîşeyek jinên Sicnanê ye, ji dapîrên xwe fêr bûne. Ger ez rojekê karê xwe nedim meşandin ez hîs dikim ku tiştek ji min kêm e.
Bi demê re Fadîla EL-Siêdenî jêhatiya xwe veguherand çavkaniya debara xwe û malbata xwe. Der barê pirsa me ya pêvajoyên çêkirina kûpên ji heriyê de wiha dibêje; “Em axê tînin û du rojan dixin nav avê û piştre li cihekî ku hewaya wê baş be dihêlin ji bo ku zuha bibe û herî dawî dixin tenure. Em cureyek axa gewr ji çiya tînin da ku piştî çêkirina kûpan em wan boyax bikin ji bo ku neşikên. Di pêvajoya herî dawî de jî em wan kûpan bi çiqilên daran dişewitînin
Me ev pîşeji pîr û kalan girtiye
Sara Bin Ehmed a 55 salî, dayika pênc zarokan e dibêje ku ew ji dayika xwe fêr bûye. Sara di nav kûpên heriyê de hatiye dinyayê ku ew çavkaniya debara jiyana wan bûye. Pîşeya tekane ya jinan li vê herêmê, çêkirina kûpan û xemilandina wan e.
Der barê afrîneriya xwe de dibêje; “Em kewanînan çêdikin, ew jî ciheke ku komir dikeve navê da ku çay an goşt were çêkirin lê EL-Xinayî ew kulmek dorpêçkirî ye ku tê de nan tê çêkirin.”
Sara Bin Ehmed dibêje; “Em bi rêbaza kevin ku me ji pîr û kalên xwe wergirtiye ve girêdayî ne û naxwazin wan biguherînin an jî tu amûrên din li şûna wan bi kar bînin, ji ber ku karên me yên destan heya demeke dirêj bi me re dimîne.”
Ji bo firotina wan bi saetan li kolanan dimînin
Jinan diyar kir ku pîşekarên Sicnan gelekî dijwariyê dibînin, heta pir ji wan bi demijmêrên dirêj li kolanan dimînin da ku berhemên xwe bifroşin û diyar kirin ku ew beşdarî gelek pêşangehan bûne lê ev têrê nake ku mirov hêza pêşbaziyê di bihayan de bifikire. Gelek pirsgirêk di danasînê de derdikevin, di nav de veguhastina bo paytextê û bajarên Tûnisê ji bo nîşandanê berheman jî heye.
Debara jiyana me tenê bi çêkirina kûpên ji heriyê ye
Helîma Bin Ebdullah a 70 salî bûye 50 sal ku di vî warî de kar dike, ew ji dayika hevserê xwe fêrî vê pîşeyê bûye. Ew" EL-Sebih" ku dekora malê ye çêdike.
Ew çîroka westîna pîşeya wan ji anîna axê heya ku du rojan di nav avê de bimîne, heya ku wê hûr bike, amade bike, şekil bide û dû re jî bixe tenûrê vedibêje. Jixwe ev pîşe jî serbilindiya pîr û kalan e.
Me hişt ku çêkirina kûpên heriyê bigihîje tevahî cîhanê
Fatma EL-Siêdenî got ku afrîneriya jinan li Sicnanê bûye sedem ku karê wan wekî mîrateke cîhanî bikeve lîsteya UNESCO’yê, bi saya jinên ku bi salan e kar dikin ev pîşe ji çarçoveya xwecihî derbasî ya cîhanî bûye.
Fatma Siêdenî di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ew serê sibehê zû ji xew şiyar dibin û berê xwe didin çiyayên nêz ji bo ku axê kom bikin û piştre vedigerin malên xwe da ku amade bikin.