“Jêhatibûn dereng bimîne jî namire”
Hunera plastîk, ji bilî îfadekirina kêliyên kêfxweşî yan jî êşê, amûrek mayinde ye ji bo mirovan an jî bûyerên ku bandorê jiyana me dike ye.
NAZIHA BOUSSAIDI
Tûnis - Hunermenda plastîk Amina Bettaieb bi jêhatîbûna xwe piştrast kir û dereng bimîne jî namire û çêkirina şert û mercên guncav têra wê dikin ku bibe rastiyek berbiçav.
Hunera xêzkirin û bi hişmedîkirinê, bi gelemperî di hunermend de ji zarokatiyê ve derdikeve holê û jêhatî, bi tevlikirina zarok li dibistanek taybet an klûbek ku hunerên bi vî awayî re eleqeder dibe yan jî bi teşwîqkirina malbatê bi pêş dikeve û bi vî awayî bi wê mezin dibe. Meraqa xêzkirina li ser hêmanên cihêreng ên ku hunermenda plastîk hilbijartiyê wan li gorî xwesteka xwe biguhezîne, bi wan re kêliyên wekî şahî yan êşê îfade bike.
Dibe ku hunera wênesaziyê ji bo bîranîna bûyer an kesên ku min jê hez dikir, di nava wê de cihekî vê yê mezin hebe, mohra xwe li serdemeke dîrokî ya diyar de hiştiye û bi hêza kesayetiyê dihatin naskirin riyek be.
Amina Bettaieb wiha got: "Ez ji biçûkatiya xwe ve ji hunera plastîk hez dikim û min ji dersa hunera plastîk a dibistanê gelek hez dikir lê bavê min perwerdekarek e ku dixwest bala xwe bidim ser mijarên zanistî yên wekî bîrkarî, zanist û ziman. Hunera plastîk jî wekî mijarek duyemîn û ne girîng dihesiband û min ji dirûtinê jî pir hez dikir."
Amina Bettaieb diyar kir ku bi xwendin û piştre mamostehiyê re mijûl bûye, zewiciye û sê keç anîne dinyayê, demên xwe di navbera mezinkirina wan û mamostehiya zimanê Fransî de parve kiriye. Her wiha da zanîn ku di dema teqawidiya wê nêzîk bûye, hunermendek plastîk ku dijî bûye. Amina Bettaieb wiha axivî: "Gava dîroka teqawidbûnê nêzîk bû, ez fikirîm ku ji bo demên xwe tijî bikim, dikarim çi bikim, fikra min ew bû ku ez her roj dersên xêzkirinê bigrim û ji bo mala xwe di forma kulîlkan an hêmanên xwezayî de bixemilînim, tabloyan xêz bikim. Ji ber guherînen ku di mala xwe çêdikim, hilbijartina baş a rengan, bi xwe amadekirina perdeyan û dirûtina cilên xwe, hemû kesên li dora min dibêjin di hundirê te de hunermendek heye.”
“Wêneyên min li ser rûpelên malperên tora civakî belav bû”
Amina Bettaieb der barê lansmana rastî ya wêneyên xwe de wiha got: “Jêhatibûna min bi taybetî piştî şoreşa 2011’an bi hunera plastîk dest pê kir. Dema ku min karakterê Mihemed Al-Brahîmî xêz kir û li ser rûpela xwe ya taybet a"Facebookê” parve kir, gelek kesan eciband. Wêneyên min li ser rûpelên malperên tora civakî belav bûn û ji ber vê yekê her kesê ji ber tabloyên min, ez pîroz kirim."
Amina Bettaieb da zanîn ku şoreşê bandoreke mezin li ser derketina wênesaza di hundirê wê de jî kiriye, ji ber ku gefên Tûnis pê re rû bi rû dimîne, destkeftî û tirsa pêşerojê rolek di derketina gelek helbestvan, nivîskar û hunermendên plastîk de lîstiye.
Jin tabloyên wê kontrol dikin
Amina Bettaieb der barê eleqeya xêzkirina fîgurên jinan de wiha got: "Min nakokiya dayika Sultan ku dayika du qurbaniyên, min li parêzgeha Sidî Bûzîd winda kiribûn xêz kir, ji ber ku min gelek êşa wê kişand û tevî mezinbûna êş jî min ew jina bi hêz û bibiyar xêz kir.”
Peyama hunerê
Amina Bettaieb wiha got: "Hunera plastîk riyek e ji bo min wekî hobiyek ku ez di ciwaniya xwe de jê mehrûm mame, pêk bînim e. Tevî ku temanê min destûr dide piraniya dema xwe xerc bikim jî êdî niha ez sibehê demjimêr şeş heya nîvro dest bi xêzkirinê dikim.”
Amina Bettaieb der barê bihabûna tabloyên xwe û asta danasîna wan de jî, wiha got: "Xêzkirin demê min digre, ked didim, amûr gelek biha ne û carinan jî tune ne. Divê ez bi rêya hin kesan wan ji dervayî welay bînim. Wêneyên min bi rêya têkiliya mirovan a li ser Facebookê an jî bi hilbijartina wan a ji bo axaftina li ser karakter an jî ji bo bîranîna hefiza wê, di aliyê hûnerî û kalîteyê de yê naskirin.”
Hunermend Amina Bettaieb di dawiya axaftina xwe de dest nîşan kir ku ji ber ev hûner wek hemû hûnerên din ji bo jiyanê pêwîst e û ji bo parastina bîra neteweyî ya her welatekî pêwîst e divê ji hemû mirovan re were vêgotin.