Hunermenda Mexrîbî: Divê jin xwe ji koletiyê rizgar bikin

Hunermend Samira Anwar bi riya hunerê hest û êşên jinan vedibêje, bang li hemû jinan kir ku ji koletiyê û hukmên derdorê rizgar bibin û wiha got: “Jin parçeyek bingehîn a civakê ye.”

HANAN HARITE

Mexrib – Hunermend Samira Anwar destnîşan dike hunera şêwekariyê ji rêbazên herî pêşketiyê ku mijarên jinan li hemû cîhanî ronî dike û da zanîn ku ji bo jin mafên xwe di civakê de nasbikin divê xebat zêdetir bên kirin.

Di tabloyên hunermenda şêwekar Samira Anwar de kes û tiştên di rastiyê de hene nînin, lê ew hewil dide tiştên di bal û xeyalên wê de wergerîne şêwe, sembol û rengên cuda. Bi vî awayî tameşevan berhemên wê ji gelek aliyan ve dibîne û hemû kes li aliyê xwe tabloyê dibîne. Samira Anwar der barên gavên xwe yên destpêkê de wiha dibêje: “Min di ciwantiya xwe de destpêkir û ji ber min nakokiyên zêde jiyan dikir di pêvajoyeke zehmet de derbas bûm. Min li tiştekî digeriya ku enerjiya xwe vala bikim û min xwe di xêzkirinê de dît.”

‘Hestên xwe li ser tabloyan xêz dikim’

Samira Anwar têkildarî şert û mercên xebat dimeşîne wiha axivî: “Her hunermendek rewşeke taybet heye, ez ji rastiyê direvim xeyalan, lewra ez bi tenê li pêş tabloya xwe radiwestim û hemû bûyer û hestên ku ez di rasteqînê de nikarim vedibêjim, li ser tabloyan xêz dikim. Hestên bêzariyê û strêsê ji bo hunermend girîng e ku aqlê xwe tijî dike û xeyalê tevgerkirinê dikeve hundirê wê/wî ku hemû afrîneriyan li ser tabloyek vedibêje.”

Hestên xwe bi rêya tabloyên xwe vedibêj e

Samira Anwar der barê afrîneriya hunermenda jî wiha got: “Ev cureya hunerê nayê wateya ku hunermend afrîneriya xwe tenê di warê sembolîk de dîtbarî dike, lê bi vî awayî hestên xwe hundirîn derdibirîne ku temaşevan dikare bibîne hunermend çawa dikare taybetmendiyên kesayet û hestên xwe bike zimanekî hunerî ku tablo vedibêj e.”

Samira Anwar a hebûna jinê û mijarên jinê di tabloyên de nîşan dide, da zanîn ku hewil dide êşên jinan xêz bike û wiha got: “Ez hewil didim hest û êşên jinan wergerînim reng, xêz û sembolan, ev hemû jî nîşaneyên xwe taybet hene. Di hin tabloyan de difikirim ezê çavan dest nîşan dikim ku ew jî nîşaneya nêrîna civaka derdorî jinê  re ye ku riyên wê asteng dikin.”

‘Heta civak neguhere rewşa jinan jî baş nabe’

Samira Anwar têkildarî destkeftiyên jinan a di warê zagonî de jî wiha axivî: “Tevî ku jinên Mexribî gelek destkeftî bidestxistine jî, lê me tu guhertin di rasteqînê de nedîtin. Nîşanî hişmendiya civakî li Bakûrê Afrîqiya û Rojhilatî Navîn giştî dike ku jin weke milkê mêr dibîne. Heta ku di civakê fikrê baviksalarî hebe rewşa jinan baş nabe û desthilata baviksalarî û urf û adetên berê serwerin.”

Samira Anwar der barê mijarê huner çiqasî bi taybet jinên di rewşên civakî û aborî dijwar de jiyan dikin xizmeta mijarên jinan ên li Mexribê û Rojhilata Navîn dike de jî wiha axivî: “Hunera şêwekarî ji rêbazên herî baş yên derbirandina êşên jinan li hemû cîhanê ye ku mijarên jinan ronî dike, divê em weke hunermend kar bikin jinan bi mafên wan bidin nasîn.”

‘Ez hewl didim êşên jinan vebibêjim’

Huner karîneke hestî ya derbirandinê cîhanî ye, rewşa mirovan li her derê û bi hemû zimanan werdigerîne, ew rêbazeke afrînerî, têkoşînerî û mirovatî ye, êş, şahî û hestan vedibêj e. Samira Anwar têkildarî vê mijarê de wiha dibêje: “Ez weke hunermendek dema ez jinê wek sembol di tabloyên xwe de bikartînim ev xelatkirina wê ye, ji ber ku jin bingeha civakê ye. Mixabin li herêma tundiya jinan bêhtirî dibe, lewra ji bo piştevaniya wan bê kirin û dozên jinan heyî jî bên parastin ez hewil didim êşên jina bidim pêş.”

Banga rizgariya ji koletiyê

Samira Anwar di dawiya axaftina xwe de banga rizgariya ji koletiyê li jinan kir û da zanîn qeyd û hukmên derdorî jinan ferizkirî weke têkiliya tişt bi nimûneyan re tê naskirin. Samira Anwar da zanîn ku jin parçeyek girîng ji civakê ne û diyar kir ku ger jin rizgar nebin pêşketinek û guhertinek di rewşa jinê de pêknayê û divê jin bê çewisandin bijîn.