Hunermenda Kurd Çawan Xelîl xelata lîstikvana jin a herî baş girt

Çawan Xelîl di 4’emîn festîvala navneteweyî a şanoyê ya li Bexdayê de xelata lîstikvana herî baş girt.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Iraqê Bexda 4’emîn festîvala navneteweyî ya şanoyê di 11’ê Mijdarê de hate li darxistin. Di festîvalê de lîstikvana Kurd Çawan Xelîl bi performansa xwe ya di lîstoka ‘Belê jinbûn Zehmet e’ de xelata lîstikvana jin a herî baş girt.

‘Ev xelat bedêla êşên ku hatin kişandin e’

Çawan Xelîl wiha got: “Ez gelek kêfxweş im, bi nîşandana vê şanoyê. Bi lîstikekê min xwest êşên jin dikşînim nîşan bidim. Ev xelat bedêla êşên ku hatine kişandin e.”