Hunermend Jiyan Îbrahîm: Li dijî çanda me êriş tê kirin

Hunermend di pêşxistina çanda neteweyî de, xwedî roleke girîng û sereke ne. Bi dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê re, dewleta dagirker a Tirk dixwaze bi riya hunerê çanda Kurdan jî dagir bike.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Her gel xwedî huner û çanda xwe ye ku ev yek jî ji aliyê hunermendan ve tê bipêşxistin û hunermend vê çandê zindî dihêlin. Dewletên ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine, hewl didin bi riya hunerê çanda Kurdan jî dagir bikin. Niha li Başûrê Kurdistanê bi qasî ku girîngî didin hunermendên dewletên dagirker ewqas nadin hunermenên Kurd. Ev rewş ji aliyê hunermendên Başûrê Kurdistanê ve bû sedema bertekan. Hunermend diyar dikin ku dijminên Kurdan hewl didin çand û hunera Kurdan dagir bikin.

‘Niha madiyat ketiye pêşiya hunerê’

Hunermend Jiyan Îbrahîm wiha got: “Em hunermend in her dem ji bo pêşketina hunerê em xebitîne, bi taybetî di qada fîlm û sînemayê de me kar kiriye. Ji bo vê pêşketinê jî divê aliyên pêwendîdar û bîner piştgiriya me bikin. Di salên borî de bi dil û can xebat dihatin kirin. Niha madiyatê xistine pêşiya hunermendan. Rast e mafê hunermendan e heqê westandina xwe bigrin lê belê niha madiyat ketiye pêşiya hunerê ev jî rewşek nebaş e.”

‘Karê hunerê divê rengdana civakê be’

Jiyan Îbrahîm da zanîn ku gelê Kurd her dem rastî zilm û zordariyê hatiye, ji ber wê zêdetir ji fîlm û karê hunerê ku dem di ser de derbas bûye û pêk anîne hez dikin û dewletên dagirker dest avêtine hunera Kurdan û wiha domand: “Ya girîng ew e ku em sûdê ji tiştên baş bigrin, karê hunermendan giran e. Bi taybetî ji bo hunermendên Başûrê Kurdistanê, dema ku em karekî dikin piştgiriya me nakin, ji ber wê divê em karekî pêşkêş bikin ku reng bide civaka me û ji civaka me be. Bi kêfa gel be ne li gorî xakfiroşan be. Beşek ji hunermendan pirsgirêkên civakê dikin mijar, beşek jî dixwazin armancên xwe pêk bînin.”

‘Li Başûrê Kurdistanê ji hunermendên dewletên dagirker re eleqe heye’

Jiyan Îbrahîm destnîşan kir ku hunermendên Başûrê Kurdistanê gelek diwestin û ji dil karê xwe dikin lê rêz ji bo ked û westana wan nayê nîşandan û got: “Em ji hunermendên welatên din ne kêmtir in. Gelek hunermendên me yên bi nirx hene, çima hunermendên dewletên ku xaka me dagir dikin tînin Başûrê Kurdistanê û rêzê didin wan? Wan dewletên ku tu rêzê jib o me Kurdan nagirin çima ewqas tên pejirandin. Niha jî ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve sînorên me tên dagirkirin û balafirgehên me tên girtin, gundên me tên bombarankirin û xwezaya welatê me taland dikin. Her wiha gelê sivîl dikujin.

‘Dewleta dagirker berê Kurdan dide hunera xwe’

Jiyan Îbrahîm amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk ji derveyî dagirkirina xak Kurdistanê hewl dide bi riya hunerê çandê jî dagir bike karên wisa dike ku berê gelê Kurd bide hunera xwe û got: “Em hunermendên Kurd dema ku karekî dikin di tişta herî biçûk de gel me rexne  dike lê ji karên dewletên din hez dike! Ev yek mixabin cihê xemginiyê ye, dema ku em karekî baş dikin em kêfxweş dibin. Dewleta dagirker dixwaze gelê me bixapîne.”

‘Hunermend gulên baxên gelê xwe ne’

Jiyan Îbrahîm di dawiya axaftina xwe di wiha got: “Gelek hunermend hene lê belê rêjeyek kêm li qadê mane û kar dikin. Ji ber wê divê rêz li wan were girtin, ji ber hunermend gulên baxên gelê xwe ne û çanda gelê xwe bi pêş dixin. Ez weke hunermend daxwaz ji hemû kesan dikim ku piştgiriya hunermendan bikin û ji hamûyan girîngtir rewşa jiyana xelkê çareser bikin û li çand û hunera xwe xwedî derbikevin biparêzin.”