“Hûnera seramîkê bi destê jin bedew dibe”

Sûzan Heme Salih bi têkelkirina axê dest bi hûnerê dike, destnîşan kir ku jin di hemu qadên jiyanê de rihek cûda ava dike, lewra ya ku herî baş dikare hûnera seramîkê bike jin bi xwe ye.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî – Dema ku hunerek bi destê jinê be û li gel hestê jinê têkel bûbe, bê gûman cûdahiyek ya wê çêdibe. Sûzan Heme Salih a yek ji hûnermenda çêkirina seramîkan e li zaningeha Silêmanî di beşa hûmera seramîkê de xwendiye, di sala 2009’an de di qada seramîkê de dest bi kar kiriye. Sûzan Heme Salih a ku ji bo xwe atolyeyek seramîkan ava kiriye rojane piştî dewama xwe ya fermî ya hikumetê berê xwe dide atolya xwe ya seramîkan û dest bi karê xwe yê hunerî dike û bi çêkirina seramîkan ve mijul dibe. Der barê hez û xwesteka ezmûna xwe ya hunera seramîkê de Sûzan Heme Salih ji ajansa me re axivî.

Sûzan Heme Salih diyar kir ku seramîk qadek zehmet û berfireh e û gelek cûrên wê hene, her cûrek yê wê pêkhate û çêkirina heriya wê cûda ye û wiha got: “Seramik ji heriyê pêk tê û demek taybet jê re lazim e heta ku hunerek jê çêdibe û piştre em dihêlin ku baş hişk bibe. Piştre em dixin firinê û piştre dixin şoşeyê, ev jî ji bo her cûrekê cûdahî heye. Axa sor ya ku li Kurdistanê heye tê bikaranîn, lê belê ji bo hemû karê hunerî çênabe, axa ku ji bo me pêwist e ji Bexta tê ji me re. Karê me yê seramîk xercek zêdetir jê re pêwist e û gelek caran ji bo anîna ax û tiştên din zehmet dibe û nikarin werin destê me.”

 “Astengiyên li beramberî hunerê, rêgirî li pêşketina seramikê dike”

Sûzan Heme Salih di berdewamiya axaftinên xwe de qala zehmetiyên ku ew di warê hûnerê de dikêşin kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Bi destketina madeyan ku beşek ji wan li herêma Kurdistanê nîne û anîna wan ya ji derveyî welat dihêle ku karê seramîkê belavî demek dirêj bibe. Bi vê ve jî girêdayî anîna ax û madeyên din ku li vê derê nîne, ger alîkarî neyê kirin hemû deman bi destketina wê ne asan e. Bazarkirina berhemên seramîkê zehmet e, ji ber xelk fêrî wê yekê bûye ku diçin bazarê malên Çinî, Tirkî û Îranî bi nirxek kêmtir dikirin. Nikarin cûdahiya wan bikin ku berhem ji kargehek çawa çêbûye, cûdahiya karê dest demek zêdetir dixwaze. Parçe tenê yek e û berhemek hunerî ye, lê belê hinek kes hene ji giringiya huneran fam dikin û nirxê temam didin berheman, lê belê rêjeya wan kêm e.”

“Ez dixwazim di roja cîhanî ya jinan de pêşangehek taybet ya xwe vekim”

Sûzan Heme Salih got ku ew dixwaze di roja cîhanî ya jinan de pêşangehek taybet vebike û wiha got: “Di sala 2017’an de ez kesê yekem bûm ku min pêşangehek vekir. Li vê derê ez beşdarî pêşangehên hevbeş bûm. Niha jî min xwe amade kiriye ku pêşangehekê di 8’ê adarê de vekim, ji ber min gelek kar ji bo jinan kiriye û ez pê gelek keyfxweş im ku hûnera xwe nîşan bidim. Karê min yê hunerî zêde ye, lê belê pêşwazîkirina xelkê di vê çarçoveyê de xelk sipasiya min dikin û dibêjin karê te gelek xweşik e.”