‘Hunera min nîşaneya têkoşîna li dijî zordariyê ye’

Hunermend Yadîgar Kahraman li Koyê qala wateya xebatên xwe yên hunerî kir û destnîşan kir ku ew bi riya sembol û tabloyên xwe, dîroka Kurdistanê, keda Pêşmerge û dengê şoreşa jinan radigihîne cîhanê.

ŞILÊR KOYE

Koye – Berhemên hunerî yên Yadîgâr Kahraman bi giranî li dora du rêzan hatine avakirin. Hunermend bi riya îfadeyên hunerî yên kurt û balkêş hestên kûr ên mirovî û bûyerên neteweyî û civakî nîşan dide. Tabloyên wê xwedî nîşane û xwedî sembolên wateyên kûr e, êş têkoşîn, dîrok û nasnameya gelê Kurd îfade dikin. Ev berhem ne tenê bala Kurdan, di heman demê de bala temaşevanên li derveyî Kurdistanê jî dikşînin.

Yadîgar Kahraman ku wekî Yadîgar Broşan tê nasîn, li ser tiştên ku dixwaze di tabloyên xwe de derbixe, ji ajansa me re axivî. Yadîgar diyar kir ku ew nêzî 11 salan e wênesaziyê dike û wiha got:

Yadîgar Kahraman têkildarî şêwaz û armanca hunera xwe wiha got: "Şêwaza min bi piranî ji rêzek tabloyan pêk tê. Ez îlhama xwe ji pirsgirêk û şerên ku gelê Kurd pê re rûbirû ye digrim. Li ser tiştên ku li Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û hemû beşên Kurdistanê diqewimin tabloyan xêz dikim. Min tabloya xwe ji bo gelê Kurd terxan kiriye. Tabloya ku hûn niha dibînin beşek ji rêze xebatên min e. Wekî ku hûn dibînin, min herdu alî li hev anîne.”

Sembolên azadiyê

Der barê wateya tabloyên xwe de, Yadîgar Kahraman bal kişand ser sembolên di berhemên xwe de û wiha berdewam kir: "Min nexşeya Kurdistanê li ser serpoşê neqişand. Ji ber ku xelkê Îlam û Kirmaşanê di vî warî de cihekî girîng digrin lewre şoreşê pêşî li wir dest pê kir. Xelkê wan herêman bêhtir serpoşan bi kar tînin. Min wêneyekî Qazî Mihemed jî çêkir. Ji ber ku ew bavê Kurdan e û em xwe wekî neviyên Qazî Mihemed dibînin. Qazî Mihemed damezrînerê Komara Kurdistanê ye. Beşek din a tabloya min jî Pêşmergeyan temsîl dike. Her wiha tabloyê îfadeya '2+2=1'e ku tê wateya ‘du û du dibin yek, dihewîne."

'Rejîm dê bi destên jinan were hilweşandin'

Yadîgar Broşan di nava gotinên xwe de qala dijminatiya rejîma Îranê ya li hemberî jinan kir û wiha domand:

"Ji ber ku dewleta Îranê her diçe dijminatiya jinan dike, min xwest di tabloyê de nîşan bidim ku rojekê ev rejîm dê bi destên jinan were hilweşandin. Ger hûn bala xwe bidinê, dengvedanek bihêz a şoreşa ku bi navê Jîna Emînî destpê kir heye. Min ji wir gelek îlham girt. Wêneyekî şervana jin çêkir ku ji aliyê cellad û gurên rejîmê ve hatibû şehîdxistin. Lê wêne zû hat firotin, ji ber vê yekê ez nikarim nîşanî we bidim.”

'Ez dixwazim bi hunera xwe bêdengiyê bişkînim'

Hunermend Yadîgar destnîşan kir ku erka hunermendan ew e ku xizmeta gelê xwe bikin û wiha axivî:

Ji bo hunermendek, pir girîng e bikaribe di warê xwe de xizmeta gelê xwe bike. Em hunermend dikarin bi hunera xwe bêdengiyê bişkînin û nîşan bidin ka çi bi serê Kurdan ve hatiye, çawa tevî van hemûyan xurt mane. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku hunermend van tiştan di berhemên xwe de nîşan bidin. Bi vî rengî, ne tenê Kurd, di heman demê de mirovên li derveyî Kurdistanê jî dikarin van tiştan bibînin û li ser wan fêr bibin. Min jî tabloyên xwe ji bo çanda Kurd û jinên Kurd terxan kirine.”

Parastina çanda Kurdî û efsaneya Şahmaranê

Yadîgar Kahraman der barê xebatên xwe yên nû, xwedîderketina li nirxên çandî de got: "Niha min du wêneyên din çêkirine. Yek ji wan Şahmaran nîşan dide. Şahmaran efsaneyeke kevnar a Kurdan e. Tirk dixwazin vê efsaneyê ji me bistînin û îdia dikin ku ya wan e. Şahmaran ji aliyê bedewî û şarezayiyê ve jineke bêhempa bû. Ji ber vê yekê min xwest wêneyê wê ji nû ve biafirînim. Armanca min ew bû ku nîşan bidim Şahmeran aydî Kurdan e û bi çanda Kurdî ve girêdayî ye. Ne gengaz e ku ez evîna ji bo Kurdistanê hîs dikim vebêjim. Bi hêviya ku ez ê van hewldanên xwe bi tabloyên ku di pêşerojê de çêbikim jî bidomînim.”

'Kurdistan ji bo min yek e'

Yadîgar Kahraman di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku ew hêvî dike vegere welatê xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Her çar aliyên Kurdistanê ji bo min yek in. Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê yek in. Kurdistan ji bo min yek e. Ji ber vê yekê, ez ferqeke mezin di navbera wan de nabînim. Bêguman ez bi dil û can dixwazim Rojhilatê Kurdistanê jî azad bibe. Ez dixwazim em hemû bikaribin vegerin welatê xwe û li axa xwe bextewar bijîn.”