Hîlala Zêrîn pêşangeheke wêneyan diyarî YPJ’ê kir

Bi boneya 10’emîn salvegera damezrandina Hêzên Parastina Jin (YPJ) Hîlala Zêrîn pêşangeheke ku destnîşanî qehremaniya YPJ dike li navenda Mihemed şêxo ya çand û hunerê pêşkêşkirin.

Qamişlo – Bi boneya 10’emîn salvegera damezrandina Hêzên Parastina Jin (YPJ) û bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” Hîlala Zêrîn ya Herêma Cizîrê pêşangeheke wêneyan pêşkêkirin. Pêşengeh li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriye hate pêşandan.

Di pêşangehê de wêneyên ku destnîşanî qehremaniya YPJ li dijî hemû hêzên dagirker û êrîşkar, her wiha rengê berxwedanî û têkoşîna wan hate nîşandan. Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê hate despêkirin, paşê Endama Komîteya Amadekar Firyal Çolî axaftin kir.

‘Doza me doza parastina azadî û heqîqeta jin e’

Firyal Çolî 10’emîn salvegera damezrandina Hêzên Parastina Jin (YPJ) li beşdarvana pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bi vê mûnasebeta şêrîn û girîng li ber dilê me hemûyan em hêzên xwe yên parastina Jin YPJ silav dikin. Dîsa şervanên me yên jin isbatkirin ku doza me doza parastina azadî û heqîqeta jin e. şoreşa jin bi pêşengtiya YPJ ji tevahî cîhanê re hêza jina kurd da nişandan û dikaribû hemû jinên netewan jî di nava xwe de himbêz bike. Em ji hêzên xwe yên jin re dibêjin her tim riya we riya pêşketin û serkeftinê be.”

Piştî axaftina Komîteya Amadekar Firyal Çolî Helbestvana Jin Anahîta Sîno çend helbest li ser YPJ pêşkêşkir. Paşê peşdarvan derbasî pêşengehê bûn.

‘Serkeftina hemû jinan wê bi pêşengiya YPJ mayinde bibe’

Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Mizgîn Çolaq girîngiya lidarxistina pêşengeha wêneyan ji bo Hêzên YPJ anî ziman û wiha got: “Em dixwazin bi vê boneyê şervanên jin yên ku rûmeta me heya roja îro parastine bibîr bixin û salvegera damezrandina wan bi dilekî gerim pîroz bikin. Ev pêşengeha me jî hemû wêneyên ku destnîşanî qehremaniya YPJ dike têde hatine nîşandan, em dixwazin weke diyariyeke biçûk vê pêşengehê ji YPJ re bikin. Di dawiyê de ez dibêjim her hêzên me bimînin serkeftî û nîşana serkeftina hemû jinan bi pêşengtiya YPJ mayinde bibe.”