Hîba Hemîd ji bo parastina çandê têdikoşe

Hîba Hemîd a bi eslê xwe ji Babê ye û niha li Şehbayê dijî bi ziman û nasnameya xwe ji bo parastina çandê têdikoşe.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Hîba Hemîd a ji gundê Resim Alam e dikeve başûrî bajarê Babê, 18 salî ye. Hîba Hemîd ji ber rewşa welat weke hemû ciwanên dîtir xwendina xwe neqedandî, tevî malbata xwe ji ber şer her carê penaberî dereke cuda dibin, di dawiyê de li gundê Hilêsa ya kantona Şehba li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bicih bûne.

Hîba Hemîd a ji bo parastina çand û nasnameya xwe têdikoşe, anî ziman ku ew ruxmê hemu paşverutiyên civakê jî dev ji têkoşîna xwe ya di qada çandê de bernedaye û bang li hemu jinan dike ku bihêz bin.

‘Biryara tevlîbûna min di nav tevgera çand û hunerê gaveke girîng bû’

Hîba Hemîd wiha li ser beşdarbûna xwe ya xebatên çandê axivî: “Destpêkê min tiştek nizanîbû, tenê min guhdarî stranên folklorî dikir û ji xwe re distira. Lê min hîs kir ku ev têrê nake, lewra min biryar da xwe di warê stranbêjiyê de xwe pêşbixim. Ww ne biryareke hêsan bû, min baş dizanî ku civaka min vî pîşeyî qebûl nake ku jin li pêş gel bistirîn û biçin cihên dûrî mal. Biryara tevlîbûna min nav Tevgera Çand û Hunerê gaveke gelekî girîng bû ji bo pêşeroja min bêyî ku ez guh bidim nêrîna civakê ya ku li ser hesabê xwe jinê li gor kevneşopiyên xwe avakirine.”

Bi 2 hevalên xwe re komek stranan ava dike

Hîba Hemîd a rûxmê hemu astengiyên kevneşopiyên vicakê jî bi biryar xebatên çand û hûnerê didomîne niha tevî 2 jinên ciwan ên dîtir ji pêkhateya Ereb perwerde dide. Hîba Hemîd der bare ezmûna xwe ya yekem de wiha qal dike: "Wê demê koma me nêzî 25 kesî bûn, ew destpêkek xurt bû ji bo min, tevî tirs û dudiliya min beşdariya komê ez ji wan hestan derxistim. Piştî vê tevlîbûnê ez beşdarî gelek çalakiyên dîtir bûm û afrîneriya xwe di vî warî de pêşkêş kir.”

Hîba Hemîd destnîşan kir ku ew bi riya perwerdeyên girîng û berdewam erka parastina çand û hunera resen xistiye ser milê xwe û bi du hevalên xwe re komek stranan bi gelek jinan re avakirine. Hîba Hemîd wiha domand: “Ji bo rola jinê di parastina keleporî de derxin pêş me ev kom ava kir. Koma me beşdarî hemû festival û boneyên niştimanî dibe weke festîvala Amara ya duyem û sêyem ku gelek komên Efrînê û Şehba tê de beşdarbûn.”

‘Bila jin bihêz bin’

Hîba Hemîd anî ziman ku piştî azmûn ceribandinên girîng ên ew di qada çandê de dîtiye niha cihê xwe di komîteya çand û hunerê ya meclîsa navçeya Fafînê li Şehba digre û komek 25 zarokan temenê wan navbera 9-15 salî ne perwerde dike. Hîba Hemîd di dawiya axaftina xwe de bang li hemî jina kir û got: “Bila jin bihêzbin da ku bighêjin mafên xwe, li pêş hemû astengiyên civak dixe riya we rawestin ku afrîneriyên xwe yên cuda derxin pêş.”