'Her wêneyek çîrokek e'

Torin Hisên a ji bajarê Qamişloyê ku karê wênekeşiye dike û dibêje ku her wêne çîrokek e û ew bi riya wênekêşiyê kêliyên herî xweş zindî dihêle.

VIYAN AMED

Qamişlo – Torîn Hesen a ji bajarê Qamişlo li Zanîngeha Rojava beşa ragihandinê dixwînê û di heman demê de wênekeşiyê dike. Torîn Hesen bi wênekeşiyê hewl dide kêliyan nemir bike, derbarê karê xwe de dibêje ku her wêneyek çîrokek vedibêje û ew jî dixwaze wan çîrokan bi wênekeşiyê nemir bike.

‘Wênekêşî xeyala min e’

Torîn Hisên a destnîşan kir ku ew ji zarokatiya xwe de ji wênekêşiyê hez dike, anî ziman ku ev hezkirina wê bi demê re zêdetir bûye û wiha domand: “Piştî demekê tiştên ku kêfa min dihat min bi riya telefonê dikişand. Paşê min dest bi zanîngehê kir û beşa ragihandinê hilbijart, ev yek hişt ku di aliyê kişandina wêneyan de pêşiya min zêdetir vebê. Di nav me de heta niha jî kevneşopiya civakê heye û feraseta mêr serwer e loma ev kevneşopî hêza jinan qebûl nake. Dema min got ez ê biçim beşa ragihandinê pir zêde nedihat qebûlkirin lê ez têkoşiyam da ku bigihîjim armanca xwe loma min tu astengî nas nekir û ez ê ji bo xeyalên xwe têkoşîna xwe mezintir bikim.”

‘Ez ê çîrokên welatê xwe di wêneyên xwe de biteyisînim’

Torîn Hisên destnîşan kir ku ew kêliyên dijî dixwaze di wêneyan de zindî bihêle û wiha domand: “Tevger, cil, berg, cihên kevnar û dîrokî yên aydê jinan gelek bala min dikşîne. Her wiha ez di her wêneyek xwe de hewl didim reng û xweşikiya jinan derxînim. Li kêleka wê li ser axa me gelek şerên mezin rû dan, ji lewre pir kes xweşikiya herêmê me, cihên dîrokî û gundên efsûnî nas nakin loma ez dixwazim bi riya wêneyan herêma ku ez dijîm bidim nasîn. Çîroka her wêneyê ku ez dikşînim heye, ji lewre ez ê çand û dîroka welatê xwe bi riya wêneyê biteyisînim.”

‘Bi wênekêşiyê kêliyan bi wate dike’

Torîn Hisên herî dawî diyar kir ku li pêşiya xeyalan tu carî bend nîn e û wiha bi dawî kir: “Ez bi riya wêneyan kêliyên herî xweş bi wate dikim û zindî dihêlim. Banga min li tevahî jinan ew e ku dest ji xeyalên xwe bernedin û bendên ku tên avakirin bişkînin. Dema jin bixwazin dikarin hemû karan bikin û tu astengiyan nas nekin. Daxwaza min ew e ku ez di demên pêş de bi wêneyên xwe beşdarî pêşengehan bibim, ji ber her wêneyek çîrokek e.”