Henan Medarî: Cîhaneke bê helbest cîhanek bê bîranîn û bê xewn e

Henan Medarî wek yek ji dengên helbestvanî yên Mexrîbê tê hesibandin ku bi riya rûniştina di kûrahiya xwenasiyê de û keşfkirina cîhanê di rêya helbestê re, şopa xwe li ser ezmûna xwe hiştiye.

RECA XEYRAT

Mexrîb – Henan Medarî dibîne ku têkiliya di navbera dayîktî û helbestvaniyê de, têkiliyeke kûr û bi hev re girêdayî ye; her yek ji wan aliyê din xwedî dike û pê re temam bibe da ku kesayetiya diya helbestvan an jî helbestvana dayîk ava bike. Helbestê zimanekî diyalogê yê germ û tije, xeyal daye wê da ku bi zarokên xwe re têkilî deyne. Her wiha helbest bûye penageheke giyanî ya ji bo ku fişara berpirsyariyên rojane kêm bike û enerjiya xwe ya derûnî nû bike.

Ajansa me bi helbestvana Mexrîbî Henan Medarî re rûnişt û li ser têkiliya wê ya bi helbest û dayîktiyê re û çend babetên din re hevpeyvînek çêkir.

*Di destpêkê de, tu dikarî behsa ezmûna xwe ya helbestvaniyê ji me re bikî û wê çawa piştgiriya te di avakirina kesayetiya te de kir?

Ezmûna min a helbestvaniyê, berî ku tenê bibe çend peyvên ku tên nivîsandin, geştek e di kûrahiya xwenasiyê de. Helbestê bi rengekî kûr, piştgiriya avakirina kesayetiya min kir. Qadeke bi ewle da min ku hestên xwe bînim ziman û sebir û rûniştina li ser hûrgiliyên jiyana rojane ya hêsan fêrî min kir.

Ev ezmûneke ku ez wekî geştekê di kûrahiya hundir de dibînim. Helbestê şiyaneke mezintir da min ji bo hevxwahiya mirovî û fêmkirina hestên kesên din. Di heman demê de, gerîna li pey wêneyên hunerî û rewanbêjiyê sebir, rûniştin û hêdîbûn berî dadweriyê hînî min kir. Veguhartina rewşên rojane bo tekstên afirîner, bereketiya min a derûnî xurt kir da ku ez zehmetiyan veguherînim enerjiya erênî. Helbest her wiha hûrbûna di îfadekirinê de û sebra li ser wateyê heta ku bighîje çêbûnê, fêrî min kir.

Ezmûna helbestvaniyê ji bo min her dem neynikek bû ku min tê de xwe didît berî ku yên din min bibînin. Wê kesayetiya min hunand û ez kirim jineke ku ji rûbirûbûna rastiyê natirse, ji ber ku helbest bixwe rûbirûbûneke rojane ye bi xwe re. Wê ji min jineke wisa ava kir ku ji tariyê natirse. Ji ber ku ez fêr bûm ku di her tariyekê de pencereyek heye ku li gerdûnekî tije ronahî û şewq dinêre.

*Bêguman têkiliya dayîktiyê bi helbestê re têkiliyeke aloz û bi hev re girêdayî ye. Te wekî dayîkekê çawa ji helbestê sûd girt û dayîktiyê çawa xizmeta helbestvaniyê di hundirê te de kir?

Têkiliya di navbera dayîktî û helbestê de, têkiliyeke kûr û tevlihev e. Her yek ji wan ê din xwedî dike û pê re temam dibe di avakirina kesayetiya min û nêrîna min a li ser cîhanê de. Mîna ku ez di heman demê de helbestvan û dayîk im.

Zimanê Germ

 Helbestê zimanekî diyalogê yê germ û tije xeyal da min da ku ez bi zarokên xwe re têkiliyê deynim.

Penageha Ruhî

 Bû penageheke ruhî da ku ez fikar û barê berpirsyariyên rojane kêm bikim. Ew stargeh e ku ez pê aloziya xwe ya hundirîn hênik dikim, gava ku ez ji rolên rojê diwestim.

Bêguman vê ezmûna dualî piştgiriya min di firehkirina asoya min a mirovî de kir. Dayîktî helbesta min a zindî ye ku ez her roj bi hezkirin û xwedîkirinê mezin dikim. Helbest jî zarokê min ê din e ku ez miqateyî peyv û hûrgiliyên wî dibim da ku mezin bibe û rûmeta hebûnê nîşan bide. Ji bo ku her du di ezmûneke mirovî û afirîner a kamil de bibin yek. Helbestê fêrî min kir ku ez bibim dayîkeke ku bêtir guhdar dike û dayîktiyê jî fêrî min kir ku ez helbesteke bêtir bi rehm û aqilmend binivîsim.

Derbasbûna di navbera van rolan de di ser astengî an dûrahî re nabe. Her wiha temamkirinek xwebixwe ye ku mîna dabeşkirina awazan di muzîkekê de ye. Helbest min ji malbata min nadize, lê carna ji malzaroka hûrgiliyên hêsan ên bi wan re ji dayîk dibe. Berpirsyariya malbatî jî hobiya min nabe asteng. Her wiha kûrahiyeke mirovî dide min da ku wê ji xeniqîna di rûtiyê tewşbûnê de biparêze. Ji ber ku her tişt di nasnameyeke yekgirtî de bibe yek ku xweya min a kamil ava dike.

*Nivîsandina afirîner çalakiyeke berxwedanê ye ji bo jina ku ji marjînalbûn û dûrxistinê dinalîne... Gelo helbest ji bo te çalakiyeke berxwedanê pêk anî?

Helbest ji bo min bû berxwedaneke nerm û bêdeng li dijî qerebalixiyê, marjînalbûnê  û hewildanên sînordarkirina jinê di yek fîgurê klasîk de. Gava ku ez dinvîsim, ez dengê xwe vedigerînim û rewayî û hebûnê didimê. Gava ku ez vî dengî didim bihîstin, ez pencereyeke hêviyê ji bo gelek jinên ku dibe ku di hûrgiliyên min de dişibin min, vedikim.

Berxwedana bi helbestê re, nîşan dide ku ev çalakî ne tenê qîrîn e, her wiha dibe ku di malikeke helbestê ku di dema rast de tê gotin bê xuyakirin da ku bandorek kûr di giyan de bihêle.”

‘Helbest çeka min a herî bilind e ku tu kesî birîndar nake’

Berxwedana min a rastîn di israra li ser nivîsandinê de ye gava ku bêdengî ji min tê xwestin û di şiyana min a bilind de ye ku ez peyvên xwe bi baldarî rêz bikim, gava ku rol û berpirsyariyên zêde janên min yên rojê belav dikin.

Helbest çeka min a herî bilind e ku tu kesî birîndar nake, lê xwedî wê şiyanê ye ku deriyên girtî li ber jineke ku barê karan û berpirsyariyan li ser e veke. Bi vî rengî, nivîsandina afirîner dibe qada min a taybet ji bo ji nû ve avakirina xwenasiyê û azadkirina ji qeydên marjînalbûnê. Li vir, tîp ji amûreke estetîk a hêsan vediguhere mertalekî fikrî ku nasnameya mirovî ya jinê diparêze û amadebûna wê di civakê de wekî hebûneke çalak, bandorbar û xwedî şiyana guhertinê û hiştina şopeke herdemî ji nû ve ava dike.

*Hinek kes dibînin ku helbest penageheke bi ewle ye dûrî qerebalixa jiyanê... Tu vê mijarê çawa dibînî?

Ez vê yekê rast dibînim; lê ev nayê wê wateyê ku helbest revîna ji rastiyê ye, belkî ew welatekî alternatîf e ku wexta welatê yekem li me teng dibe em ava dikin. Di helbestê de, ez jiyaneke din bi rênîşanderên xwe hatinên ku ez bixwe xêz dikim dijîm. Li wir peyv dad e, wêne rastî ye û wate qet namire.

‘Ji bo her êşekê navek û ji bo her şahiyek sirûdek heye’

Helbest penageha min a bi ewle ye ku ez tê de giyanê xwe nû dikim da ku bêtir bi hêz vegerim jiyanê. Ew mala min e ku qerebalix tenê bi destûra min dikeve hundirê wê. Ez tê de dengê cîhanê datînim û aramiya xwe li xwe dikim. Ew jiyana min a paralel e, ku ji bo her êşekê navek heye û ji bo her şahiyekê sirûdek heye.

‘Cîhaneke bê helbest, cîhaneke bê bîranîn û bê xewn e’

Di rastiyê de, xeyalkirina cîhaneke bê helbest gelekî zehmet e. Cîhaneke bê helbest, cîhaneke bê bîranîn û bê xewn e; axeke ziwa ye mîna çoleke bê av û ezmanekî tarî yê bê stêrk e. Heke helbest winda bibe, nîşaneyên hebûna me ya mirovî ji winda dibin û em şiyana binavkirina êş û şahiyê winda dikin. Bi vî awayî mirov dibe wekî bendekî bê qirik ku bedewiya li dora xwe dibîne lê nikare wesf bike an pê re bibe yek. Mirov dê bêguman li ser piyan bimîne, lê di nebûna peyvên îlhamdar de dê jiyaneke kêm û hişk bijî. Helbest ew amûra efsunî ye ku rengekî geş dide hûrgiliyên me, cemeda rengê gewr dişkîne û can dide nav hûrgiliyên jiyana rojane.