Helbestvanên Mexribê ji bo mirasa çandî hatin ba hev

Komeleya Helbestên Herêmî ya Mexribê, ji bo mîrasa çandî biparêzin li gelek herêmên Mexribê komek jinên helbestvan hatin ba hev.

RAJA KHAYRAT

Mexrib – Komeleya Helbestên Herêmî ya Mexribê, bi armanca parastina mirateya çandî li gelek herêmên Mexribê, bi beşdariya gelek jinên helbestvan civînek li dar xistin. Di civinê de seroka  Komeleya Helbestên Herêmî ya Mexribê Fatima Al-Maizî axivî û got ku armanca vê civînê ji bo jiyandina helbestên Zajaliya ye. 

Fatima Almaizî destnîşan kir ku yekitiya Zagalat lokomatifa xebatê ye û ev civîn ji bo em mîrasa çandê biparêzin tê lidarxistin û wiha got: “Ji bo em bi hev re mirasa çandê biparêzin me civînek bi vî awayî li dar xist, li Mexribê cara yekem me şeva helbestan li dar xist.”

‘Jin dixwazin helbestên xwe li cîhanê belav bikin’

Helbestvana Zajaliya Fatiha Al-Mir wiha got: “Komeleya Helbestên Herêmî ya Mexribê ji di nav de ev yekitî mîrasa çandî û helbestên rojane yên ku jinan nivîsandî ji bo xebatên din ên Mexribê vebe bûye firsendek. Yek ji armancên me helbestên ku jinan nivîsandine belavî cîhanê bikin.”

‘Jinên helbestvan di warê îfadekirinê de bi pêş ketine’

Helbestvan Malika Fateh Al-Islam diyar kir ku Komeleya Helbestên Herêmî ya Mexribê jinên helbestvan ên Mexribê digre nava xwe û wiha got: “Li vê derê em hewl didin hem jinan, hem jî çandê biparêzin.”

Helbestvan û wênesaz a ji bajarê Mekenes ê Mexribê Mahrana Al-Amranî jî da zanîn ku ji ber di çalakiyek wisa de cih girtiye kêfxweş e û wiha got: “Bi saya çalakiyên bi vî awayî firsenda me çêbû em çandan nas bikin. Bi saya beşdarên helbestvan di çanda Mexribê de kêrhatiya jinên helbestvan di warê xweîfadekirina hestan de bi pêş ketiye.”

Piştî civînê koma Jîl Jilala ku stranên folklorî yên Mexribê dibêje stranên xwe got.