Hejmara nû ya Kovara Silava derket

Kovara ‘Silava’ ya Yekîtiya Jinên Ciwan bi naverokên xwe yên dewlemend bi Zimanê Kurdî û Erebî xwe digihêjîne xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya xebatên xwe de hejmara yekemîn a sala 2023’yan a Kovara Silava bi manşeta "Bê Serok Jiyan Nabe” çap kir. Kovara ‘Silava’ ya Yekîtiya Jinên Ciwan bi naverokên xwe yên dewlemend bi Zimanê Kurdî û Erebî xwe digihêjîne xwendevanên xwe.


Di vê hejmarê de Kovara Silava bal dikşîne ser Komploya Navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin û salvegera Viyan Soran a di sala 2006’an de li dijî komploya Navnetewî bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ agir berda bedena xwe. Di nava rupelê Kovara ji bo Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê li dijî pêşengên têkoşîna jinê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) pêk hat, cîh hat dayin.

Kovara Silava, di sala 2014`an de ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye derxistin. Kovar aliyên civakî, polîtîk, jin, analîz, bîranîn, çand û huner û bîrdozî digre dest.