Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin derket

Di hejmara Hezîranê ya Newaya Jin de bal hat kişandin ser xebatên Tevgera Jinên Kurd ku bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” hatiye destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin, bi manşeta 'Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve" gihîşt ber destê xwendevanên xwe.

Xebatên Tevgera Jinên Kurd ên di 8’ê Adarê de bi şîara “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” bû rojeva sereke ya mijarê. Ronahî Serhad di gotara xwe de ya li kovarê hate weşandin, pêngava beriya 8'ê Adarê ya ji aliyê Tevgera Jinê ya Kurd ve hate destpêkirin, nirxand. Ronahî Serhad pêngav weke hêz û îradeya çareserkirina pirsgirêkên civakî pênase kir. Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo jî di hevpeyvînekê de qala bandora pêngavê ya li Rojava kir.

Havîn Guneşer jî encamên konferansa 4'emîn ku ji aliyê Tevna Lêgerîna Alternatîf ve hate lidarxistin bi rengê dosyayeke berfireh parve kir. Rojnameyê cih da daxuyaniyên Koordînasyona PAJK'ê yên têkildarî ji fermandarên têkoşerên azadiyê Gulçiya Gabar ku 29'ê Nîsana 2019'an li Garê jiyana xwe ji dest dabû û Leyla Amed ku 23'yê Çileya 2023'yan li Bestayê jiyana xwe ji dest dabû. Di beşa portreyê de bi wesîleya meha Hezîranê çîroka jiyanê, têkoşîna Zîlan-Zeynep Kinaci û wateya çalakiya wê ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hate vegotin.

Rojeva hilbijartinê

Analîzên têkildarî encamên hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê di hejmara Hezîranê ya rojnameyê de hatin weşandin. Rojnameyê cih da hevpeyvîna bi Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû û analîza Roza Metîna ya li ser encamên hilbijartinê.

Ji Şengalê heta Swîsreyê

Analîza têkildarî ekofemînîst, sosyalîst û ekolojîst Marîa Mîes ku 15'ê Gulana 2023'yan jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Hêja Zerya ve bi sernavê 'Fêhmkirina Marîa Mîes' hate şîrovekirin. Fîdan Yildirim jî bi sernavê 'Pêşenga ekofemînîzmê' biyografiya Mîes parve kir. Her wiha ji Konferansa Jinan a 23’ê Nîsanê li Şengalê hat lidarxistin û Greva Jinan a dê di 14’ê Hezîranê de li Swîsreyê bi sernavê ‘Dinya ji me re be’ bê lidarxistin re jî cîh hat dayîn.