Hejmara 51’ê ya pêveka jinê derket

Di hejmara Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê de jinan hejmara 51 bi manşeta ‘Her ku serhildana jinan mezin dibe faşîzm êrîş dike’ derket.

Navneda Nûçeyan- Bi berga manşeta ‘Her ku serhildana jinê mezin dibe faşîzm êrîş dike’ Hejmara 51'emîn a Pêveka Jinê ya Rojnameya Yeni Yaşamê derket û bal kişand ser têkoşîna jinan û êrîşên faşîzmê. Gotobêja Hicran Urun bi berdevka meclisa jinan a HDP Ayşe Acar Başaran re, derb arê têkoşîna jinan a di tevahiya cîhanê de bilind dibe bi vê ve girêdayî êrîşên faşîzmê û bala xwe dide têkoşîna jinan û bandora tevgera jinên Kurd.

Halîde Turkoglu bi sernavê “avakirina alternatîfê ezberan xirab kir”, bal kişand ser êrîşên li ser Rojava. Neslî Şahîner gotobêja bi sernavê Hiqûqa Îslamê ferz dikin a bi Yelda Koçer re bal dikşîne ser desthilatdariya AKP/MHP di bin navê guherîna destûra bingehîn de dixwaze jinên bi malbatê ve girê bide.

Hulya Osmanagaoglu bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Faşîzma Patriyarka û raperîna femînîst’ der barê êrîşên li dijî jinan di 25’ê Mijdarê de û bi vê ve girêdayî êrîşên desthilata AKP/MHP yê li beramberî mafê jin û li beramberî tevgera jina Kurd de nivîsand.

Anna Rebri Jihan Ayo di sernivîsa ‘Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava bi birçîbûnê bikuje’ nivîsand û Gozde Çagrı Ozkose wergerand di nivîsê de behsa êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava, ambargoya aborî û sîstema azadiya jinan a ku li wê derê hatiye avakirin dike.

Serenavên di hejmara nû de wiha ne:

 Faşîzm hêza herî mezin dike hedef/Gotubêja bi Ayşe Acar Başaran re – Hîcran Urun

 Faşîzma Patriyarka û raperîna femînîst/ Hulya Osmanagaoglu

 Avakirina alternatîfê ezberan xirab kir/ Halîde Turkoglu

 Hiqûqa Îslamê ferz dikin/Gotubêja bi Yelda Koçak re – Neslî Şahîner

 Têkoşîna jinan nikare bê astengkirin/ Yuksel Mutlu

 Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava bi birçîbûnê bikuje/ Anna Rebrii Jihan Ayo

 Dem dema jinan e / Saîme Topçu