Hejmara 28’emîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket

Hejmara 28'an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşam bi manşeta "Malbat, tarîkat, wargeh: Saziyên ku bi awayê girtî tundiyê diafirînin" derket.

Stenbol – Hejmara nû ya Pêveka Jinan a Rojnameya Yenî Yaşam ku 15 rojan carekê derdikeve, derket. Hejmara 28'an a Pêveka Jinê bi manşeta "Malbat, tarîkat, wargeh: Saziyên girtî tundiyê diafirînin" hat weşandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, bi munasebeta Hefteya Mafên Mirovan binpêkirina mafên li girtîgehan ên di şexsê Garîbe Gezer a li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, pêk hatin, nirxand û nivîskara femînîst Ayşe Duzkan jî mijara jinên ber bi întiharê ve birine nirxand.
Sernavên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:
 * Hicran Urun: Saziyên ku bi awayê girtî û veşarî tundiyê diafirînin/Gotubêja bi Ezgî Koman a ji Komeleya Zarokan a Gundemê re hat kirin
*Zeynep Altinkaynak: Lêpirsîna malbatê ya wekî proto-devletçîkê
* Dîlan Babat: "Demildest pêdivî bi polîtîkaya zarokan a totalîter heye" /Gotubêja bi Sevînç Koçak a ji Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê.
* Michele Goodwin: Bavê min tecawizî min kir, kurtajê jiyana min rizgar kir - werger
*Ayşe Acar Başaran: Notên me yên ji bo îqtîdarê tune ne gotina me heye: Em ê te bi neheqiyên te bişînin! 
*Ayşe Duzkan Întihara wekî cînayet, şermezarkirin û otenazî
Goştê wî/wê ji te re hestiyê wî/wê ji min re / Nebîle Irmak Çetîn
Sekna li gel hemşîreyan projeyeke femînîst e / Silvia Federici - Werger
Cixare, vîskî û xizanî: Microhabitat / Meltem Încî