Hejmara 210’an ya Newaya Jin derket

Rojnameya jinê Newaya Jin di hejmara xwe ya 210’an de bi manşeta "Berxwedan ji bo navê azadiya jinê ye" derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 210’an ya rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin ku li Ewropayê tê weşandin, bi xwînerên xwe hev dicive. Rojname di hejmara ku bi manşeta "Berxwedan ji bo navê azadiya jinê ye" derket de, giranî da ser têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê Federe.

Rojana me vê hefteyê di manşetê de hevpeyvîna bi Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, weşand. Sozdar Avesta ji polîtîkayên şer ên kapîtalîzmê heta bi tecrîda li Îmraliyê, ji pozîsyona xiyanet-hevkariyê ya PDK'ê heta bi şerê gel ê şoreşgerî, nirxandinên berfireh dike.

Nûrhak Koçero armanca jinên ji gelên cuda ku di 22 û 23'ê Tîrmehê de li Qamişloyê di 'Forûma Şoreşa Jinê' de li hev kom bûn. Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya jî Fermandara QSD û YPJ’ê Jiyan Tolhildan û êrîşên hêzên serdest ên li dijî nasnameya jina azad e, nirxand. Rojnameyê bi rengekî berfireh cih da biyografiya Endama Meclîsa PAJK'ê Bêrîvan Zîlan ku di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bû. Konferansên jinan, tehribatên talana xwezayê avakirinê, geşedanên di qada çand û hunerê de, di nava mijarên ku rojname li ser disekne de cih digre.