‘Fîlmên ku teqlîda çanda welatên din dikin ji civaka Kurd dûr in’

Tevî pêşketina teknîk, şêwazê berhemdana fîlman jî. Bi giştî diramayên biyanî û yên tirkî ketin jiyana bîneran û bandorek neyînî li ser diramayên Kurdî kirin, bûn sedem ku naveroka diramayên Kurdî lawaz bibe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Piştî derketina televîzyonê li Kerkûkê di sala 1967’an de, bû destpêk ji bo berhemdana diramayên Kurdî li Başûrê Kurdistanê. Silêmanî ji destpêkê ve di dîrok û hebûna hunerê de bû xwedî rol. Piştî vê yekê hunera diramayê di nava xelkê de cihê xwe çêkir û hemwelatiyan her dem berhemên nû dîtin. Çend berhemên cuda yên ku hatin belavkirin cihê xwe di dilê bîneran de girtin, ji ber ku fîlm û diramayên berê reng didan civakê. Bi giştî diramayên biyanî û yên tirkî ketin jiyana bîneran û bandorek neyînî li ser diramayên Kurdî kirin, bûn sedem ku naveroka diramayên Kurdî lawaz bibe.

Ji derveyî wê jî diramayên Kurdî hat guhertin û bûn wekî yên biyanî. Êdî hemû reng û dîmenên ku tên bikaranîn bi awayê diramayên biyanî ne.

‘Pêwistiya berhemên Kurdî bi ezmûnek baş heye’

Derhêner Roje Hesên diyar kir ku divê berhem di warê malî, form û şêwazên civakî de, çanda Kurdî diyar bikin, ev yek gelek girîng e û wiha got: “Niha em berhemên nû derdixin û karên nû zêde dikin. Lê belê heta niha negihîştine wê astê ku em bibin xwedî form û şêweya xwe ya Kurdî. Ji ber ku sînema li vê parçeyê Kurdistanê nû ye, ezmûn jî kêm e, ji ber wê heta fêrî ezmûnê nebin, ji dayikbûna berhemên bi hêz zehmet e.”

‘Fikrên li ser hilbijartina naverokê niha li gorî demen borî lawaz e’

Roje der barê sedemên pêşketina civakê û berhem nakevin nav dilê bîneran û wiha got: “Pirsgirêk naverok e, di salên borî de naveroka diramayan li gorî civakê bû. Her çendî melzemeyên pêşketî nedihatin bikaranîn jî ji ber ku naverok bi hêz bû, bi dilê bîneran bû. Niha lawaz in û nakevin nava dilê bîneran. Ji ber hê jî ew form nedîtine ku di bin kîjan sêberê de kar bikin. Ji derveyî naveroka hunera Kurd, pirsgirêka tunebûna senarîstan heye. Heta niha senerîstên baş ên Kurdan tune ne. Ji ber wê em nikaribûn di naverokê de bi hêz bin û bikevin nava dilê xelkê.”

‘Derhêner û senarîst nikarin dest bavêjin pirsgirêkên civakê’

Roje Hesen der barê berhemên welatên din li hemberî berhemên Kurdistanê de got: “Ji ber ku Kurd heta niha nebûne xwedî form û şêwazên xwe, ji bo wê dema ku berhemê ava dikin dikevin bin bandora çandên welatên din û nikarin bi asanî derbas bikin. Niha di fîlmekê de çanda tirkî û Farsî diyar e, sedemên wê jî kompanya û derhêner kar li ser berhemdana filmekê dikin. Nizanin ji civakê re çi berhem pêwîst e. Çi pirgirêka civakê heye divê dest daynin ser û bikin berhem û bikaribin peyamek baş bigihîjînin, Kurd xwedî derhêner in lê belê tunebûna ezmûnan wisa kiriye ku nikarin ji bin bandora çanda welatên din derbikevin.”

‘Bandora çandên din li ser dramayên me heye’

Roje Hesen der barê derketina aktor û şêwazên honandinê de wiha got: “Tenê aktor biryar li ser şêwazê honandin, cil û bergan nadin. Derhêner awayek mezin e li pêş aktoran, ji ber wê pirsgirêk ne aktor in, di gerdûnîbûna derhêner û senarîstan de negihîştye wê astê ku bibe xwedî forma xwe. Bandora çandên welatên din li ser diramayên me heye. Ji ber wê parçebûna Kurdistanê bandorek neyênî li ser berhemên Kurdî kiriye. Dema ku derhêner fîlmekê derdixe, bêguman di bin bandora çandek biyanî de dimîne. Divê berhem di nava civakê de bihata honandin, peyamên baş û rast bigihîjînin bîneran û bibin xwedî formên baş.”