Filma ‘Mala Zindî’: Girêdana beden bi axê re

Derhêner Îkram Hemdî Mansûr bi fîlma xwe ya "Mala Zindî" ne tenê çîroka avakirina xaniyekê vedibêje. Ew ji bo giyanê her jinekê ku li vê cîhanê li azadiya xwe digere, xaniyekê ava dike û girêdana ax bi ruh re nîşan dide.

NECWA RAHIM

Cezayir – Di warê hilberînên naverokê de, kar sînora deng û dîmen derbas kiriye û bûye rêwîtiyek kesayetî. Derhêner Îkram Hemdî Mensûr di fîlma xwe ya bi navê "Mala Zindî" de vê yekê xêz dike. Ev fîlm balê dikşîne ser girêdana avahiya bedenî û ruhî, erd û mirov, huner û têkoşîna jinan. Derhêner Îkram Hemdî xwest çîrokên jinên ku ji bo îfadekirina xwe û rûbirûna kêşeyên civakê riyên ne asayî hilbijartine, belge bike.

Fîlma "Mala Zindî" projeyek afirînerî ye ku ezmûna kesane ya Îkram Hemdû Mansûr ji danûstandinên bi axê re nîşan dide. Di vê belgefîlmê de ew nêrîna xwe li ser têkliya beden bi axê re pêşkê dike. Fîlm qala jinekê dike ku bi tenê li çolekê dijî û mala xwe bi heriyê ava dike. Têkiliya bi axê re dermanek baş e ji bo başkirina beden û derûniya mirovan e.

Îkram Hemdî Mansûr tecrûbeya avakirina bi herî dişibhîne merasîmek ruhî. Ew dibîne ku herî ji bo avakirinê tenê nîne, ew navgîneke ji bo pêwendiya laş bi giyan re û amûrek ji xwe rizgarkirinê ye.

Jin di ‘Mala Zindî’ de

Di fîlma ‘Mala Zindî’ de lehenga jinek bi hêz û serbixwe a ku dixwaze li derveyî kevneşopiyên civakê bijî, vedibêje. Jineke ku bi tenê serê xwe li çolê malek xwe ava dike. Bi riya vê kesayetê Îkram Hemdî dixwaze bang li hemû jinan bike ku ew dikare jiyanek li gor prensîbên xwe bijî û aîdî kesekî din nebe.

Ev karekter sembolîk nîne, ew çîroka têkoşîna li dijî tecrîdê nîşan dide. Her wiha tekez dike ku hêza ku dikare ji vê tevrîdê derkeve jî ji bo avakirina xweseriyê bi erênî dikare bê bikar anîn. Ev jin weke ku derhêner wê pênase dike, modela jina ku li dijî kevneşopiyan berxwe dide û rola xwe ya jiyanê ji nû ve pênase dike.

Girêdana di nava ax û ruh de

Têkiliya di nava ax û ruh de di "Mala Zindî" de ramanek sembolîk nîne. Ew pêvajoyek ku Îkram Hemdî Mansûr di ezmûna xwe ya kesayetî de şopandî ye. Avakirina bi herî li gor wê ji avakirina malekê girîngtir bû. Bi riya herî Îkram karîbû bi bedena xwe re têkliyan ava bike. Îkram Hemdû Mansûr dibêje "Herî laşê min tedewî dike".

Ev fîlm wek vexwendinek e ku jin li xwe vegerin.