Filîma 'Meşhed 2’pirsgirêka destdirêjiyê nîşan dide

Di dijwariyek aborî û civakî ya berbiçav de, fîlima kurteçîrok a Yemenî 'Meşhed 2' karîbû pirsgirêkên destdirêjiya li ser jinan tê kirin bi rengekî dadperwer nîqaş bike bêyî ku qurban bi tu awayî sucdar bike.

NÛR SERÎB
Tûnis – Fîlimê binavê Meşhed 2 ji hêla Rêxistinên Ciwanên Cîhanî bi Hev re (YWT) hatiye çêkirin. Derhêneriya wê jî Ebid El-rehman El-werd kiriye. Lîstikvana ciwan Rawiya Omer û zaroka bi navê Melak El-şerfî di fîlim de rola sereke lîstine, Sêwiranera modayê Sendis El-Cibûbî û Mîkyaj jî Merwa Qibatî. Li ser hemû lîstikvanan karakterê Yemenî heye, her wiha fîlim li Yemenê hatibû kêşan. Fîlim pirsgirêka destdirêjiyê ku li ser jinan tê kirin nîqaş dide û li hemberî destdirêjiyê bi vê çîrokê piştgirî da jinan. 
Di fîlim de aliyek neheqiya ku li ser jinan tê kirin, ji ber nezanî û adetên tarî ye. Jiyana jinan bi tawanên têkildarî namûsê di nav bêçaretî û kêmasiya yasayan de dihêl e.
Hêjayî gotinê ye ku fîlima 'Meşhed 2' yekem car di çapa duyemîn a Festîvala Fîlimê ya Mafên Mirovan a Karama Yemen de, di Kanûna 2020'an de hate pêşandan û derhênerê fîlim Ebid El-rehman El-werid ji bo baştirîn fîlimê Yemenî Xelata Barran stend.