Festîvala "Arîn bisik û zûlfên aştiyê ye" di roja 6'emîn de didome

Festîvala şanoyê ya bi navê "Arîn bisik û zûlfên aştiyê ye" di roja 6`an de didome. koma şano ya Çand û Hûnera Heleb şanoya bi navê "daliqandin" pêşkêş kirin.

Kobanê- Yekemîn festîvala şano ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava"Arîn bisik û zûlfên aştiyê ye" di roja 6`an de berdewam dike. Festîvala ku bi beşdarbûna Reqqa, Tebqa, Mibic, Kobanê, Heleb û Efrîn tê li darxistin. festîval bi şanoya "daliqandin" ji aliyê koma şano ya Helebê ve naveroka şano di derbarê aloziya Sûriyê, pergala Rejîma Baas, hat pêkêş kirin. Festîval li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido tê li darxistin, di şanoya îro de şêniyên Kobanê, derhîner û mêvan amedebûn. Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrîn ji Seya Osman ku cihê xwe di nava şano de digre girtin. 
"Rastiya heyî nayê dîtin"
Seya di nava axaftina xwe de diyar kir ku heya ev şano hat pêşkêşkirin gelek astengî û zehmetî bi xwe re anîn û wiha got: "Ruxmî ku em di dorpêçêdane û gefên dewleta tirk li ser me heye jî dîsa me berhemek bi dest xist. Me her kesekî du sê rol leyistin, di nava şano de me xwast em rastiya pergala Rejîma Baas derxînin holê. Lê belê ruxmî derfetên heyî me hewl da ku em vê rastiyê ji hemû kesî re bidin nîşandan. Şano bi xwe tiştên veşartî hebûn û di heman demê de her kesî didît ku çi diqewime lê her kesî jî xwe rast didît.  Hatina ji Heleb heya Kobanê bi xwe xeyaleke. Bi rastî jî ev tişt anha diqewime li derdorê. Her roj bajarek şanoya xwe pêşkêş dike û her yek jî tiştekî ku rastî jiyan kirine di şanoya xwe de pêşkêş dikin."