Festîvala 5'emîn a Mîtan li Şehbayê destpêkir

Tevgera Çand û Huner Efrîn-Şehba 5’emin festîvala Mîtan a şano li kantona Şehbayê li dar xist.

Şehba- Îro bi diruşmeya "Veger nêz e, em bi hêvî ne" 5'emîn festîvala Mîtan a şano ji aliyê Tevgera Çand û Huner Efrîn-Şehba ve hate li dar xistin. Festîval wê heya 18'ê Çile bi pêşkêşkirina şanoyên cur bi cur li navenda Çand û Huner a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bê domandin. Di festîvalê de komên şano ji Kobanê, Reqa, Minbic, Hesekê, Heleb, Kerkûk û Efrînê beşdar bûne. Di roja destpêkê ya festîvalê sazî û dezgehên herêmê, her wiha xelkê navçeya Ehdas beşdar bûn.  

Festîval bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, paşê endama Komîteya Amadekarî ya 5'emîn Festîvala Mîtan Rûmet Beko axivî û got: "Em bi xêrhatine hemû mêvanên xwe dikin di vê festîvalê de, em gelek kêfxweşin ku di dorpêça ku hatiye ferzkirin li ser û êrîşên ku tên kirin, me karîbû festîvala xwe li dar bixin. Ji bo vê festîvalê me gelek astengî ji ber dorpêçî û êrîşan dît, lê îsrara şanogerên me ji dorpêça heyî mezintir bû. Bi rêya vê festîvalê me xwest rûyek bi ken li ser rûyên koçberên Efrînê çêbikin, rûxmî dorpêça heyî şanoger ji herêmên dîtir bi taybet ji Kerkûk hatin û dorpêçiya heyî şikandin. Em bi hêviyên gelek mezin dijîn ku festîvala Mîtan a 6'emîn li Efrînê li dar bixin."

Paşê sînevîzyon ji aliyê komîna şano a Efrîn-Şehba ve li ser amadekariyên Mîtan hate pêşkêşkirin, ji aliyê endamên Hîlala Zêrîn stran ji beşdarvanan re hat gotin. Li kêlek wê gelek şanoyên biçûk ji aliyê şanogerên Efrînê ve hatin pêşkêşkirin.