Festîvala Biharê ya zanîngeha Rojava di roja 2’yemîn de bi dawî bû
Festîvala Biharê ya Xwendekarên Zanîngeha Rojava ya 4’emîn di roja duyemîn de bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
Qamişlo – Li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di pêngaveke ku pabendbûna xwe ya ji bo avakirina nifşeke hişmend, afirîner û vejandina jiyana zanîngehê wekî cihekî ji bo zanist, çand û hunerê nîşan dide, çaremîn Festîvala Biharê duh dest pê kir. Festîvalê du rojan berdewam kir û di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
‘Festîvalê jêhatiyên xwendekaran nîşan da’
Xwendekarên zanîngehê, karmendên rêveberiyê û kesayetên çandî û civakî beşdarî festîvalê bûn. Armanca festîvalê ew e ku derfetek bide xwendekaran da ku jêhatiyên xwe nîşan bidin her wiha van jêhatiyên xwe di warên curbecur de baştir bikin û atmosfereke înteraktîf biafirînin ku bibe alîkar têkiliyên civakî di navbera xwendekaran de xurt bike, zextên akademîk sivik bike û nirxên xebata daîmî û aydiyeta saziya perwerdeyê xurt bike.
‘Festîvalê hawirdorek zanîngehê ya zindîtir û înteraktîftir afirand’
Beşdaran tekezî bi girîngiya vê çalakiyê ku di piştgiriya jêhatiyên xwendekaran û pêşxistina şiyanên wan ên afirîner di warên curbecur de û di pêşxistina giyanê hevkariyê û xebata daîmî di navbera xwendekaran de ku dibe alîkar ku hawirdorek zanîngehê ya zindîtir û înteraktîftir biafirîne.
Festîvala ku îro di roja xwe ya duyemîn de hatibû li darxistin, bi gelek rêzeçalakiyên hunerî, çandî, werzîşî û kêf û xweşiyê dihewîne, berdewam kir. Her wiha van rêzeçalakiyên cihêreng de pêşbirkên cûrbecûr, pêşangehên hunerî yên ji hêla xwendekaran ve hatine amadekirin, performansên muzîk û helbestî, pêşangehên mîratî û çalakiyên ciwanan hebûn. Ev yek cihêrengiya çandî û zindîtiya xwendekarên zanîngehê nîşan da.
‘Em ji jiyan û azadiyê hez dikin’
Di çarçoveya festîvalê de xwendekara sala yekemîn a beşa Wergerê ya Zimanê Kurdî, Îngilîzî Sara Mihemed destnîşan kir ku armanc bi festîvala biharê ya 4’emîn ew e ku xwendekar xwendin û zanebûna xwe bi pêş bixin û wiha got: “Da ku mirov çand û exlaqê xwe nas bike pêwîst dike ku festîvalên wiha bên lidarxistin. Her wiha li her deverê jî em çand û zimanê xwe bidin nasîn. Em weke gelê Kurd ji jiyan û azadiyê hez dikin. Jiyana xwe bi rengê biharê dixemilînin. Mixabin dijminên gelê Kurd her dem xwestin gel di tarîtiyê de bihêle.”
‘Dewlemendiya bernameya festîvalê dewlemendiya çand û jiyanê ye’
Xwendekar Sara diyar kir ku ev yekem festîval e beşdar dibe û wiha domand: “Em bi çalakî, performans û pêşangehên cihêreng beşdarî festîvalê bûn. Ji ber ku dewlemendiya bernameya festîvalê, dewlemendiya çand û jiyanê nîşan dide. Sara di dawiyê de ji xwendekaran xwest bi ruhê ciwanî beşdarî xwendin, tevahî beşên zanîn û jiyanê bibin.”
Festîvala Biharê ya 4’emîn a Zanîngeha Rojava bi xelatkirina beşdaran û gerandina govendên gelêrî bi dawî bû.