“Ez naxwazim ji dîwaran re dixwazim êdî ji guhdarvanan re stranên xwe bibêjim!”

Bi qedexeyên ku bi pêvajoya pandemiyê re dest pê kirin re, gelek hunermend ji aliyê madî û manewî ve ketin rewşeke zor. Muzîsyen Cansu Nîhal Akarsu, dibêje ku ji ber nikarin bi temaşevanên xwe re werin ba hev, li ser medyaya civakî konseraran didin, ev yek jî wekî gotina li ser dikê nîn e her wiha balê kişand ser nezî 100 muzîsyenên ku întihar kirine û wiha got: “Li gorî min rewşeke ku ji nedîtîve tê dîtin heye. Kes behsa van întiharan nake.”

RUYA HUSEYİNOGLU
Îzmîr- Bi belavbûna nexweşiya vîrusa coronayê re, destpêkê xebatên hin sektoran hatin kêmkirin. Şanoger, sînemager û muzîsyenên li qada hunerê dixebitîn, an jî yên bi serê xwe karê xwe dikirin, ji vê pêvajoyê hem di warê madî de hem jî manewî de pir bi bandor bûn. Bi taybetî muzîsyen diyar dikin ku demeke dirêj e tevî ku çalakiyên xwe yên didomînin jî ji dewletê yan jî rêveberiyên herêmî piştgiriyê nabînin. Em bi muzîsyen Cansu Nîhal Akarsu ku di warê xebata xwe de xwedî xeteke hilberîner e, li ser têkiliya wê ya bi muzîka cazê re û di pêvajoya pandemiyê de ji ber sedemên madî, întihara bi dehan muzîsyenan axivîn.  
“Beriya pandemiyê me heqê karê xwe digirt”
Cansu Nîhan Akarsu a li lîseya hunerên bedew dest bi perwerdeya muzîkê kiriye dibêje ku wê demê biryar daye ku bibe mamosteya muzîkê. Ji bo perwerdeya muzîkê ya akademîk û profesyoneltir bigre, dikeve azmûnên konservatuarê û Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha 9’ê Îlonî kar dike. Cansu li vê zanîngehê ji beşa Viyolonsel mezûn dibe wiha behsa nasîn û destpêkirina muzîka cazê dike:  
“Di lîseyê de hinek eleqeya min ji muzîka cazê re hebû lê dikarim bibêjim ku di dema zanîngehê de meraqa min zêde bû. Ez bi vokalên cur be cur re xebitîm, min ji hin mamosteyan ders girt, li Îzmîrê derfeta min a ser dikê çêbû. Ev pîşe heta tu bibêjî kedê dixwaze lê dema ku hûn hinek be jî navber bidinê hûn ji bîr dikin. Dive hûn her dem pê re bin, pratîk bikin, xwe nû bikin. Heta pandemiyê, min hem di warê madî hem jî manewî de heqê karê xwe digirt. Komên min ên cuda hebûn, ji derveyî hevalên ez her dem bi wan re dixebitîm, komên min nû nas dikirin hebûn. Li aliyê din beriya pandemiyê tevlibûna mîhrîcan û stranên li ser dikê zêde bû. Em dikaribûn bi hunermendên ku ji derveyî welat dihatin re bixebitin. Ev hemû dibûn sedem ku ez xwe nûbûyî hîs bikim.” 
“Kes behsa muzîsyenên ku întihar kirine nake”
Cansu, hem ji bo qadên lê muzîka cazê biafirîne firehtir bike hem jî bibîne dikare çi bike, salek beriya nexweşiya pandemiyê, mala xwe dibe Stenbolê. Cansu diyar dike ku têkiliya zindî ya li ser dika cazê bi temaşevanan re çêdibe, hesteke pir xweş e û balê dikşîne ku muzîsyenên vê hestê bi wan re hebû bi pêvajoya pandemiyê re motîvasyona xwe winda kirine û wiha didomîne:
“Pêvajoya pandemiyê hem di aliyê ruhî hem jî aborî de li ser muzîsyenan bandor kir. Ez zêdetir ji aliyê manewî ve ji vê pêvajoyê bi bandor bûm. Hûn ji dik û temaşevanan tên veqetandin û dikevin nava dîwarên mala xwe. Li gorî min rewşeke ku ji nedîtî ve tê dîtin heye. Hejmara me hindik nîn e, em behsa sektorek ku ji 500 hezarî zêdetir mirov lê dixebitin dikin. Ji bo ji 15 hezar muzîsyenan re 1000 TL. alîkarî bikin gelek tişt hatin xwestin. Ango ji bo tiştên din jî ez ewqas demê bidim, dikarim 1000 TL. kar bikim. Ji ber vê yekê daxwazeke min a wiha çênebû lê ez dizanin malbatên ku hejmara wan 3-4 kes in û neçar in bi vê yekê debara xwe bikin hene. Jin û mêrên muzîsyen hene. Ez bi dersên taybet hewl didim debara xwe bikim lê ji bo her kesê rewş bi heman awayî nîn e. Tenê di vê pêvajoyê de nêzî 100 muzîsyenan întihar kir lê tu kes behsa wan nake!”  
 “Ez nizanim karekî din bikim”
Cansu van deman, li ser stranek ku difikire wekî sîngle biweşîne dixebite dibêje ku muzîsyenên her dem hînî hilberîna tiştek bûbûn, bi pandemiyê re rewşeke nediyar dijîn û bi van gotinan balê dikşîne ser vê rewşê:  
 “Tişta herî baş a vê pêvajoyê ew e ku hûn derfetê dibînin hinek tiştên we amade kirine biweşînin lê dîsa jî piştî demek hesta nediyariyê ya derdikeve pêşberî we, hesteke pir xirab e. Ez carna di înternetê de jî hin tiştan parve dikim lê dîsa jî dema ku tu tiştek didî kesek li pêşberî xwe xweştir e, rewşeke pir cuda ye. Ango li derve, li bar an jî dika konserê, performans cudatir e. Li malê tu li dîwaran dinêrî stran dibêjî ev te motîve nake. Tevî vê yekê jî mirov dikarin bibêjin: “Bila karekî te hebe, muzîkê jî wekî hobî bidomîne.” Jixwe ev bi serê xwe karek e. Min di vê pêvajoyê de paştir ferq kir ku ez nizanim karekî dinê bikim. Min perwerdeya karê ez dikim girtiye û ez ev im!”