“Ez bi muzîkê her tiştî cudatir hîs dikim”

Zîlan Hasret Yildiz, defjeneke wekî ku çavên xwe di hembêza hunerê de vekiribe. Bavê wê dengbêjek e, bi salan ked daye çand û muzîka Kurdî. Zîlan ji zarokatiya xwe ve bi saya dengê bavê xwe û bi tembûra birayê xwe, bi muzîk û hunerê xwe têr dike. Her çiqas di zarokatiya xwe de muzîkê nas kiribe jî li navenda jiyana wê bicihbûna muzîkê hinek dem digre. Zîlan, piştî ku ji Samî Hosseînî perwerdeya defê dibîne beşdarî Civata Ahenga Ahûra dibe, xwe di destpêka riyeke pir cuda de dibîne. Bi demê re feraseta wê ya muzîk û hunerê dewlemendtir dibe.

 
PERÎ BAYAV
Îzmîr- Def, erbane, tef, dof... Her çiqas navê wê borî be jî defa ku yek ji amûrên herî qedîm ê Mezopotamyayê ye dergûşa mirovahiyê ye, cihê xwe yê dîrokî hê diparêze. Her çiqas em herî zêde li Îranê rastî defa ku ji dawetan heya cenazeyan tê şixulandin re rastî hev bên jî li Tirkiyeyê jî her roja ku derbas dibe eleqedarbûna li hemberî wê zêde dibe. Def bi taybetî jî amûreke ku bi jinan re dibe yek e. Zîlan Hasret Yildiz jî yek ji jinên ku pê re dibe yek e. Ji bo naskirina vê jina ku min ji di demeke nêz de ji xwarziya xwe bihîst, ez gelek bi kelecan bûbûm. 
Zîlan min li kargeha xwe pêşwazî dike. Em dest bi sohbeteke xweş dikin. Gava ku ez wê baştir nas dikim, ez fam dikim ku ew çiqas bi amûren xwe re yekgirtî ye. Ew behsa awayê ku ew di wê gavê de xwe bi tevahî vebêje dike. Dema behsa amûren xwe dike, hema qismek xwe temam dike. Ez pir bandor dibim. Ez bi kelecan li benda wê kêliyê me ku dema def lêbixe guhdarî bikim.
Zîlan a ku di komên Civata Ahenga Ahûra, Neva Pangea û Salut de Smyrne de muzîkê dike û bi amûra xwe ya sereke ya def e re, amûrên muzîkê yên wekî bendîr, tonbak, djembe û dabrûqe jî di nav pêvajoya pêşxistinê de lêdixe. Werin em guh bidin çîroka vê jina ku ji zimanên gelêrî yên cîhanê stranên wekî Yewnanî, Ladîno, Tirkî, Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî, Hewramî), Ermenî, Azerî, Gurcî, Arnawitî, Makedonî û Farisî dibêje.
Muzîk di jiyana we de her diçe dibe navend
Zîlan a ku di sala 1996'an de weke zaroka navîn a malbateke xwedî sê zarok hatiye dinê, bi eslê xwe ji Erziromê Xorasanê ye. Xwendina xwe ya zanîngehê li Stenbolê ku lê ji dayik bûye diqedîne. Paşê li zanîngeha Dokuz Eylul beşa bîrkariyê qezenc kir û li Îzmîrê bi cih dibe. Zîlan ku di vê pêvajoyê de hêdî hêdî eleqeya wê ya bi muzîkê re zêde dibe, bi muzîkjen û komên muzîkê re têkilî danî. Dema ku muzîk di jiyana wê de roj bi roj navendî bû, wê biryar da ku bikeve beşa Konservatuara Zanîngeha Egeyê. Zîlan a ku serpêhatiya wê ya 5 salan a beşa matematîkê bi vî rengî bi dawî bû, li Zanîngeha Egeyê weke xwendekara konservatuarê jiyana xwe ya perwerdeyê didomîne.
Bavê wê dengbêjekî ku bi salan ked daye çand û muzîka Kurd e
Hevnasîna Zîlan bi muzîkê re di zarokatiya wê de dest pê dike. Bavê wê Kismet Yildiz dengbêjekî ku bi salan ked daye çand û muzîka Kurd e. Zîlan bi dengê wî û awazên sazê ku birayê wê yê mezin Şeref Yildiz lêdixe mezin dibe. Bi gotina wê, ew "di nava hembêza hunerê de" ji dayik dibe. Bi vî awayî bi muzîk û hunerê tê xwedîkirin. Werin em ji devê Zîlanê li serpêhatiya wê ya muzîkê guhdar bikin:
“Bavê min, me ji zarokatî ve heta niha her tim bi çanda muzîkê mezin kir. Ev kesekî ku bi salan xizmeta muzîk û çanda Kurdî kiriye. Her tim hewl dida me bi muzîk û zimanê dayikê mezin bike. Wê demê me ev hewldana bavê min zêde fêhm nedikir. Muzîka Kurdî û dengbej ji bo me bêzar dihat. Me digot of, dîsa dengbêj. Li malê timî nûçeyên Kurdî dihatin temaşekirin û muzîka Kurdî dihat lêxistin. Tu li kolanan bi tirkî diaxivî, bi kesên ji çandên cuda re têkili datanîn, dema dihatin malê her tim bi Kurdî bi Kurdî…Hûn piştî demekê qutbûyînê dijîn. Dema ku hûn li malê ne, wekî ku hûn li cihek xerîb in hîs dikin. Jiyana li derve hîn zêdetir nêzî te tê. Ji ber ku qadên hevalên we pê re eleqedar dibin ne ev in lê hûn li malê tiştên bi vî rengî dibînin. Me qîmeta vê yekê piştî demek dirêj fêm kir. Niha dema ez li dengbêjekî guhdarî dikim hîs û hestên ku jiyan dikim hin baştir fem dikim. Ez ev serpêhatiyên ku min berê berhev kirine niha dijîm. Bavê min bi muzîka Kurdî re eleqedar dibe. Bi dengbêjiyê jiyana xwe bi muzîkê qezenc dike. Birayê min jî bi heman awayî li sazê dixe. Lê ez heta zanîngehê nikaribûn xwe tevli muzîkê bikim. Îdealên min ên cuda hebûn. Dema ku li vir jiyana min a muzîkê jî nûve dest pê kir, hesta min a berpirsiyariya tevlî muzîkê çêbû. Min ji birkarî keyf nedigirt, min nikaribû hebûna xwe ya li dibistanê fêm bikim. Lê belê ez dikarim bi rengek jî muzîkê kêfxweş bibim. Ez dixwazim hemû demên xwe bi muzîkê re derbas bikim. Ez dixwazim her demê min bibe muzîk. Paşê min xwest serpêhatiya xwe ya birkariyê biqedînim û lêz û bez dest bi konservatuarê bikim. Ez dikarim bibêjim ku di vê pêvajoyê de min di jiyana xwe de gelek tiştên ku ji bavê xwe fêr bûm, şênber kir. Ji bo min, gelek tiştên ku min wê demê fêm nedikir, niha hem di hundurê min de hem jî li ser amûra min, ji min re têgihîştin da qezenckirin."
Jiyana wê bi muzîkê şekil digre 
Zîlan paşê rahênerê defê Samî Hosseînî nas dike. Ji wî dest bi girtina dersên defê dike û paşê tevlî Koma Ahenga Ahûra dibe. Ew pêvajoya muzîkê ya berê ji bo Zîlan aktîvîteyeke ku xwe xweş hîs bike ye. Piştî ku bi Civaka Ahenga Ahura re dest bi xebatê kir, muzîk ji bo wê cihekî din girt. Jiyana wê bi muzîkê re şekil digre. Piştî ku tevlî Civaka Ahenga Ahura dibe, ew xwe di rêgezek bi tevahî cuda de dibîne. Bi demê re, têgihîştina wê ya muzîk û hunerê cihêreng bibe. Têkiliya bi muzîkê re jiyana we digihîjîne cihên cuda. Zîlan dibêje ku heta vê gavê her tim hewl daye di jiyana xwe de bi keda xwe tiştekî bigre. Dibêje ku ev yek di warê muzîkê de pir cuda pêş dikeve. Zîlan diyar dike ku di çêkirina muzîkê de ne hewce ye ku ewqas bixebite, mîna ku her tişt ji bo muzîk çêbike, hatiye avakirin. Zîlan wiha dibêje: “Wekî ku av ji cihekî diherike. Ez hîs dikim ku ew bê astengî diherike. Ev ji bo min kêfxweşiyek e lê di heman demê de ecêb e. Ez nikarim bibêjim ku ez kesek pir bi şans im lê muzîkê şansên din da min. Min gava xwe ya yekem a muzîkê bi Ahûra re avêt. Ji bo min pir baş hat ku ez bi kêfa ku ji wir digrim xebitîm û zêdetir bi muzîkê re mijûl bibim.” 
Bi zimanên cuda dest bi çêkirina muzîkê dike
Zîlan dibêje ku beriya tevlibûna Ahûrayê baldariya wê giştî ji çand û muzîka Kurdî re hebûye, diyar dike ku muzîk wekî tenê ji muzîka Kurdî pêk hatiye yan jî pîvana stranên gelêrî yên Anadoliyê, stran û dengbejên Kurd ên herî zêde ye hesibandiyê. Piştî ku tevlî Ahûra dibe, dibîne ku muzîk bi zimanên din jî dikare were çêkirin û dibîne ku ew hîn zêdetir mirovan bi pêş ve bibe. Dema ku ew dest bi naskirina awazên cuda yên çandê dike, pê dihese ku muzîka wê zimanî bi tiştên ku wê di stranan de hîs dike re li hev dike. Ew dest pê dike ku bêtir wext bi vê qada muzîkê re derbas bike. 
Koma muzîkê ya Neva Pangea ava dikin
Zîlan di sala 2019’an de Cenk Arslanbuga nas dike. Dema ku biryar dan bi hev re muzîkê çêbikin, Mahzun Erdogan jî tevlî dikin û koma muzîkê ya Neva Pangea ava dikin. Zîlan dibêje 'Pangea' yekbûneke ku axên sereke yên cîhanê beriya sedsalan ji hev nehatine veqetandin îfade dike, destnîşan kir ku ev tişta dixwazin ji mirovan re bêjin ev e û dibêje:
“Armanca me ya sereke çêkirina muzîka pirzimanî ye. Ji bo me serkeftinek mezin e ku em li vê erdnîgariyê xwe bigihîjînin her kesê û dema ku bi zimanekî cuda muzîkê çêdikin heman hestan hîs bikin. Em bi vî awayî digihîjin armanca xwe." 
"Amûrên ku di muzîka zimanên cuda de tên bikaranîn, min ber bi fêrbûna amûrên din ve dibin" 
Zîlan piştre tevlî koma Salut de Smyrne ku ji aliyê Murat Kuçukarslan û Serap Çîgdem Şahîn ve hatiye avakirin ku bi riya Neva Pangea wan nas kiriye dibe. Zîlan di her du koman de xebata vokaltî û rîtmanan dike, di Salut de Smyrne de perçeyên Sefarad lêdixe. Çêkirina muzîka pirzimanî Zîlan hin zêdetir têr dike. Ew dibêje ku hem wekî vokal xebitandina zimanek cuda hem jî fêrbûna bilêvkirinek cûda pir pêşdebirê. 
“Çîroka strana bi her zimanî heye. Dema ku hûn stranan dibêjin an jî hewl didin wan stranan lêbixin, hûn çîrokê li wir dijîn. Ez berî ku stranekê bibêjim, bi gelemperî li çîroka wê dinêrim. Ji bo çi hatiye nivîsandin? Ji bo kê hatiye nivîsandin? Strana evînê ye an ne? Tiştek efsaneyî an destaniye? Dibe ku ev yek ji wan sedemên herî mezin be ku ez vê yekê ewqasî li ser amûr an jî dengê xwe nîşan didim. Tiştê ku ez ê bibêjim an jî lêbixim divê çîrokek wê hebe. Ji ber vê yekê, dema ku ez lêkolînan dikim û pir zimanan, pir çîrokan dibînim, ev dihêle ku ez bi rengekî pêş ve bikevim. Amûrên ku di muzîka zimanên cuda de tên bikaranîn min ber bi fêrbûna amûrên din ve jî dibib. Awaz û şêweyên rîtmê yên li wir ji şêwaza muzîkê ya li erdnîgariya me pir cuda ye. Ev jî mirovan pêşveçûna domdar re vekirî dihêle. Hûn her gav diçin rêwîtiyên cuda. Pir xweş û pir bi kêfxweşî ye ku mirov li wir bigere û hestên li wir tam bike.” 
"Şêweya min a îfadekirinê li wir pêk tê”
Her çiqas amûra sereke ya Zîlanê def be jî lê di pêvajoya perwerde û pêşketinê de li amûrên wek djembe, dimbilk, tonbak, bendîr jî dixe. Zîlan a ku dibêje amûr di nava wê de coşeke axaftina xwe wiha berdewam dike:
"Ew tiştê herî mezin e ku min li wir digre. Ez gelek bi karakterê xwe ve girê didim. Kêfxweşiya we jî coş e, xemgîniya we jî. Def amûreke ku heta îro li gelek cihan hatiye bikaranîn e. Ew amûrek e di cenaze, meydan û merasîman de... Amûrek ku li cihên hem xemgînî û hem jî heyecan di lûtkeyê de tê jiyîn hatiye avakirin. Ez jî bi gelemperî hestên xwe bi vî rengî dijîm. Jiyana min bi vî awayî diherike. Ez di defê de xwe dibînim. Şêweya min a îfadekirinê li wir pêk tê.”
“Têkoşînek me heye. Hêvî dikim ev hîn zêdetir bibe” 
Zîlan balê dikşîne ser zextên civakî yên ku jin hem di qada hunerê de hem jî li hemû qadên jiyanê hewl didin li ber xwe bidin. Zîlan diyar dike ku ji ber sedema rolên cuda yên di nava civakê ji jinan re hatine dayîn, jin di nava civakê de ji hunerê qut dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Cihekî ku civak dixwaze me lê bi cih bike heye yan jî hewldanek heye ku li gorî asayîtiya xwe şekil bide. Em li dijî feraseta ku civak ferz dike ya ku dibêje "Bila jin li malê xwarinê çêbikin, paqijiyê bikin û zarokan xwedî bikin" têdikoşin. Ez dixwazim bi jinan re di vê qadê de azad bibim, hevkariyê bikim û bi wan re bixebitim. Ji ber ku ez dixwazim zêdetir jinan di nava civakê de bibînim, zêdetir hembêz dikim. Ez van hestan bi hembêzkirina cefaya jineke ku dixwaze bistirê lê nikare bistirê, jina ku dixwaze li amûrek bixe yan jî dixwaze wêne çêke û dans bike, dijîm. Têkoşînek me heye. Ez hêvî dikim ev ji bo me jinan hîn zêdetir bibe.”