Em tenê bi hunerê dikarin pêşî li tundiyê bigirin

Ozlem Tezcan Dertsîz nivîskara helbest û pirtûkên zarokan e. Ew bi dilgermî du zarokên xwe dike û di navbera karên malê de bi hezkirin dinivîse. Nivîskar û di heman demê de mamosteyê wêjeyê ye jî. Ew difikire ku bi perwerdeya hunerê ya di nava pergala perwerdeyê de pêşî li tundiyê dikare were girtin. Ji bo kesên ku ji kêmbûna demê ya ji bo nivîsandinê yan mijûlbûna bi hunerê re gilî dikin dibejê; “Dema ku zarokên xwe radizînim û dema li malê makarna çedikim, ez dinivîsim. Ji ber vê yekê ez fêr bûm ku dema xwe baş bi kar bînim."

ZEYNEP PEHLÎVAN
Îzmîr- Ez dixwazim çîroka jiyana balkêş a Ozlem Tezcan Dertsîz bi we re parve bikim ku di van demên dawî de tevî nasnameya xwe ya helbestvan li pêş e di warê wêjeya zarokan de dest bi hilberînê dike. Ozlem Tezcan Dertsîz ku di 1972'an de li Edîrneyê ji dayik bûye û zarokatiya xwe li wir derbas kiriye, dibejê ku ew di nav pirtûk û kovaran de mezin dibe. Ev rewş, bingeha jêhatîbûna nivîsandina wê ya îro ava dike. Li aliyê din, dayika wê ya ku mamosteya îngilîzî ye, pir ji pirtûkan hez dike û ji ber bavê wê helbestvan e di perwerdeya wê de jê re dibe avantajek girîng. Piştî xwendina xwe ya li Edîrneyê ya heta dibistana amadehî, ew beşa edebiyatê, ya ku bi salan xeyal dikir, qezenc dike; lê belê, serpêhatiyên wê yên berê ji xeyalên wê pir cudatir bûne.
“Min digot ji bo ez bibim wêjevanek mecbûr im beşa wêjeyê bixwînim. Min li Zanîngeha Marmarayê beşa Zimanê Tirkî û Mamostahiya Wêjeyê qezenc kir. Ez li wir pir dilşikestî bûm. Ez ketim nava pergalek perwerdiyê ya ku bi tevahî li ser wêjeya kevnar sekinîbû. Lê ez nikarim sûda ji hînbûna kevneşopiya kevn înkar bikim. Lê belê, her çend min pişt re mastera xwe kir jî min tu carî perwerdeya zanîngehê ya ku xeyal dikir nedît. Dema ku min nekarî tiştê lê digeriyam di jiyana xwe ya perwerdeyê bibînim, min biryar da ku bibim mamoste."
"Dema makarne tevlihev dikim helbestan dinivîsim"
Ozlem difikire ku mamostetî yek ji wan biryarên wê yên herî baş e ku di jiyana xwe de daye. Ew dibêje ku meriv karibe ji bo zarokek biçûk jî bibe alîkar guherînek çêbike mirov pir pê motîve dibe. Bi rastî, zanîna xwe, di dema jiyana mamostehiyê de zêdetir kiriye digel wê bingeha xurt a ku di ciwaniya xwe de li Edîrneyê ava bûbû û niha ew hêdî hêdî dest bi derxistina helbestên xwe ji bêrîka xwe dike. Li aliyê din, Ozlem di vê pêvajoyê de dizewice û du zarokên wê çedibin. Ji aliyê din ve jî her çiqas zarokêk wê bi nexweşiya otîzmê ye jî ne ji jiyan, pîşe û ne jî ji wêjeyê aciz dibe.
Zewac, dayikbûn, mamostehî… Ez dipirsim ku hûn di vê tekoşîna dijwar de çi wextî didin helbestê. Ew bi ken Bi ken bersiveke bi heybet dide min: “Dema makarne tevlihev dikim karê xwe yê nivîsê dikim! Tevî jiyana xwe ya kar û xwedîkirina zarokek bi otîzm, min bi rengekî xwe wext da edebiyatê. Mirovan her gav ji min dipirsin ‘Hûn kengê dikarin binivîsin?’ Ez dibêjim ew helbest dema ku ez makarne tevlihev dikim an jî dema zarok radizînim dinivîsînim. Tiştên ku min di hişê xwe de berhev kiribûn hene ku binivîsim. Dibe ku bi vî rengî ez fêr bûm ku demê baş bi kar bînim. Ne hêsan e ku meriv tiştên ku civak li jinan ferz dike, dikeve nava genên me, hema wan di kodên me de şîfreyan çêdike derbas bike. Digel ku zarokên min hinekî mezin bûn û teqawîd bûyîna min a berî salekê hinek dema min zêdetir bû. Di sala 2000'an de, dema ku min Xelata Ciwaniyê ya Yaşar Nabi Nayir ji Kovara Varlik stend, pêvajoya weşana pirtûka min bi rengek destpê kir; lê belê, min nexwest pirtûkek bêyî ku tiştê min nivîsandî ne baş werin lihevdanîn û vehesandin çap bikim.”
"Pêdiviya me hemûyan bi helbestan heye"
Ji bo helbestvanek ciwan ku hîn pirtûkek wê tune ye, bidestxistina xelata bi prestîj a wekî Xelata Ciwanan a Yaşar Nabî Nayir ne destkeftiyek e ku were paşguhkirin. Wekî din, ev xelata taybet di demên şûnde "Xelata Helbestê ya Alî Riza Erten" tê şopandin. Di salên paşîn de, Ozlem gelek pirtûkên zarokan li gel pirtûkên helbestan ên wekî “Şîmdî Gîtsem Guz” û “Sus Şarkilar” tên zêdekirin.
"Ez difikirim ku pêdiviya me hemûyan bi helbestan heye. Bi taybetî wan deman! Helbest, hêzek pir ecêb e ku dikare bibe melhema birînan û coşa mirovan zêde bike. Xwezî me bikaribûya helbestê bigirta navenda pergala xwe ya perwerdeyê. Di van demên dawî de, dildariya min ji helbestê re dîsa zêde bû. Li aliyê din, wêjeya zarokan jî di nava serpêhatiya nivîsandina min de bû. Ez difikirim divê zanebûn û bîranînên ku min di dema mamostehiya xwe de bi dest xistine winda nebin. Niha romanek min a ciwanan heye, ku li benda çapê ye. 
"Pergala perwerdeyê ya heyî hunerê li derve dihêle"
Ozlem; tiştê ku ji mamostehî û dayiktiya xwe fêr bûye, di rêyên aloz ên helbestê re derbas kirine, berdewam dike. Mîna gelek helbestvanan, ew jî bi kurtasî di wî baweriyê de ye ku helbest, pirtûk û wêje şîfa ye. Dibêje: “Pirtûk dikarin we bibin cîhana ku hûn dixwazin. Wekî din, ew dikare vê yekê ji ekranan çêtir bike. Bi rastî, min tu carî pirtûkek ku nexwendibe, ji bo xwendekarên xwe pêşniyar nekiriye. Ev pirsgirêkek pir girîng e! Ger em di temenek biçûk de zarokên xwe birîndar bikin, em ê wê kêfxweşiya wê ji holê rabikin û ez difikirim ku em ê tu carî nikaribin pirtûkek bi wan bidin xwendin. Her wiha ez şîdet û tunebûna hezkirinê di nava civaka me de bi perwerdeya hunerî ya pir hindik a di pergala perwerdeyê de heye re girê didim. Bi tevahî girîngiya serkeftina akademîk derdixe pêşî; lê em qala pergalek perwerdeyê dikin ku huner û wêjeyê ji holê radike û tune dike. Ger em karibin zarokên xwe bi stran, şano, xwendina pirtûkan mezin bikin, ew dikarin jiyana kesên din bibînin û tecrûbeyan ji hîn bibin. Tenê wê hingê em ê, bikaribin pêşiya tundiyê bigrin."