'Em ê bi çand û hunera xwe ya resen civaka xwe biparêzin'

Evîn Mihemed a ku li tembûrê dide û stranan dibêje got: "Weke nifşê nû yê vê civakê, em ê bi çand û hunera xwe ya resen civaka xwe biparêzin."

PERWÎN AMARA

Qamişlo – Huner perçeyek ji jiyana mirovan e. Dengê muzîkê yek ji wan dengan e ku mirovan dixe nava aramiyeke bêsînor. Evîn Mihemed a 19 salî ya ji bajarê Qamişlo-Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di 12 saliya xwe de bi kar û xebatên hunerê re mijûl dibe. Evîn Mihemed hem li tembûrê dide hem jî stranan dibêje. Der barê huner û lêdana xwe ya amûrê de nêrîna xwe parve kir.

Evîn Mihemed a ku di temenekî biçûk de fêrî amûrên muzîkê dibe, dibêje heta niha jî di gelek civakan de huner weke karê jinan nayê dîtin û got: "Huner ji bo min tiştekî gelekî giranbiha ye û ez gelekî ji kar û xebatên hunerê hez dikim. Di kar û xebatên hunerê de tu astengî li pêşiya min çênebûn. Di mijara hunerê de malbata min jî gelekî piştgirî da min û bi min re bûn alîkar da ku ez bikaribim xeyalên xwe pêk bînim."

'Huner xeyala min a zarokatiyê bû'

Evîn Mihemed ji bo pêşeroja zarokan jî wiha qala xebata xwe ya hunerê kir: "Di rojên pêş de ez dixwazim ji bo pêşeroja zarokan û civakê pirtûkekê li ser muzîkê amade bikim jixwe min dest bi amadekariya wê kiriye. Ji bo ku ez bikaribim zarokan perwerde bikim, ez dixwazim di demên pêş de dibistaneke muzîkê vekim. Xeyalên min ên zaroktiyê ew bûn ku ez bikaribim weke jineke Kurd bi serbilindî zarokan perwerde bikim û bihêlim ku fikra civakê der barê hunerê de were guhertin. Carna mirov aciz dibe nikare acizbûn, hezkirin û kêfxweşiya xwe bi lêv bike lê mirov bi riya huner û stranan dikare wan hestên xwe bîne ser ziman."

'Em ê bi çanda xwe ya kevnar civaka xwe biparêzin'

Evîn Mihemed ji bo çand û hunera Kurdî ya resen jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ez piranî li stran û helbestên Mihemed Şêxo guhdarî dikim û gelek caran stranên Mihemed Şêxo dibêjim. Divê em hunermendên xwe yên berê ji bîr nekin, ji ber ku ew ji bo me dibistanên esasî ne. Em weke nifşê nû yê civakê, bi stran û hunera xwe, çanda civaka xwe ya kevnar diparêzin. Ez hem li tembûrê didim, hem jî kemanê fêr dibim û dixwazim di demên pêş de fêrî hemû amûrên muzîkê bibim. Divê her jina ciwan tirsa di hundirê xwe de derbas bike û li hunera Kurdî xwedî derkeve."