‘Em dixwazin bi govenda xwe çanda xwe biparêzin’

Stêra Zêrîn a Wargeha Mexmûrê ya koma govendê ya 25 zarokan pêktê avakir, hewil dide bi rêya perwerdeyan zarok û ciwanan fêrî çand û hûnere bike.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Navenda Stêra Zêrîn a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, her sal di werza havînê de ji bo zarokên wargehê dewreya perwerdeya ensturmanan dide destpêkirin. Îsal jî di 1’ê Hezîranê de ji bo nêzî 200 zarok û ciwanên Mexmûrê dewreyek perwerdeya enstrumanan hatibû destpêkirin. Di dewreyê de perwerdeya saz, gîtar û erbaneyê û her wiha perwerdeya govendê tê dayîn.

Navenda Stêra Zêrîn a ji bo şahî û pîrozbahiyên wargehê pêşengî dike, zarok û ciwanên wargehê bi rêya perwerdeyan fêrî govend û stranbejiyê dike. Stêra Zêrîn di çarçoveya van perwerdeyan de komekî govendê ya zarokan avakir. Koma govendê ya ji 25 zarokan pêk tê, nêzî 15 roj in her şev ji aliyê mamosteyên govendê yên Stêra Zêrîn ve tên perwerdekirin.

Mamoste û zarokên di koma govendê de cihdigrin, der barê armanca perwerdeyên xwe de ji ajansa me re axivîn.

‘Kelecan û kêyfxweşiya zarokan morelek mezin dide me’

Yek jî mamosteyên Koma Govendê Doza Kara, diyar kir ku ev zêdetirî du meh in ji bo zarok û ciwanên Wargehê Mexmûrê perwerde dane destpêkirin û wiha got: “Em wek Stêra Zêrîn ev du meh in ji bo zarok û ciwanên wargehê xwedî hêz bin û xwedî çand xwe derbikevin, perwerde enstruman û govendê hatiye destpêkirin. Niha jî me ji bo pîrozbahiya 15’ê Tebaxê komekî govendê ava kiriye. Em wek mamoste di nava kar û xebatek mezin de ne. Kêlecan û kêyfxweşiya zarokan morelek mezin dide me.”

‘Em ê li dijî êrîşan govendên xwe mezin bikin’

Doza Kara, balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a li dijî çand û hûnera gelê Kurd û wiha got: “Ev demek dirêje dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî me tundtir dike. Dewleta Tirk êrîşê çand û hûnerê me dike. Ji bo ku em nebin dewleta Tirk bigihîje armanca xwe, em hewil didin zarokan fêrî çand û hûnera xwe bikin. Em dixwazin bi govenda xwe çanda xwe biparêzin. Em ê govendên xwe mezin bikin û nehêlin dijmin bigihê armanca xwe.”

‘Di nava koma me de kelecan û kêyfxweşiyek mezin heye’

Wek jî endama Stêra Zêrîn Rojbîn Otun a di koma govendê de cih digre, wiha got: “Dema dibe werza havînê em wek Stêra Zêrîn û TEV-Çandê di nava kar û xebatan de ne. Ez jî di nava koma govendê de cih digrim. Em wek nêzî 200 zarok û ciwan perwerdeyên wek saz, gitar û erbanê dibînin. Her wiha di akademiya Şehîd Serhed de jî perwerde tê dayîn. Em wek koma govendê ya 25 kesan pêkte, ev nêzî 15 roj in her şev provayên govendê dikin. Di nava koma me de kelecan û kêyfxweşiyek mezin heye.

‘Herî zêde jin xwedî li çand û hunera xwe derdikevin’

Viyan Yigit a 4 salin di nava kar û xebatên Stêra Zêrin de cih digre diyar kir ku herî zêde jin xwedî çand û hunera xwe derdikevin û wiha axivî: “Em ji bo xwedî li çanda xwe derbikevin, perwerdeya govendê dibînin. Piraniya hejmara me ji zaroken keç pêkten. Ev jî cihê keyxweşiyek mezin e. Herî zêde jin xwedî li çanda xwe derdikevin û diparêzin. Ez bang li hemû malbatan dikim ku zarokên xwe fêrî çand û hunera xwe bikin.”

‘Em li dijî êrişan xwedî çanda xwe derbikevin’

Dezdar Otun ê ku di koma govendê de cih digre, bang li gelê Kurd kir ku xwedî li çand û hunera xwe derbikevin: “Ev çar salin ez di nava Stêra Zêrîn de cih digrim. Dewleta Tirk di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser çanda me zêdekiriye. Em li dijî êrişan ji bo xwedî çanda xwe derbikevin, xebatên xwe dimeşînin. Ez bang li hemû kesan dikim ku xwedî çand û nasnameya xwe derbikevin.”