Duyemîn Mihrîcana Merdotho ya folklorî li Qamişlo destpê kir

Duyemîn Mihrîcana Merdotho ya Çand û Hunera Suryanî ji bo danasîna çand û folklora Suryanî bi beşdariyeke berfireh û coşeke mezin li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir.

Qamişlo- Bi armanca parastina çand û folklora Suryanî û nasandina pêkhateyên din bi mîrateya wê, bi amadebûna kesayetên çandî û civakî, çalakiyên roja duyemîn a Mehrîcana Merdotho ya Çand û Hunera Suryanî  ku ji aliyê Komeleya Çandî ya Suryaniyan li Sûriyê ve tê organîzekirin, li Hola Selam a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyû destpê kir.

Piştî bixêrhatina mêhvanan, mihrîcan bi pêşandana peykerên Komeleya Çandî ya Suryaniyan li Sûriyê destpê kir. Di berdewamiya mihrîcanê de jî, çendîn dîlan û debkat ên Suryanî ji aliyê komên jêrîn ve hatin pêşkêşkirin. Her wiha ji aliyê Ciwanên Pêşverû ve tabloyeke hunerî hat pêşkêşkirin. Di nav mihrîcanê de jî pêşengehek ji aliyê Yekîtiya Jinên Suryanî ve hat pêşkêşkirin.

“Rola herî mezin di vejandina mîrateyê de ya jinan e”

Di çarçoveya mihrîcana Merdotho de,  Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sebah Şabo diyar kir ku duyemîn Mihrîcana Merdotho ya salane dê sê rojan li pey hev bidome û wiha got: “Di bernameya mihrîcanê de gelek paragraf ji bo vejandina mîrata Suryaniyan bi srtanên Suryanî û debkên kevneşopî yên jibîrkirî vedihewîne. Her wiha di mihrîcanê de pêşangehek ji aliyê Yekitiya Jinên Suryan ve ya mîrateyên kevnar ên ku dayikên me parastiye û bi destên wan hatiye çêkirin, vedihewîne û ev jî nîşan dide ku roleke mezin a jinan di vejandina mîrateyê de heye.

“Em hemû pêkhate li ser esasê jiyana hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn”

Sebah Şabo destnîşan kir armanca gelê Suryanî ew e ku  ji cîhanê re bigihînin û bidin naskirin ku gelê Suryanî ji gelên kevnar û pîroz e li herêmê û wiha pê de çû: “Bi taybet ji ber ku em weke pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn ku Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çerkez û Tirkmer jî di nav de ne. Lewma me xwest ku li ser esasê jiyana hevbeş li herêmên di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mîrateya xwe bi pêkhateyên di re parve bikin.”

“Bi riya muzîka xwe em dixwazin mîrateya xwe vegerînin û vejînin”

Berpirsa koma Touma Nehreu Besîme Hanna ku bi gelek stranên kevneşopî beşdarî festîvalê bû wiha anî ziman: “Me xwest em weke komek muzîkê beşdarî festîvalê bibin da ku mîrateya xwe vegerînin û vejînin. Girîngiya festîvaleke bi vî rengî ji ber vejandina mîrateya kevnar a Suryaniyan û naskirina pêkhateyên din bi mîrateya me, wateya xwe mezin e û ev yek cihê şanaziyê ye.”

Çalakiyên roja yekem a festîvalê bi gerandina beşdaran di nav pêşengeheke mîrasê de bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên roja yekemîn ji mihrîcanê li bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin, dê sê rojan bidome.