Duyemîn mehrecana zarokan li Şehbayê hatibû destpêkirin dawî bû

Li kantona Şehabyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Tevgera Hîlala zêrîn mehrecana Zarokan ya mewsima xwe duyemîn li dar xistin.

Şehba- Bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrîn duyemîn mehrecana zarokan bi diruşmeya "Aşîtî bi xemla zarokan bedew dibe" li hola navenda Çand û Huner a nvçeya Ehdas Şehbayê li dar xistin. Ev mehrecan di 22'ê Cotmehê de dest pêkir û wê du rojan bi çalakiyên cur bi cur ji hunerî, çandî û fiklorî dom kir. Di vê mehrecanê de 21 komên zarokan ji tevahî rengên civakê beşdar bûn û hunerên xwe pêşkêş kirin. Di mehrecanê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêmê û zarokên dibistanan amade bûn. Mehrecana zarokan di mewsima xwe ya yekem de li kantona Efrînê di sala 2013'an de bi pêşengtiya Tevgera Çand û Huner hate li dar xistin. zarok ji temenên 7 saliyê heya 16 saliyê cih di vê mehrecanê de digirin.   
Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrîn Mizgîn Çolaq balkişand ser amadekariya mehrecana zarokan û ev tiş bi lêv kir: "Em wek Hîlala Zêrîn ev bû du meh em amadekariya mehrecana zarokan dikin ku tê de hemû beşên hunerî û çandî di nav xwe de dihewîne. Me xwest li ser asta Şehbayê em hemû komên hunerê ya zarokan beşdarî vê mehrecanê bikin û girîngî bidin hunerên wan. Di Şehbayê de gelek pêkhateyên cuda hene me jî xwest em xwedî li hemû rengên civakê derbikevin ew jî bi rêya mehrecanê. Armanca me ji darxistina mehrecanê zarokan ew bû ku em mûralên zarokan bilind bikin û bandoriyên şer û koçberiyê li ser wan sivik bikin. Bi rêya êrîşên şerê taybet dixwazin zarokan hedef bigirin û wan ji civakê dûr bixin. Zarok gelek meraqên xwe li ser hunerê hene û di vê mehrecanê de girêdanbûna wan bi çandê re jî radighîne. Di mehrecanê de 21 komên zarokan beşdar dibin, roja yekem yazdeh komên stran, govend û şano û di roja duyem de jî 10 kom hunerên xwe pêşkêş dikin. Ruxmî astenî û zehmetiyê em dibînin ji aliyê peydakirina amûran jî dîsa hewildanên me hene ku em xwedî li çand û filklora xwe derbikevin."
Endama koma Ş. Hêva ya stranan a Hîlala Zêrîn Rûjîn Mihemed ku bi stranên xwe beşdarî mehrecanê bûne wiha kêf xweşiya xwe tîne ziman: "Ez cih di koma stranan de digirim. Piraniya stranên me filklorî û ser azadiya Rêber Apo û welat e. Em gelek kêf xweş bû ji ber beşdarî mehrecanê bûn ta ku em karibin dengên xwe bighînin milet û zarokan. Ruxmî êrîşên ku li ser me tên kirin jî dîsa em dev ji çand û filklora xwe bernadin. Xwesteka me ew e ku em bi zimanê xwe wek hemû cîhanê bixwînin û bi lêv bikin."