'Divê xebatên hunera dikê ji rêzê neyên dîtin'

Jinên di qada hunera dikê de cih digrin diyar dikin ku bi awayekî xurt dixebitin û hebûna xwe nîşan didin û dibêjin ku divê xebatên hunera dikê ji rêzê neyên dîtin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Senarîstên jin ên tevlî sempozyûma ku di çarçoveya Festîvala Derhênerên Jin a Jasad a Navneteweyî de li Rebatê hate lidarxistin bûn, diyar kirin ku jinan di hunera dikê de bi têkoşînê hebûna xwe ava kirine. Senarîst-Derhêner Ulyana Bridot ji Enstîtuya Bilind a Huner û Vejîna Çandî ya Şanoyê, diyar kir ku jin di qada hunera dikê de zêdetir girêdayî û eleqeyê xebatên xwe ne û da zanîn jin her dem karê xwe bi awayekî serkeftî bi cih tînin. Ulyana Brîdot a anî zimab ji Romanyayê hatiye Mexribê, diyar kir ew jî di nav de jinên di qada hunera dikê de cih digrin, pir zêde rastî zehmetî û cudakariyên tên.

'Divê xebatên senografî wisa ji rêzê neyên dîtin’

Senarîst Rafîqa Ben Maîmon, diyar kir karkirina bi derhênerên jin re ji karkirina derhênerên mêr zêdetir kêyfxweştir e û wiha got: "Ji ber ku jin dikarin di mijarên hin hesasiyetên hevpar de fikr û têgihîştin pêş bixin." Rafîqa Ben Maîmon, wiha got:

“Min berê bi derhênerên jêhatî re karkir, lê min hîs dikir hertim fikir û pêşniyarên ku ez pêşkêş dikin nayên fêmkirin. Ev rewşê gelek caran xeyalên min şikand. Min her dem ji ber ku bi hin derhênerên îdia dikin her tiştî dizanin û heta hûrguliyên herî biçûk mudaxele hebû tiştên re kar kir, nerehetî hîs kir. Divê xebatên hunera dikê ji rêzê neyên dîtin. Divê derhêner ji bo senarîst hemû tiştên ji dest wan tê bikin.”

'Mûçeyên ku heq dikin nagirin'

Derhênera dikê Noura Îsmaîl a bi eslê xwe Yemenî ye û li Mexribê dijî, diyar kir ku jinên di hunera dikê de dixebitin di serî de zêdetir li ser sêwirandina cilan disekinin lê bi demê re dest bi ketina qadên wekî dekorasyon û ronahiyê dikin. Noura Îsmaîl, diyar kir ku ji ber gelek berhemên xwe yên di sêwirandina cilan de xelatan girtiye û wiha got: “Ez di malbatek eleqedarê wêje, huner û perwerdeyê de mezin bûm. Ez ji ber eşqa xwe ya ji bo xêzkirin û dîroka cilan tevlî cîhana senografî bûm. Lê di vê qadê de jin û mêr mûçeyên ku heq dikin nagirin. Tevî ku pergalek diyarkirî ya mûçeyan heye jî hilberîner ji vê re rêzê nagirin.”

Derhênera Dikê Sarah Al-Raghaî ya ji Mexribê ye, diyar kir ku di destpêka karê xwe de bi hinceta ku di mijara dekorasyon û ronahiyê de pispor hene, ji wê hatiye xwestin tenê cilan amede bikin. Sarah Al-Raghaî, da zanîn ku hemû endamên ekîba qada dikê amade dike mêr in û wiha got: “Vê rewşê xeyalên min şikand. Ji ber ku min dixwest bikevim nava hemû qadan. Piştre ez ketim atolyeya senografiyê û min dest bi amadekirina hemû hûrguliyên ku ji bo pêşandana şanoyê pêwîst dikin kir. Min ekîba xebatê birêve bir. Helbet di destpêkê de hêsan nebû. Pir zehmet bû ku ez ji bo mêrên ji min gelek mezin re terza xwe pêk bînim. Ez bawer dikim ku her mirov xwedî terz û destêdayînek cuda ye. Afirîner û hunermend naşibin hev.”