‘Divê malbat giringî bidin kêrhatiyên zarokên xwe’

Jînda Îbrahîm a ku gelek ji muzîkê hez dike her werza havînê beşdarî dewreyên perwerdê yên muzîkê dibe, diyarkir ku di temenê ciwan de derfetê fêrbûnê zêdetir heye, divê malbat piştgiriya zarokên xwe bikin.

ŞIYA KOYE

Koye- Li bajarokê Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê ya herêma federe a Kurdistanê navendek bi navê ‘Navenda Çalakiyên ciwanên Koye’ heye û hemû Kurdan li hev kom dike. Ev navend xizmetê ji bo ciwanên li herêmê dikin û dewreyên muzîkê bê beramber e, bi salan e gelek kes dewreyên perwerdeyan dibinin. Navend li gel Rêxistina Parastina Zarokan ku di 20 Hezîrana 2002’an de hatiye damezrandin û xizmetê zarokên keç û xort re dike.

Jînda Îbrahîm jinek ciwan ya Rojavayê Kurdistane û xelkê bajarê Efrînê ye, niha li Koye jiyan dike, werza havînan diçe dewreya perwerdeya muzîkê. Jînda ya gitarjenek bi hêz e û di heman demê de stranan jî dibêje wiha got: “Divê zêdetir xeyalên me hebin û em ji cîhanê re ragihînin ku Kurd jî dikarin gelek tiştên baş bikin.”

‘Ez gelek ji muzîk û amûrên muzîkê hez dikim’

Jînda Îbrahîm anî ziman ku xewn û xeyalên wê muzîk e û wiha got: “Ez xelkê Rojavayê Kurdistanê me û di qonaxa 11 ya amedeyî de dixwînim, ji ber hezkirina min ya ji muzîkê re beşdarî dewreyên perwerdeya havînê dibim û min beşa muzîkê hilbijartiye. Berê jî dema li dibîstana seretayî bûm beşdarî dewreyên muzîkê dibûm, niha dûbare min dest bi lêdana gîtar û piyano kiriye. Bavê min di karê hunerî de piştgiriya min kir û ew jî gelek ji hunerê hez dike. Mamostayên min her dibêjin her tim beşdarî dewreyên din ên muzîkê bibe. Hevalên min gitara wan hebû, min nebû ev jî wisan li min kir hewl bidim, lê belê bi piştevaniya mamosta û bavê xwe min hewla xwe berdewam kir. Piştre mamostayan gitara navendê da min daku bikarim li ser bi xebitim.”

‘Stran gotin derûniya min aram dike’

Jînda Îbrahîm a di heman demê de stranan jî dibêje, der barê gotina stranan de wiha got: “Ez naxwazim bibim stranbêj, ez tenê ji bo xwe stranan dibêjim, bi gotina stranan ez aram dibim û derûniya min aram dibe. Herwiha hewl didim xwe pêş bixim û dema di pêşerojê de min stran got bizanin ez jinek Kurd im û xelkê Efrînê me. Ez jî dikarim berhemên mezin pêşkêş bikim û hemû kesek bizanin Kurd dikarin di hemû qadan de serkeftî bin.”

Jînda Îbrahîm wiha behsa xeyalên xwe kir: “Xeyalên min tenê ne muzîkjeniye, ji ber ez ji endezyariyê hez dikim, muzîk beşek ji daxwazên min e, divê xeyalên min gelek bin ji ber ger xeyalên min pêknehat ez dilteng nebim û xeyalên min yên din hebin, daku di jiyanê de bê hêvî nebim. Lê belê bê guman divê her kesekê ku xeyalên wê hebe hewla wê bidin.”

‘Divê malbat giringî bidin hêza zarokên xwe’

Jînda Îbrahîm der barê hatina Navenda Çalakiyên Ciwanên Koye de wiha dibêje: “Rojane ez bi lingan têm, nêzîkî 25 deqeyan rê dimeşim heta digihim navendê. Lê belê ew rê dûre ev jî min ji hewla min sar nake, berovajî ez zêdetir hewl didim di dema xwe de bigihim. Ez sipasiya mamostayên xwe dikim. Niha em di temenê xwe yê ciwan dene, derfetê me yê fêrbûnê zêdetire û fêrî tiştan dibin. Di mezinahiyê de nikarin fêr bibin. Divê mirov tenê giringî nede xwendinê, divê hewla fêrbûna kêrhatiyên din ji bîdin. Nabe malbat tenê giringî bidin xwendinê, divê giringî bidin kêrhatiyên zarokên xwe û alîkariya wan bikin da ku di jiyanê de serkeftî bin.”