Divê jin tenê kesên ku behremendiya wan bi rûmet dibînin qebûl bikin

Çi dixwazî bibêje stranek ku Îman Ibrahîm piştî demek dirêj bi wê vedigere qadên hunerî ye. Têkildarî hunermendiya xwe diyar dike ku ew di atmosferek civakî siyasî de mezin bûye, bi stranên hunermendên mezin bandor bûye û dest bi gotina stranan kiriye.

NÛR SIRÎB
Yemen – Îman Ibrahîm hunermendek Yemenê ye ku di salên heştêyî de dengê wê hatiye bihîstin û guhdarîkirin. Ew beşdarî gelek bûyeran bûye û di gelek civînên çandî de nûnertiya Yemenê kiriye. Wê stranên ku gotinên wan ên helbestvan awazên hunermendên mezin gotine û piştî demek dirêj, bi strana "Tu çi dixwazî bêjî" ya ku ji hêla helbestvan Mihemed El Şerefî ve hatiye nivîsandin û ji hêla Murad Eqrebî ve hatiye çêkirin vegeriya qada hunerê.
Îman Ibrahîm hunermendek Yemenî ye ji bajarê Edenê ye, wê dibistanên seretayî û navîn li Edenê xwendiye û xwendina xwe ya zanîngehê, beşa civaknasiyê li Şamê, paytexta Sûriyeyê berdewam kir.
Ajansa me bi hunermenda Yemenê Îman Ibrahîm re li ser kariyera wê ya hunerî û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû mane axivî.
Îman Ibrahîm der barê destpêkirina xwe de got; "Ez di hawirdorek civakî û siyasî de mezin bûm. Min dest bi stranên giranbiha yên hunermend û helbestvanên mezin kir û min karibû lingên xwe bavêjim jîngehek hunerî ya tijî kesayetên mezin. Min bi karên xwe yên hunerî şop xwe hişt û mohra li hunerê da.”
Li ser zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû maye jî wiha domand; "Di destpêkê de, ew qonaxeke dijwar bû hem li cîhana Ereb hem jî ya navneteweyî. Berevajî dema niha bû rewş. Me gelek astengî di gihîştina şirketên hilberînê de dikişandin ku behreyên me yên tenê di çarçoveya Yemenê de bûn, dipejirînin. Ji  ber vê yekê rewşa bêhêvîbûn û nekariyê her dem bi me re bû û vê yekê hişt ku ez qet zewacê nefikirim…"
Ji ber şer nikarim xwe bigihîjînim arşîvan
Li ser bandora şerê ku li Yemenê berdewam dike jî got; "Şer ji gelek aliyan ve bandorê li jiyana min kir. Ji hêla teknîkî ve, min nikaribû xwe bigihîjînim arşîva stranên ku min berê di radyo û tv. ya Edenê de gotibûn û niha hatine parastin. Ez niha ji ber şer nikarim wana bi dest bixim. Hin nûçeyên têkildarî arşîvê derketin ku dihat gotin arşîv hatiye talankirin û wêrankirin. Bandora şer kûr bû. Rêça jiyana min guherî û ez ji hêla hin komên çekdar ên ku welat kontrol dikin ve hatim acizkirin. Zarokên min ji bo beşdarî eniyên şer bibin hatin xapandin. Min nikaribû wan bibînim heya ku ez karibim wan bîmin Misrê ku ez niha lê dimînim. Ez di rewşên xemgîn re derbas bûm, hêvî dikim ku tu kes wê rewşê nejî.”
Hunermend û lîstikvan li hin bajarên Yemenê ji aliyê gel ve biçûk tên dîtin. Derbarê vê yekê de jî got; "Min di jiyana xwe de gelek rewş û nêzîkahiyên ku mirov biçûk dibînin dîtin. Nemaze piştî zewaca min a bi zilamek ji herêmên bakurê Yemenê ku hunermend li wê derê bi awayê balkêş tên binavkirin. Ev yek jî tê wateya kesek ku xwediyê nirxek civakî ya mezin nîn e û ji çînek nizmtir e lê ev yek li pêş daxwaza min a vegera li qada hunerî nebû asteng. Îro pir tişt hatine guhertin, ez nikarim hemî guhertinan bînim ziman lê mirovên afirîner ji ber kêmbûna derfetan ji nav me derdikevin û êdî tevgera hunerî sekiniye, her tişt, li ber şert û mercên dijwar ên ku welat tê re derbas dibe pêşveçûn û serfiraziya wê asteng dike.”
Behremendiya xwe veneşêrin
Li ser nivîsên xwe yên pexşanî ku vegotina hestên wê û bûyerên ev çend sal in jiyane ne, di pirtûkek bi navê "Ez nikarim xemgîniyê baş bînim ziman" jî dibêje; "Hin nivîskaran tercîh kirin ku wê bixin nav pirtûkek ji her kesê re be û min daxwaza wan qebûl kir. Ez nêzîkê salekê wekî şêwirmend di hikumeta şerî de hatim tayînkirin lê biryar hîn jî nameyek li ser kaxezê ye, ji ber vê yekê tiştek min tune ye ku ez pê tevbigerim. Vê biryarê gelek zirar da min. Divê kesên eleqedar rewşa min ji nû ve hesab bikin û maf û destkeftiyên min bidin min.”
Hunermenda Yemenê Îman Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de peyamek ji hunermendên Yemenê re şand, û got; "Divê jin tenê kesên ku behremendiya wan bi rûmet dibînin qebûl bikin. Ji ber ku huner peyameke bedew e divê em her kes li pey xewn û xeyalên xwe bin da ku pêk bînin. Ger ku behremendiyek we ya rast hebe veneşêrin, şerm nekin, ji ber ku hûn keç in, berovajî wê bi xwe serbilind bin.