“Divê jin li hemberî qirkirina çandî bibin parêzvan”

Dayika Emîne Memo ji ber girêdana wê bi çandê re, alavên kevnar li gel xwe diparêze. Emîne destnîşan kir ku divê jin li hemberî qirkirina çandî bibin parezvan, ji ber alavên kevnar dîroka me pênase dikin û hebûna me mayînde dikin.

SARA ŞÊX HESEN 
Heleb-Ji bo parastina çand û kevneşopiya kurdewarî dayikan bi rêbazên cuda dikaribûn çanda xwe bidin jiyîn û berhemên dîrok û çanda Kurd bigihîjînin roja me ya îro. Li dijî qirkirina çandî jinan perpirsyariya parastina çandê hilgirtin ser milên xwe û heya niha jî di domandina vê erkê de ne. Dayika bi navê Emîne Memo ya 60 salî, dayika 4 zarokan e û ji gundê Qoşo yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Herêma Efrînê ye. Niha Emîne li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, ji ber hezkirina wê ji çanda kurdî re ji temenê 25 saliya xwe de alavên kevnar diparêze. Her wiha mala xwe kiriye mîna pêşangehekê û tê de hemû alavên kevnar ên desnîşanî çand, folklor û kevneşopiya kurdî dikin, dihewîne. Têkildarî mijarê dayike Emîne Memo ji me re axivî.  
Parastina çanda kevnar ji helandinê xaleke esasî ye
Emîne da zanîn ku ji bo çanda kurdî neyê windakirin ew alavên kevnar li gel xwe diparêze û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev tiştên niha hûn li derdora min dibînin hemû alavên ku berê dihatin bikaranîn in. Di dema dapîr û bapîrên me de ewqas amûrên jiyanê ne pêşketî bûn, hemû alav bi dest dihatin çêkirin. Ez jî pir bi çand û kevneşopiyên kurdî ve girêdayî me lewma ez tiştên berê li gel xwe dihewînim û ji helandinê diparêzim. Di dema me ya niha de pir kes hene girîngiyê nadin van amûrên çandî lê ev yek şaş e, ji ber alavên çandî dîroka me pênase dikin û hebûna me mayînde dikin. Ez li gel xwe van alavan diparêzim, paqij dikim û li wan miqate me. Di mala xwe de min odeyek teybet veqetandiye û hemû amûrên berê mîna balîf, nivîn, destar, das, fanûs, teşî, êlek, lukus, hawin û gelek amûrên din diparêzim. Ez gelekî ji alavên kevnar hez dikim û heya ji min tê ez didm hev û diparêzim. Gelek mirov hene tiştên kevnar li gel wan hene lê diçin difroşin dema ez dibihîzim, nirxê wê çiqas be ez diçim dikirim. Dema dayika min hîn neçûbû ser dilovaniya xwe, wê jî wiha alavên kevnar li gel xwe dihewandin, bi hezkirina dayika xwe re ez wiha li ser hezkirina çanda kurdî mezin bûm. Jiyana berê gelek xweş bû hemû kar me bi destên xwe dikir û çêdikir, karê bi destên mirov tama wê cuda ye û wateya wê pir girîng e. Me malên xwe bi destên xwe ava dikirin, êş û westandin me nizanibû û heya niha jî ez bi xwe vê çandê diparêzim.” 
Di nava şer û êrîşan de parastina çandê
Emîne behsa kêliyên jiyana xwe di dema şerê taxa Şêx Meqsûd de kir û wiha domand: “Şerek pir giran li taxa Şêx Meqsûd rû da. Erka me hemûyan bû em taxa xwe biparêzin, ji bo wê me cihê xwe di parastina taxê de girt û mil bi mil li kêleka şervanên xwe em sekinîn. Bi awayekî pir dijwar êrîşê ser me dikirin lê dîsa jî me erke xwe bi baldarî dida meşandin. Girêdan û bawariya me bi şehîd û şoreşgerên me mezin bû û wisa em bi ser ketin. Di rojên şer de min alavên xwe yên dîrokî parastin, min pir jê hilandin û birin cihên cuda, da ku zirar negihîje wan.  Me hem taxa xwe diparast û li aliyê din jî me çanda xwe diparast. Girîngiya têkoşînê û parastinê me di her kêliyên jiyana xwe de daye rûniştandin, em dixwazin çanda me zindî bimîne û nifşên pêşerojê jî wiha hîn bibin.”  
Erka jinan li dijî qirkirinên çandî parastin e
Emîne bang li jinan kir ku li hemberî planên ku dixwazin çanda Kurdan tune bikin, bibin parêzvan û wiha bi dawî kir: “Çanda me bingeha hebûna me ye, min zarokên xwe jî li ser bingeha girêdana bi çandê re mezin kirin. Heya niha jî zarokên min bi çand û modêlên kapîtelîzmê yên ku derketine bandor nebûne. Ger mirov ji kevneşopiyên xwe dûr bikeve, wê nasnameya xwe bide helandin. Helandina çandê bandorê li ser nirxên civakan dike, ji bo wê pêwîst e em li xwe vegerin û xwedîderketina mayînde li çanda xwe bikin. Divê jin li hemberî qirkirina çandî bibin parêzvan. Va Efrîn li ber çavên me ye dewleta tirk çanda Efrînê tune dike, şûnwarên me talan kirin û hemû hatin dizîn. Pêwîst e em hişyar bin û bi hezkirin çanda xwe biparêzin.”