‘Divê ji bo destkeftiyên hevpar em piştgiriyê bidin hev’

Hunermenda şanoyê ya Mexribê Bahîa Mortada, da zanîn ku lîstikvanên jin di mijara ragihandina êş û hestên jinan de zêdetir jêhatîne û wiha got: “Divê ji bo destkeftiyên hevpar em piştgiriyê bidin hev.”

HANAN HARITE

Mexrib- Hunermenda şanoyê Bahia Mortada, da zanîn bi têkiliyên xwe yên bi enstîtuya muzîkê û hin hevalên şanoyê re jêhatiya xwe ya lîstikvaniyê û diyar kir ku li welatê xwe û hin fîlmên biyanî jî lîstiye. Bahîa Mortada, got ku ev ezmûnên piçûk in, lê bandorek erênî li ser kariyera wê dike. Bahîa Mortada, da zanîn bi hişmendiya ku piştî beşdarbûna gelek mîhrîcan û atolyeyan bi dest xistiye, Komeleya Hunerê ya Bahîa ku ji bo zarokan xebatên hunerî pêktîne û diyar kir atolyeyan ji bo ku hunermend amûrên xwe pêşbixe, teknîkên curbexcur pêşkêş dike.

'Divê hunermend beriya her tiştî pirsgirêkên mirovan bîne ziman'

Bahîa Mortada, diyar kir divê hunermend beriya her tiştî bi giştî pirsgirêkên mirovî bîne li ser ziman û wiha got:: “Pirsgirêkên jinan jî parçeyek ji vê yekê ye. Li gorî min monodrama pir girîng e. Ji ber ku lîstokvana şanoyê ku karekteran zindî dike, lîstokvanek celebek taybet e û di lîstokê de qehremana yekanê ya ew e. Bi tenê serê xwe pêvçûnan re rû bi rû dibe. Bi rêya zimanê bedenê ji temaşevanan re hin tiştan radigihîne. Di vê wateyê de ez girîng dibînim ku der barê pirsgirêkên jinan de festîvalek were lidarxistin.”

'Şano dikare bibe rêyek guhertina nêrîna civakê'

Bahîa Mortada, diyar kir ew ê ronahî kirina pirsgirêkên jinan berdewam bike û got di dema amadekariyên destpêkirina Festîvala Monodrama ya Navneteweyî ya Basmat de ji bo dîtina kesên bi vê hunerê re eleqedar gelek zehmetî jiyan kiriye. Bahîa Mortada, wiha got: “Têkildarî pirsgirêkên jinan bi berhemên xwe yên teatral re eleqeder bûyîn, pirsgirêk û hestên jinan ronî dike. Di heman demê de dê bibe sedema ku mêr helwestên xwe yên li hember jinan ji nû ve bifikirin. “Şano dikare bibe rêyek guhertina nêrîna civakê ya li ser jinan.”

'Lîstikvanên jin dikarin pirsgirêkên jinan ronî bikin'

Bahîa Mortada, da zanîn lîstikvanên jin ên şanoyê di vegotina êş, hest û hestên xwe de zêdetir jêhatine û wiha got:

“Ji ber ku jinên lîstikvan berî ku bibe hunermed, jinekî ku bi jinên din êşa re heman êşan jiyan kiriye ye. Ji ber vê yekê hunermendên jin dikarin pirsgirêkên jinan baştir nîşan bidin û pirsgirêkên wan ronî bikin. Her wiha ji bo jinên di qada şanoyê de dixebitin hem di aliyê sazî û hem jî ji aliyê civakê de pêwîstiya wan bi piştgiriyek heye. Ez dikarim li ser navê xwe wiha bibêjim: ez hunermendek bi şano an jî televîzyonê re eleqedar dibûm. Gelek derfetên kêm jî biketina destê min, ez di warê xwe de şopek bihiştibam. Ev min ji bo sibê xweşbîn dike. Ji ber ku ez bawer dikim êdî ji niha û pê ve çi dibe bila bibe, wê baştir bibe.”

‘Jin di nivîsandina şanoyê de xwedî derfetên pir kêm in'

Bahîa Mortada, diyar kir ku şano di nivîsên xwe yên pirsgirêkên jinan de qeyran dijî û wiha got: "Şano bi sedsalane pirsgirêkên mêran diparêze, sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku mêr beriya jinan ketine vê qadê. Di nivîs û bi giştî nivîsandinê de rewşeke qeyranê heye. Di navbera berhemên kevin û pirsgirêkên civakî yên nû de valatiya demek dijîn. Dema em behsa hebûna jinan a di warê şanonivîsê de bikin, xwedî derfetên pir kêm in. Ev jî feraseta mêr a ku jinê di nava kar de ne wek eksan, weke piştgir dibîne ye. Lê belê di van salên dawî de ji cîhana nivîskarî û derhêneriyê re navên jinan tevlî dibin û me ferqkir ku em mijarên femînîstî nîqaş dikin. Lê tevî vê yekê jî hebûnên wan qels dimîne.”

'Divê em piştgiriyê bidin hev'

Bahîa Mortada, anî ziman jin di civakê de xwedî rolek bi bandor in û axaftina xwer wiha domand:

“Divê ji jinan re pozîsyonên heq dikin bê dayîn. Hunermendên jin ên Mexribê, xwedî azwerî, hêz û jêhatî ne. Jin jî dema ku fersendê bi dest bixin îsbat dikin ku dikarin çi bi dest bixin. Ji bo ronahîkirina pirsgirêkên jinan ên li herêmê, divê koordînasyonek di navbera jinên afirîner de hebe. Bi taybetî di mijarên têkildarî jinan de hebûna koordînasyonek girîng e. Divê ji bo parastina pirsgirêkên xwe yên hevpar û bidestxistina serkeftinê em piştgiriyê bidin hev. Divê em wek jinên afirîner, xwedî azwer, piştgiriya hev bikin û ji bo ji holê rakirina her cure cudakarî û neheqiya li ser jinan, hemû xebatên cidî yên di warê mirovahî de teşwîq û destek bikin. Ez difikirim sala 2024 dê ji bo hemû jinan bibe salek baş."