'Divê ji bo anîmatoran cih werin avakirin'

Li Sineyê di çalakiya ku ji bo Roja Anîmasyonê ya Navneteweyî ya Cîhanî hat lidarxistin de bal hat kişandin ku ne tenê aliyê anîmasyonan ê şahiyê heye û hat diyarkirin di gelek waran de peyamên civakî jî tên dayîn.

JUNA ARDALAN

Sine – Li bajarê Sine bi boneya “28’ê Cotmehê Roja Anîmasyonê ya Navneteweyî ya Cîhanî”, li salona hejmar 6 a Sînemaya Bahman çalakiyek bi navê “Lêkolîna Anîmasyonê” hat lidarxistin. Xwendekaran eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya ku ji aliyê Komeleya Sînemaya Cavan û Erkdarên Hînkariya Beşa Anîmasyonê ya zanîngehan ve hat lidarxistin dan. Hinek xwendekar jî neçar man ji ber tunebûna cih li ser lingan temaşe bikin.

'Anîmasyon peyamên siyasî û civakî jî didin'

Di çalakiya ku profesor û mamosteyên navdar ên anîmasyonê Fahîme Zabîhî Soltanî, Reza Ehmedyarî, Zaniar Lotfî Reza Ehmedyarî beşdar bûn de, hin anîmasyonên li seranserê cîhanê tên zanîn hatin nîşandan û der barê wan de nîqaş hatin kirin. Di axaftinan de hat balkişand  anîmasyon ne tenê ji bo zarokan e û ne tenê aliyê wê ya şahî û komediyê heye û wiha hat gotin: "Anîmasyon dikare barê li ser milên hunermend an jî fikra di mejiyê wî/wê de û yan jî peyama siyasî û civakî temsîl bike.”

‘Bi anîmasyonê re ruh didin karekter’

Seroka Komeleya Sînema Cavan Zaniar Lotfî jî di axaftina xwe de wiha got: “Di mekanê sînemayê de dîmenê bi tevger a şeklê anîmasyonê û afirandin û jiyana ku di anîmasyonê de pêk te û her wiha avakirin, rihdayîn û tevgerkirina karekterek a hunermendek, Xuda jî kêfxweş dike.”

'Me yekemîn yekîneya anîmasyonê vekir'

Yek jî mamosteya hînkariyê ya Beşa Anîmasyon û Konservatuarê ya Zanîngehê Fahîme Zabîhî Soltanî, diyar kir di sala 1980’an de ketiye vê qadê û di studyoyên Tahranê de dest bi kar kiriye. Fahîme Zabîhî Soltanî diyar kir ji sala 2011’an û vir ve ji ber zewacê nîştecihê bajarê Sineyê bûye û wiha got:

“Hevjînê min Reza Ahmedyarî yek ji profesorên anîmasyonê ye. Me di heman salê de li konservatuarê ji bo avabûna kursa anîmasyonê serlêdan kir û li zanîngehê dest bi kursa anîmasyonê kir. Me li Radyo û Televîzyona Navendî ya Kurdistanê cara ewil yekîneya anîmasyonê xist meriyetê. Me bi alîkariya xwendekarên anîmasyonê gelek rêzefîlm çêkirin. Her wiha me yekemîn şîrketa çêkirina anîmasyona li parêzgeha Kurdistanê jî pêk anî. Van xebatên me di sala 2011'an de dest pê kirin û heta roja me ya îro ber dewam dikin.”

Fahîme Zabîhî Soltanî diyar kir ew bi boneya Roja Anîmasyonê ya Cîhanê di çalakiyeke bi vî awayî de li hev civiyane û berhemên navdar ên Anîme temaşe kirin û wiha got: "Em niha dixwazin êdî çalakiyên bi vî awayî zêde bibin û civaka anîmasyonê ya li Sine hîn zêdetir mezin bibe.”

'Li Sineyê ji bo anîmasyonê pêwistî zêdetir bi cihan heye’

Mezûna beşa anîmasyonê Esra Vîse ya piştî çalakiyê ji ajansa me re axivî, diyar kir ew di nava xwendekarên yekem ên beşa anîmasyon a bajarê Sineyê de cih digre. Esra Vise anî ziman ku wê demê pirtûkên wê jî tunebûn û neçar mane ji Tahranê bikire û wiha got:

“Ev du sal in ez xebatên 'stop motion' ku yek ji şaxên bingehîn ên anîmasyonê ye dikim û hemû karên vê hunerê bi destan tên çêkirin. Qada min a pisporî sêwekariya karakter, sêwikariya mekan û anîmasyonê ye. Çêkirina Stop motion, li gorî anîmasyonên nivîsbarî yên 2D û 3D zêdetir demê digre. Li Îranê bi taybetî li Sineyê ji bo anîmasyonê pêwîstî zêdetir bi deran heye û divê bi anîmasyonên nû yên cîhanê re mijûl bibin û lêkolîn bikin. Yek ji rexneyên ku min îro anîn vê civînê jî mekan bû. Tevî ku hejmara beşdaran zêde ye jî qad ewqas biçûk e ku em neçar man li ser erdê rûnin."

'Divê zêdetir nirx bidin anîmatoran'

Esra Vîse destnîşan kir ku êdî hejmara xwendekarên anîmasyon zêde bûye û wiha got: “Di dema xwendekariya me de bi giştî du refên me hebûn. Piraniya xwendekaran ji ber kembûna tesîs û nebûna piştgiriya anîmasyon û mûçeyan dest ji xwendinê berdan." Esra Vîse ya pêşniyaran pêşkeşî Komeleya Sînema Cavan a çalakî li dar xistî kir axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Divê anîmatorên ku perwerdeyên anîmasyonê digrin, zêdetir nirx ji wan re bê dayîn û divê ji bo xwendekarên anîmasyonê bikaribin ramanên xwe pêk bînin, hîn zêdetir qad bên avakirin. Ji ber ku lêçûna çêkirina anîmasyonê pir zêde ye, pêwîstî bi laptop, trîpod, kamera û amûrên mîna wan heye. Zehmet e ku xwendekarên hunerê amûrên ji bo vî karî amade bikin, ger piştgiriyê bidin ciwanan dê di warê anîmasyonê de pêşerojeke me ya baştir çêbibe.”