Divê hûn xwe bispêrên xwe û xewnên xwe pêk bînin

Tevî dijwarîyên ku gihîştin asta tehdîd û mirinê jî Munîra ya li Yemenê karê xwe dewam dike diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve xwestiye karê modeyê bike.

NÛR SERÎB
Yemen - Munîra Fêsal, yek ji jinên bi gavên domdar, xewnên xwe bi cih aniye û xwe îsbat kiriye ku tevî karên wekî model li welatekî ku adet û kevneşopiyan li ser bandor kiriye gelek zehmet e jî di demeke kurt de li paytexta demkî ya Eden, di cîhana modayê de navdar bû. Modêl Munîra Fêsal di navbera çanda bajarê Eden ku lê mezin bûye de xwedan têkiliyeke din e,  ew di heman demê de evîndara muzîkê ye. Wê nexwest guh bide nêrînên ku vê yekê red dikin û cihê xwe di peymangeha Cemîl Xanim de girt. Di wê der barê pêkanîna daxwaz û karê xwe de wiha dibêje:
Hesteke cuda xwe li min pêça
“Destpêkê min di warê hunerê de, nemaze wekî model, di Mîhrîcana Mîrata Navneteweyî û Gelan a 2020’an de cih girt. Dema ku min kincên kevneşopî yên Kînyayê li xwe kir û piştî wê xuyangê yanî derketinê, xwediyên navendên bedewiyê bi min re têkilî danîn da ku karê xwe nîşan bidin. Di wir de hesteke cuda xwe li min pêça, ji ber ku di zaroktiya xwe de min dixwest bibim model, ji ber vê yekê min ji xwe re got, çima xwesteka xwe pêk naynim, min pêşniyarî qebûl kir û dest bi xebata modelê kir.”
Der barê pêşandana yekem de jî wiha got, "Pêşangeha yekem ku min girt ji xwediyê navendek bedewiyê bû û dûre min xwe avêt nav pêşandanan, pêşangeha dawîn a ku min girt ji hêla wênekêşekê ve hat pêşkêşkirin û niha ez li ser komediyek dixebitim ku dê di rêzefîlmên di Remezana 2021’ê de werin pêşandan.”
Ez bi kuştinên hatim tehdîtkirin
Munîra der barê dijwariyên mezin ên ku pê re rû bi rû bûye de wiha dibêje; “Ez nikarim ji we veşêrim ku ya hûn îro dibînin ne di navbera şevek û rojekê de bû. Ew berhema fedakariyan e ku wê di rabirdûya nêz de kir heya ku ew bibe ya niha. Munîraya ku hûn îro dibînin, bi zehmetiyan re rû bi rû ma gelo ji hawirdorê bû yan ji komek civakek diyar bû ku ramana jinbûnê wekî model red dike û karê zilamek di pîşeyên wiha de nayê rexnekirin. Berevajî wê, teşwîq û dilzîzî heye û ev rewşa berevajî ya ku min dîtiye ye. Hin caran ez bi kuştinê hatim tehdîtkirin û gotinên nexweş ji min re hatin gotin, di kêliyekê de ez fikirîm ku karê xwe bidim sekinandin lê ez teslîm nebûm û karê xwe yê ku min di zarokatiya xwe de jê hez dikir berdewam kir. Divê nêrîna civakê ji vê beşê re were guhertin ji ber ku model alîkariya gel dike ku karûbar û qelîteya ku ji hêla xwediyê projeyê ve hatiye peydakirin bizane.”
Xewnên xwe pêk bînin
Der barê xewnên xwe de jî got; “Xewna min jî wekî keçên din ên Yemenê ye, dixwazim ku şer bi dawî bibe û ewlehî û aramî vegere Yemena bextewar da ku ez xwendina xwe li welatê xwe di nav malbat û hezkiriyên xwe de bi dawî dikim. Ez dixwazim bêtir derfetên kar bi dest bixim da ku karê xwe hîn berfirehtir bikim. Divê ez bibêjim ku rewşa jinan niha ji ya berê pir çêtir e, ev jî ji ber derfetên ku komeleyên femînîst ji jinan re peyda kirin û bûn alîkar çêbû. Vê yekê asta jinan bilind kir û bû piştgirî ji bo wan da ku bi azadî karê xwe berdewam bikin.”
Munîra Fêsal axaftina xwe bi şandina peyamek ji jinên welatê xwe re bi dawî kir: "Ez dixwazim bi riya ajansa we xîtabî jinên welatê xwe yên ku ji şer westiyan e bikim. Jinên welatê min divê hûn xwe bispêrin xwe û xewnên xwe pêk bînin. Çiqas piçûk û mezin dibe bila bibe, di her karî de dive hûn bi xwe serbilind bin û jiyana xwe bijîn bi hemû azweriya xwe kêfa jiyanê bibînin.