“Divê em çanda dapîrên xwe biparêzin”

Hemrîn Bîrhat ji 10 saliya xwe ve dest bi gotina stranan kiriye û tevî gotina stranan, xwe hînî tembûrê kiriye.

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Hemrîn Bîrhat 18 salî ye û ji gundê Şîtka yê navçeya Mabata ya Herêma Efrînê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê, di 18'ê Adara 2018'an de bi malbata xwe re koçber dibe û berê xwe didin taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê. Hemrîn ji malbateke hunermend e û ji 10 saliya xwe ve dest bi stranan kiriye. Ev sê sal in jî dest bi lêdana tembûrê kiriye û cihê xwe di Koma Şehîd Vejîn a stranan a Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê de digire. Hemrîn girêdayî kar û xebatên xwe nêrîna ji me re axivî.
"Bi riya stranan hestên xwe parve dike"
Hemrîn Bîrhat destpêkirina stranê wiha vedibêje: "Bavê min gelek girêdayî hunerê ye û ew bi xwe jî dengbêj e. Dema em li Efrînê bûn, her şev kom dibûn, bavê min stranan digot û me jî bi wê re digot. Bavê min ferq kir ku dengê min xweş e loma bi taybetî li ser perwerdekirina dengê min sekinî. Piştî destekdayîna bavê min ez di aliyê stranan de bi pêş ketim û min xwe li navenda çand û Hunera Efrînê tomar kir. Piştî ez derbasî çand û hunerê bûm, hezkirina min ji bo stranan zêdetir bû û her roj ez tiştên nû hîn dibûm. Mamosteyên pir hêja bûn, alîkariya min dikirin da ku ez di aliyê stranan de bibim pispor. Ji ber bavê min dengbêj bû, min zêde zehmetî nejiya loma gelek stranên dengbêjiyan ên xweş min digotin. Min di nava darên zeytûnê de gelek hestên welatparêziyê vedigot lê bi êrîşkirina dewleta tirk em neçar man ji axa xwe koçber bibin."
"Piştî koçberiyê hînî tembûrê dibe"
Hemrîn Bîrhat destnîşan kir ku ew piştî koçberiyê hînî tembûrê dibe û bi riya tembûrê êş û azarên gelê xwe vedibêje û wiha domand: "Piştî koçberiyê em derbasî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bûn. Li Helebê jî ez ji karê hunerê dûr neketim û berevajî vê ez hîn zêdetir xebitîm û min xwest ez xwe hînî alavên muzîkê bikim. Tişta herî xweş di hunerê de ew e ku hem tu bistirê, hem jî li tembûrê bidî. Bi dildariyek mezin min tembûr hilbijart, ji ber tembûr di aliyê hunerê de tişta herî kevin e û ji bo kurdan tişta herî bi nirx e. Hemû alavên muzîkê xweş in lê awaza tembûrê cudatir e. Elbet her tişt zehmetiya wê heye ger mirov bi xwestek be û hewldan hebe zû hîn dibe, bi riya xwestek û hewldanê ez zû hînî tembûrê bûm. Her wiha ez cihê xwe di nava Koma Vejîn de digrim, dema em derdikevin şahiyê, ez hem li tembûrê didim, hem jî stranan dibêjim. Bi riya stranan ez êş û kêfxweşiya gelê xwe vedibêjim. Di nava hunermendan de ez herî zêde ji Eyşe Şan, Xelîl Xemgîn û Cemîl Horo bi bandor bûme. Ez ê her şopdara wan bim."
"Çanda xwe biparêzin"
Hemrîn diyar kir ku divê ew çanda dayik û dapîrên xwe biparêzin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê her dem çanda xwe ji qirkirinê biparêzin. Yên herî zêde xwedî li çanda xwe derkevin jin in lewma divê jin çanda xwe biparêzin. Her wiha divê em şopdarên Eyşe Şan wan bin loma jinên ku dengê wan xweş e divê xwe bi pêş bixin û amûrên muzîkê hîn bibin. Çand hebûna me ye bila em hebûna xwe winda nekin. Her wiha divê em çanda xwe her dem derbasî nifşên pêşerojê bikin da ku neyê windakirin. Armanca dijmin ew e ku di serî de çanda Kurdan tune û dejenere bike lê em ê tevahî êrîşên dijmin bi hembêzkirina çanda xwe vala derbixin."