Dîtina wênekêş û kamerayê
Wênekêş û kameraya ku di roja me ya îro de bûne yek ji amurên herî zêde tên xebitandin û pêdivî pê tên dîtin dîtin û xebitandina wan di merheleyên dîrokê de.
Wênekêş û kameraya ku di roja me ya îro de bûne yek ji amurên herî zêde tên xebitandin û pêdivî pê tên dîtin û xebitandina wan di merheleyên dîrokê de.
Navenda Nûçeyan - Mirovahî di tevahiya dîrokê de hewil daye ku bûyerên pê kêfxweş bûye an jê tirsiyaye yanî bi awayêkê pê bandor bûye xêz bike. Li gorê demê ew cihên ku li ser xêz kiriye guheriye. Destpêkê li ser diwarên şikeftan, piştre tiştên ku wan bi xwe çêkirine yên weke dîzik, cer, çerm, dar, ber, bi demê re li ser kaxizan, herî dawî jî li ser şaşeyan wêne wêne çêkirine û dane dîtin. Bi vê yekê armanc çi bûye em bi temamî nizanîn lê em dikarin bêjin ku xwestine ew tiştên dîtine bi kesên dîtir re jî par bikin û hebûna xwe biselmînin.
Di roja me ya îro de wêne û dîmen bi gelek amûrên cur be cur tên tomarkirin. Êdî her kes dixwaze ew kêliya ku dijî bike kêliyek heta hetayî bimîne. Ji ber vê jî di destê her kesî de kamerayeke wênekêşî heye ango kamerayeke tomarkirina dîmen heye. Bi taybetî telefonên smart ketine meriyetê û êdî li gel zarokek 3 salî jî kamera heye. Her kes dikare dîmenan tomar bike, kêliyên taybet bi hin kesan re tên tomar kirin.
Gelo em dixwazin hemû dîmenên me bên tomar kirin yan na? Di nav malan de, di jorên taybet de, di destşo û serşoyan de, li market, cilfroş, metro û taksiyan de li her derê kamera hene. Ev kamerayane em çi dikin me dibînin, dişopînîn, me tomar dikin. Ev etîke ango ji bo ewlekariya me baş e, yan jî êdî wateya jiyana me ji holê radike. Weke ku her tişt ji bo şopandin û dîtinêye. Başe nexwe, dîrokçeya Objektiv û kamera çawa ye û li ser pêwistiyek çawa hatine çêkirin? Her wiha Kamera îro ji bo çi tên bi kar anînn...
Fotograf...
Peyva fotograf Yunaniye. Di Zimanê Yunanî yê kevn de photos yanî (ronahî) û graphein jî (xêzkirin) e. Ev her du peyv anine gel hev û fotograf jêderxistine. Cara yekemîn ev peyv di nameyeke astronom John Fredecik W. Herschel de hateye dîtin.
Di Sala 1839’an de kameraya wênekêşî hatiye îcadkirin. Lê proto kamera Beriya Zayînê di sedsala 4’an de di xebata Arîstotales ya bi navê “Problem” de, di ceribandina “Kuna Derzî” de derket holê ku ev weke bingeha kamera dikare bê dîtin. Di odeyeke tarî de, dîmenên ku di kuneke piçûk de dihatin dîtin, weke proto kamera dikare bê binav kirin.
Di zimanê Latînî de ev cerîbandina Arîstotales; “Camera ango Ode, Obscura ango tarîtî” bingeha kameraya îro ya ku destê me de em bi kar tînîn ava kir. Li gorî hin çavkaniyan jî, ji bo avakarê vê şêwazê “Camera Obscura”, navê feylosofê Çînî Mozî tînin ser ziman. Di hin çavkaniyan de jî behsa zanyarekî Basrayê Ebû Elî El-Hesen Îbn-î Heytem tê kirin ku di navbera 1011 û 1021’de proto kamera çêkiriye. Lê îcadên wisa tu kes nikare beje ku bi destê yek kesê derketiye, piranî îcad di nava dîrokê de berhev dibin û dibin îcadên roja me ya îro. Ango mucîdên wan anonîmin.
Her tişt bi ronahiyê destpê kir...
Ya ku Arîsto û Mozî peyda kir Camera Obscura bû. Şêwaza karkirina Camera Obscura wiha ye; di odeyeke tarî de kuneke biçûk vedikin. Ronahiya ku di vê kunê de derbas dibe, di dîwarê odê de dîmîne ku ji derve diteyîse û li hindir bi awayekê sermeqlub xuya dike. Ev yek fikra fotografê ava dike.
Feylosofê Basrayî El Hesen jî heman fikir bi praktîkî pêşxist. Di sedsala dehemîn de mûm û perdeyekê bi kar anî. Demekê ev şêwaz bi kar anîn. Lê heta ku kamerayên em îro bi kar tinîn gelek dem, ked û fikir berhev bûn.
Di sedsala 15’an de Cesare Cesariano piştî vê jî Reiner Frisius şêwaza Camera Obscura, bi awayê zanîstî çawa ev rêbaz kardike lêkolîn kirin. Di sala 1545’an de jî zanistek fezayê Gemma Frisius cara yekemîn derbarê lêkolina li ser dimenê kuna derziyê pirtukek nivîsand. Navê pirtûkê De Radio Astronomica et Geometrica bû.
Fîzîkvan Girolamo Cardono bi vê ceribandinê pêngaveke mezin avêt. Êdî bi alikariya lênsên du alî dimênên hîn zelaltir girtin. Zanyar Johannes Kepler navê Camera Obscura bi lêv kir. Kepler gaveke pêşdetir li vê îcadê zêde kir. Kepler amûrek çêkir da ku mirov bikaribe li gel xwe bibe û bîne.
Di dema Ronesansê de hunermendan şeklên geometrîk û perspektîfên ku çêdîkîrin Camera Obscura disa anîn rojevê. Bi taybetî şêwazê xêzkirina Leonardo de Vîncî. Di sedsala 15’an de nirxandina De Vîncî rê nîşanî zanistvanan kir.
Odaya reş li gorî pêşketinên teknîkê her ku çû pêşketîtir dibû. Sala 1550’an Fîzîkvanek Mîlanoyê Cirolama Cardona ev kuna biçuk hinek din jî mezin kir û lensek di vê kunê de bicîh kir.
Zanyarê Venedîkî Daniele Barbaro di sala 1568’an de kunên cuda cuda bi kar anî her yek ji van jî mezinbûyîna van cuda bûn. Bi vê şewazê, ronahî kontrol kir. Sala 1636’an zanyarê Alman sê lens bi hev re bi kar anî û objektifek ava kir. Sala 1676’an jî zanyarek dîtir Johann Christoph Sturm bi sîstemekê li ser kaxizê fotograf xêzkir.
Di rêwîtiya fotografan de pêşketinên giring li ser hev çêdibûn, hin bûyer rê ji pêngavên mezin re vekir. kîmyagerek anatomîstê Almanî Johann Heinrich Schulze di şuşeyeke am de dît ku nîtrat zîv dema ku ronahî dibîne rengê wê reş dibe. Ev ji pêngavên dîtir re rê vekir. Vêcarî jî kîmyagerê Swisreyê cihê ku Schulze lê mabû rêvîtiya zanîstê berdewam kir. Carl Wilhelm Scheele jî dît ku tayfa ronahiyê pêla kurt a rengê van mor û şîn klorura xwe zûtur reş dike.
Pêşketina sîstema fotograf girtinê bi şoreşa pîşesaziyê ve leztir bû. Bi şoreşa Pîşesaziyê ve hemû jiyana mirovahiyê hat guhertin qada teknolojiyê, civak, pêyvendiyê û hwd...
Pêşketinên teknolojî û civakê hevdû bandor kir. Bi taybetî di sedsala 19’an de çînên navîn gelek bi hêz bûn û dixwastin xwe bê mirin bikin. Wêneyên xwe yên portre didan çêkirin. Wênegirên heyî vê daxwaza çîna navîn têr nedikir. Resam û mînyatûrîstên demê teknîkên xwe pêşxistin lê hê jî ev kêm bû. ji ber wê jî zanistên demê li gorê daxwazên çîna navîn û li gorê daxwazên konjoktura heyî, di pêşxistina fotografan de kedeke mezin dan.
Thomas Wedgwood porselen çêdikir. Dema ku wêneyê li ser porselena çêdikir rojek reş bi kar danî. Dixwast dimenê digre mayînde bike. Bi Hevalê xwe yê kîmyager Humphry Davy re li ser kaxiz û çerm wêneyê kêzikan digirtin. Lê ji ber sekna di cihê xwe de nikirabûn ew wêneyên dixwestin bi awayekî serkeftî werbigrin, ji ber wê jî zêde serkeftî nebûn. Lê di kar anîna ronahiyê de rê ji pêşketinekê re vekirin. Di sedsala 19’an de êdî îcadê kamera gelek pêşketîbû. Amûrekê çêkirbûn di navê de neynik û di pêşiya wê de jî objektif hebû.
Amûrê Wênekêşiyê di encama keda bi hezaran kesî de heta roja me ya îro hat. Hewildana dîmenek zelaltir û rengîntir her berdewam kir. Lê emrê Niepce têrî nekir ku ev daxwaza xwe pêk bîne, şopdarên wî tiştên kêm mabûn pêk anîn.
Yekem wêneyê mirovekê
Yekemîn Fotografê mirovekî di sala 1838’an de li Qada Temple ya bajarê Parîsê hate girtin. Qada Temple qadek gelek qalabalix bû. Lê dema poz girtinê 10 deqa zêdetîr bû ji ber wê jî tenê kesek ê pêlavan boyax dikir û ev kesê ku pêlava xwe dida boyax kirin derketin. Niepce ev wêne girt lê jiyana wî têrî nekir îcadê xwe pêşdetir bibe. Di serî de hevalê wî ya kar Louis Jacques Mandê Daguerre vala nesekînî û xebata wî pêşxist. Roja 19’ê tebaxa 1839’an, li Akademiya Zanistê ya Fransayê wiha ragihand; “birêzan xweza bi rêya ronahiyê li ser rûyê erdê hate xêzkirin.” Ev bangawaziya Akademiye Zanistê ya Fransa ji bo mêran bû ji ber ku di vê salonê de mêr li mêran guhdar dikirin.
Îcadek gelek gîrîng ji bo mirovahiyê hatibûn pêşxistin. Zanyar dixwastin mirovahî kêliyên dijîn ebedî bikin. Ew kêlî bê mirin be, bila bê bîra herkesî... Lê niha ev kamera ne bi tenê keliyên me bêdawî dikin. Di heman demê de me dişopînin, çavdêriya me dikin, me aciz dikin nahêlin em bi dil rehetî keliyên xwe bijîn. Êdî kamera di jiyanên me de cihek pir mezin digire.
Ji bo cur be cur mebestan kamera tê bi kar anîn. Hin kes keliyên xwe najîn, ji bo ku keliyên xwe bi hin kesên dîtir re par bikin her keliyên xwe di medyaya mecazî de par dikin. Êdî ji bo dîtînê dijîn. Wateya jiyanê hêdî hêdî êdî tenê ji bo ditinêye.
George Eastman xwediyê Şîrketa Kodak di Sala 1852’an de makîneya wênekeşiyê ya 10 poz digre li bazarê erz kir. Ev makîneya wêne girtinê, barê wênekêşan sivik kir. Ji ber amûrên wêne kêşanê kêm kir. Wênekêş wêneyên xwe dikişandin, piştre ji kargeha Kodak re dişandin, kaxizê fîlm û jelatîn cuda dikirin, li ser camekê bicîh dikirin piştre dîsa li makîneya wênekêşiyê fîlm bar dikirin û didan wênekeşan.
Di sala 1870’an de Herman Vogel di şuştina fîlman de hin cudahî dît, ji bo hesasiyeta wêneyan zêdetir bikin. Beriya sala 1880’an makîneyên hatibûn çêkirin hişyarbûyîna wan a rengê sor hebû. Navê van fîlman ortokomatîke. Piştî sala 1880’an fîlmê pankromatîk peyda kirin. Her ku çû dîtîna objektifan û hişyariya fîlman zêdetir bû. Ev jî kaliteya wêneyan bilindtir kir.
Sala 1888’an şirketa Kodak şiara, ji bo pêl bişkokê bikin, yên din jî bihelîn dest bi reklama makîneya wênekaşanê kir. Êdî ew makîneya wêneyan li gor berî hêsantir bû. Gelek kesan ev makîneya wênekeşanê kirîn. Êdî 100 fîlm di nav makîneya wênekeşanê de hatin dîtin.
Wêneyên şer
Cara yekemîn di sala 1846’an de wêneyê şer hate kişandin. Di şerê navbera Meksika û Amerîka de hin wêne hatibûn girtin. Lê Roger Fenton û alikarên wî tenê ji bo wênekêşanê beşdarî şerê Qirimê bûn û 3 hezar û 605 wêne girtin. Li Pêşangehekê hatin pîşandan. Albuma wan wêneyan hate amadekirin. Hin kesên ditîr jî şerê Qirimê kişandine lê derbarê van wêneyan de zêde dane nîne.
Makîneya wêne girtinê, di dîroka dîmen girtinê de rê ji pêşketinên mezin re vekir. Her roj bi mîlyaran fotograf tên girtin. Hin kamera hene di nava kêliyan de bi dehan fotograf digrin. Ji bo çi, çawa û çima tên girtin. Gelek kes hene ji bo ku keliyên xwe bi kesên ditir re par bikin ji zinaran ketin, hin kes pêrgî êrîşê ajalên dirinde hatin.