Dika herî mezin a Ewropayê perdeyên xwe ji bo ‘Hêza jinên Şengalê’ vedike

Dika salona Zurih a Schausspielhaus a herî mezin a Ewropayê ku têd e sema, opera û şanî tên nîşandan, vê carê wê ji bo lîstika bi navê ‘Hêza jinên Şengalê’ ku mijara têkoşîna jinên Şengalê girt dest dê were vekirin.

Navenda Nûçeyan- Wê lîstika bi navê ‘Hêza jinên Şengalê’ ku behsa jinên şoreşger li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin kirine, wê li salona herî mezin a Îsvîçre Zurîhê Schausspielhaus derbikeve pêşberî temaşevanên xwe.

Bi hevkariya koma şano ya Volksbuhne Basel û Medico International Îsvîçre, lîstika ku wê di 3’ê Gulanê de were pêşandan, behsa mijara civaka Êzidî li ser bermahiyên şer çawa ku modela civakeke nû ava kiriye, paradîgmaya azadiya jinan çawa xistiye meriyetê û rizgariya gelekî dike.

Lîstik li Îsvîçreyê heta niha 35 caran lîstiye. Dahata ku wê ji pêşandana dawî were wê ji bo erdhejzedeyan were bi karanîn.