Di Rojên Ma Muzîkê de dê zarok bi zimanê dayika xwe stranan bibêjin

5’emîn Rojên Ma Muzîkê yên her havînê dest pê dikin îsal bi şiara “Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin” dest pê dikin. Di sê rojên şahiyê de dê zarok bi zimanê xwe stranan bibêjin.

Amed- Konservatuara Aram Tîgran a giredayî Şaredariya Yenîşehîrê ku ji bo zarokan perwerdeya muzîk û ziman dida, 2016’an de bi avêtina qeyûman hat girtin. Mamoste û şagirtên Konservatuara Aram Tîgran di 4’ê Adara 2017’an de, bi felsefeya “Ji bo her kesê muzîk, li her derê muzîk” Akademiya Ma Musîc ava kirin. 

Di bi banê akademiyê de, beşên Orkestraya Rîtmên Xwezayê, Orkestraya Ma Muzîkê, Akademiya Ma Dengbêj a ku tenê ji jinan pêk tê û Ma Zarok a ku zarokên di navbera 0-5 salî de di warê rîtîm û deng de perwerde dikir hatin vekirin. Ji roja ku hatiye avakirin heta niha li akademiyê bi sedan zarok perwerdeya muzîkê dibînin. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe stranan dibêjin û hînê lêdana enstrumanan dibin, dema ku heta temenê ciwaniyê bimînin ew bi xwe dibin perwerdekar.

Rojên Ma Musîcê 7’ê Hezîranê dest pê dikin

Komên Ma Muzîkê yên ku li gelek welatan konser dane û gelek hatine ecibandin, ji bo “Rojên Ma Muzîkê” îsal jî amadekariya xwe didomînin. Çalakî dê 7’ê Hezîranê bi şiara “Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin dest pê bike û heta 11’ê Hezîranê bidome. Ji bo çalakiyê gelek prova tên kirin û dê îsal zarokên stranbê jî di dîwanê de cihê xwe bigrin.

‘Dê tenê zarok derkevin ser dikê’

Perwerdekara Ma Muzîkê û endama Jin Ma  Evîn Tiryakî, behsa amadekariya “5’emîn Rojên Ma Muzîkê” kir. Evîn Tiryakî diyar kir ku dê di çalakiyan de tenê zarok derkevin ser dikê û got ku dê 3 roj bidomin.

‘Armanca me valaderxistina asîmîlasyonê ye’

Evîn Tiryakî da zanîn ku ew bi xebatên xwe yên bi salan e didomînin balê dikşînin ser girîngiya ziman û çanda Kurdî û got ku armanca wan a sereke ew e ku zimanê Kurdî biparêzin û polîtîkayên asîmîlasyonê vala derbixin. Evîn Tiryakî got ku wan bi şiara “Em ê zarokê vî welatî bê muzîk nehêlin” dest bi kar kirine dê xebatên xwe bidomînin û wiha got:

“Em dixwazin bi ziman, çand û hunera xwe bijîn û bi cîhanê bidin nasîn. Niha hem li ser ziman, hem çanda me polîtîkayên qirêj tên kirin. Ji bo ku ziman û çanda me tune nebe em xebatên xwe didomînin. Li her warî polîtîkayên asîmîlasyonê hene. Em bi xebatên xwe yên salan, balê dikşînin ser vê yekê. Em hunermendên navdar ên Kurd bi zarok û ciwanên xwe didin nasîn. Zarokên ku tên vê derê, Ayşe Şan û Şakiro nas dikin, hînî stranên wan dibin. Her wiha hem di warê deng de hem jî enstrumanê de xwe bi pêş dixin.”

Banga beşdariya şahiyên muzîkê

Evîn Tiryakî banga tevlîbûna çalakiyên ku dê li dar bixin kir û got, “Ez hemû gelê Amedê dawetî çalakiya ku em ê li dar bixin ev der mala me hemûyan e. Zarokên me 3 rojan wê bi zimanê xwe yê zikmakî stranê xwe û jêhatîbûna xwe li ser dikê nîşan bidin.”