Di Rojên Filistînê yên Çandî de Leyla Xalid û Necwa El-Necar xelat girtin

Di çarçoveya çalakiyên mîhrîcanê de Koma Weqfa Beyt Etfal El-Somûd ku nêzî 50 muzîkjenên jin û mêr tê de beşdar bûn, muzîkên neteweyî û rojavayî pêşkêş kirin. Têkildarî beşdarbûna komê di Rojên Filistînê yên Çandî de, xebatkara civakî ya Weqfa Beyt Etfal El-Samûd a ji kampa Burc El-Şemalî, Amal Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Di nava du şevan de, Şanoya Neteweyî ya Lubnanê, ya ku bi navê Şanoya Îstanbolê tê naskirin, di çarçoveya çalakiyên çaremîn rûniştina rojên Filistînê yên çandî de ku ji aliyê Komeleya Tiro ya Hunerî ve tê organîzekirin de, hunerên curbecur pêşkêş kirin.
Berpirsa îdarî ya Komeleya Tiro Behiya Zeyat, ji ajansa me re behsa çalakiyên festîvalê kir û bal kişand ser pêşandanên taybet ên ku şanoyê di roja yekem de dîtibûn. Di nav de lîstina çîrokbêj û pêşandana koma Kuffiye ya kampa Eyn El-Hilwe jî heye. Tê zanîn ku kamp roja Şemiyê rastî aloziyan hat lê ev yek nebû astengî ku kom beşdarî festîvalê bibe. Ew amaje bi wê yekê dike ku çîrokbêj çîroka jineke Filistînî ya xwediyê 12 zarok û neviyan bû, mala wê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve çend caran hatiye hilweşandin, vedibêje.
Behiya Zeyat got: "Festîvalê çalakvan Leyla Xalid, derhêner û lîstikvan Mihemed Bakrî, derhêner Nejwa Necar, derhêner Anne Marie Jacir, lîstikvan û derhêner Adib Cehşan xelat kir. Her wiha Şanoya Azadî li Jenînê ku ji aliyê girtiyê bi navê Zakaria Al-Zubeydî ve hatiye damezrandin, hat xelatkirin. Ev celeb festîval dibe alîkar ku rêgezên nifşê ciwan ji balkişandina ser qehwexane, nargîle û ajotina wesayîdan, ber bi riya rast, a ku ber bi çand û hunerê ve diçe bibe.”
"Armanca me zindîkirina mîrat û çanda Filistînê ye"
 Di çarçoveya çalakiyên mîhrîcanê de Koma Weqfa Beyt Etfal El-Somûd ku nêzî 50 muzîkjenên jin û mêr tê de beşdar bûn, muzîkên neteweyî û rojavayî pêşkêş kirin. Têkildarî beşdarbûna komê di Rojên Filistînê yên Çandî de, xebatkara civakî ya Weqfa Beyt Etfal El-Samûd a ji kampa Burc El-Şemalî, Amal Îbrahîm ji ajansa me re wiha got: "Beşdarbûna me di rojên çandî yên Filistînê de ji bo me, zarok û xwendekarên muzîkê, beşdariyeke girîng e, bi taybetî di festîvaleke ku doza Filistînê pêk tîne. Ji ber ku armanca sereke ya komê pêşxistina hesta niştimanperwerî û vejandina çanda Filistînî ye bi riya beşdariya di festîval û şahiyan û pêşkêşkirina mîrata Filistînê ku me di hin muzîkê de pêşkêş kir.”
Her wiha bal kişand ku orkestraya beşdarî festîvalê bû, ji kesên temenê wan ji neh salî heta hejdeh salî pêk dihat.
Yek ji endamên Koma Zarokan a El-Somûd, Selena Silêman a 13 salî ku li amûra çelloyê dixe, li ser beşdarbûna xwe di Rojên Filistînê yên Çandî de wiha dibêje: "Ez îro li Şanoya Stenbolê bi komê re lîstim. Ez bi vê serpêhatiyê ku li ser sehneyê rawestiyam gelek kêfxweş bûm. Me gelek stran pêşkêş kirin, wekî "Hilalalaya", "Eyoonha", "Al-Rozana", "Bilachau.
“Tunela Azadiyê ronî dibe ser tiştên ku gelê Filistînê tê re derbas dibe”
Ciwanên keç û xort bi îlhama reva 6 girtiyên Filistînê (Zekeriya El-Zubeydî, Mehmûd El-Ardah, Mihemed El-Ardah, Yaqûb Qadrî, Ayham Kemancî û Nafeat) ji zindanên Îsraîlê di Îlona borî de, şanoya "Tunela Azadiyê" pêşkêş kirin. Her yek ji beşdarên xebata şanoyê yek ji wan karakteran pêşkêş kir, jina ciwan a Filistînî ya bi navê Xîna Îsmaîl ku li kampa El-Bass a bajarê Tirê rûdine, kesayetiya girtiyê Mehmûd El-Ardah girtiye ser xwe û behsa beşdarbûna xwe di vê şanoyê de dike û dibêje: "Me di festîvalê de her tiştê girêdayî mîrateya Filistînê pêşkêş kir.  Lê der barê şanoyê de, me çîroka şeş girtiyan, Tunela Azadiyê bi cih kir. Di vê şanoyê de qala çîroka 6 girtiyan, xeyalên wan û armanca wan a azadiyê tê kirin. Min kerekterê Mahmûd El-Ardah ciwanê Filistînî ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve tevî ciwanên din hatibû girtin, pêşkêş kir.” 
Der barê armanca vê xebata şanoyê de jî dibêje: "Şanoya Tunela Azadiyê armanca xwe ew e ku ronî bibe ser tiştên li Filistînê diqewimin ku gelê Filistînê di destdirêjî û binçavkirinê re derbas dibe. Her wiha ji bo ku nifşê nû tenê bi malperên tora civakî re eleqedar dibe haya wan jê hebe ku çi li Filistînê diqewime, yanî me hewl da ku em dengê xwe bi riya şanoyê ragihînin.”
"Pandemî rastiya reş a Lubnanê pêk tîne"
Di roja duyemîn a festîvalê de promiyera fîlma "Pandemî" ku Qasim Îstanbulî lîstikvan û derhêneriya wê kiribû hat pêşandan. Bi riya fîlmê rastiya ku ew li Lubnanê dijî bi hemû êş û azarên wê yên ji krîzên aborî, jîngehî û civakî, heya rastiya epîdemîolojîk, vedibêje. Der barê Festîvala Rojên Filistînê de ji ajansa me re wiha got: "Mihrîcan di navbera salên 2015-2019'an de 3 salan rawestiya, piştre me dewreyên jêrîn bi dawî kirin û li vir em di çarçoveya çalakiya rûniştina çaremîn de ne. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tişta nû ya îsal hebûna teknolojiya ragihandinê ya virtual bi rêzdaran re ye ku ji ber girîngiya xebat û tekoşîna wan hatine hilbijartin û wiha got: "Me îsal biryar da ku em cejna hunermendên jiyana xwe ji dest dane ne pîroz bikin. Ji bo xebat û têkoşîna wan a ji bo doza Filistînê û bi giştî ji hunerê re spaskirina wan xweş e.”
Qasim Îstanbulî behsa fîlma pandemîk dike û dibêje: "Fîlm reş e lê behsa rastiya Lubnanê dike, hin kes hene bi rastî di nav qirêjiyê de dijîn, wekî ku me di fîlm de nîşan da. Mirovên ku li kolanan hatine hiştin û ji bo jiyanê têdikoşin hene, ya ku em li Lubnanê dikin ev e. Fîlm bi pirsa, "Piştre çi? û çareserî çi ye? bi dawî dibe.