Di nav salê de jin rûxmê êrişan ji bo parastina çandê têkoşiyan

Endama Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Çolaq xebatên xwe yên salekê nirxand û destnîşan kir ku ew sal bi sal karê xwe baştir dikin û dibin nasname ji bo jinên xwedî huner.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku rojane bi êriş û gefên dewleta Tirk re rû bi rû ye jin di qada hûnerê de li refên pêş têdikoşin. Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo parastina çand û hûnera li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk têkoşînê dide, di nav salê de jî rûxmê êrişan têkoşîna xwe ya di qada çandê de domand. Endama Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Çolak xebatên tevgerê yên salekê ji ajansa me re nirxand.

 ‘Rûxmê êrişan xebat berdewam kirin’

Mizgîn Çolaq di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên ku sala 2023’an li pêşiya Tevgera Hîlala Zêrîn çêbûn û got: “Kar û xebatên jinan ên Hîlala Zêrîn li ser rêgeza ku çand hebûn û nasname ye, tên meşandin. Xebatên me yên çandî û hunerî yên salekê heta astekê baş bûn. Dibe ku ne li gorî me dixwest pir baş bûn, ew jî ji ber rewşa herêmê ya ne aram e, ji ber sedema şerên berdewam. Tevî vê yekê, çalakî û xebatan berdewam kirin.”

Parastina çandê

Mizgîn Çolaq teqez kir ku ew çandê diparêzin û wiha berdewam kir: “Her dem em hewl didin xwedî li çanda dayika xwedawend derkevin, çanda ku rastî êrîşan tê, dijmin dixwazin çanda me tune bikin. Em çanda xwe bi taybetî bi riya nifşên nû zindî dikin û ji êrîşan diparêzin. Bêguman çand girîng e, exlaq û kevneşopiyên me yên bi nirx e, em vê yekê bi awayekî cidî digrin dest û pê jî sîstema kapîtalîst a ku civaka me disepîne, ji nav xwe derdixin.”

Di nav salê de xebatên girîng hatin meşandin

Mizgîn Çolak anî ziman ku ew di nav salê de di rojên girîng ên mîna 8’ê Adarê, Newrozê û hwd din de komîteyên taybet avakirine û xebatên xwe meşandine, destnîşan kir ku di çalakiyên li dijî êriş û dagirkeriyê yê di nav salê de hatine meşandin de jî bûne xwedî rolekî girîng. Mizgîn Çolak bilêv kir ku di çarçoveya guherandina hişmendiyê û pêşxistina çandê de, di nav salê de semîner dane û xebat hatine meşandin û got bi armanca pêşxistina jinan di warê bîrdozî de, perwerde li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine lidarxistin. Mizgin Çolak da zanîn ew weke tevger di Festîvala Orkêş a Muzîkê de 5 komên xweser ên jinan beşdar bûn û di Festîvala Şanoyê ya Şehîd Yekta de 2 komên xweser beşdar bûne û bi tevlibûna 6 komên xweser beşdarî festîvala govendê bûne. Mizgin Çolak da zanîn ku ew li Rojavayê Kurdistanê û hem jî Başûrê Kurdistanê beşdarî pêşangehên wêneyan û festîvalên wêje û hunerê bûne. Her wiha destnîşan kir ku di nav salekê de klîpên cûda hatin kişandin ku yek ji wan klîpeke taybet e ji bo jinan, ew ê di demeke nêz de derkeve.

‘Hîlala Zêrîn ji bo jinên hunermend nasname ye’

Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku Teverga Hîlala Zêrîn ji bo jinên hunermend nasnameyek e loma ew dixwazin li hemû jinên hunermend xwedî derkevin û wiha bi dawî kir: “Jinên ku ne endam in di tevgera Hîlala Zêrîn de jî xwedî girîngiyek in ji bo me, ji ber vê yekê jî em wan beşdarî çalakiyan dikin û kêfxweş dibin bi vexwendina wan ji bo kar û xebatên ku tên meşandin. Her çiqas me xebat dabin meşandin jî dîsa em dibînin ku kêm e û gerek hîn zêdetir bin. Em derbasî sala nû dibin, pê re erkên me girantir dibin. Em ê girîngî bidin têkiliyan û hewl bidin xwe bigihîjînin hemû jin û ciwanan.”