Di Cejna Batizmî de sira çêbûna gerdûnê û felsefeya jiyanê

Di çand û baweriya Êzidayetiyê de her cejnek, xwe dispêre dîroka mirovahiyê ya bi hezar salan ku li ser vê xaka qedîm a Rojhilata Navîn hatiye jiyîn. Cejna Pîrê Arî (Batizmî) yek ji kevintirîn cejnan e di nava rê û resma Êzidayetiyê de.

ZEHRA ŞENGALÎ

Şengal-Di her rê û resmeke çandî, bawerî û olî de sirên felsefeya jiyana bi wate û çêbûna gerdûnê heye. Li pişt her cejnê heqîqeteke civakî heye, li pişt her heqîqeteke civakî jî evîna jiyana azad, wekhev heye. Cejna Pîrê Arî (Batizmî) yek ji kevintirîn cejnan e di nava rê û resma Êzidayetiyê de. Cejna Pîrê Arî 7 rojan berdewam dike. Di her rojeke wê de taybetmendiyên cihêreng û ji hev cihê hene.

‘Di 7 rojan de çêbûna gerdûnê temam bûye’

Cejna Pîrê Arî (Batizmî) her sal li gorî kevneşopiya wê, ji aliyê civaka Êzidî ve tê pîrozkirin. Ev cejn bi taybetî ji aliyê eşîra Çêlkan ve tê pîrozkirin. Cejn dikeve hefteya dawiya salê û heta sal nû dibe, berdewam dike. Li gorî bawerî û kevneşopiya civakî ya Êzidiyan ev cejn wek temamkirina çêbûna gerdûnê tê pîrozkirin. Taybetmendiya her rojeke Cejna Pîrê Arî ji hev cuda ye lê taybetmendiya vê cejnê, di her rojek wê de veşartiye.

Dayika bi navê Meyan Hiço ku ew bi xwe jî ji eşîra Çêlka ye û her sal di hatina cejnê de bi kedeke mezin û bi wateyan barkirî pêşwazî cejna Pîrê Arî (Batizmî) dike ji me re behsa wateya her 7 rojên Cejnê kir û wiha got; “Em ji vê cejnê re dibêjin cejna Pîrê Arî ango Batizma Pîrê Arî. Roja berî cejn dest pê bike ango roja şemiyê Pîrê wan hevîrtirş digerîne. Roja yekşemê ango roja cejn dest pê dike jî hevîrtirş digerîne, ger mirîdê wê dûr bin di herdu rojan de hevîrtirş digerînin. Lê ger murîd nêzîk be roja yekşemê tenê digerînin. Ew jî piştre hevîrtirşê xwe li pîr vedigerînin. Bi vê rengî cejna pîrê Arî dest pê dike.

Roja yekşemê roja Paqijiyê (cilşûştinê) ye. Roja duşem, sêşem û çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja sêyem ango çarşemê rojî heta nîvroyê tê girtin. Piştî nîvroyê pîrozbahiya cejnê dest pê dike. Roja çarşemê piştî nîvroyê her malbat sewalek serjê dike. Di heman demê de her malbatek serbirekî taybet ji bo “Pariyan” serjê dike. Piştî sewalek hat serjêkirin bi rengekî 7 hestî tê veqedandin û ji wê re “Parî” tê gotin. Li gorî baweriyê dema ‘serbir’ tê serjêkirin, pêwîste ev 7 hestî neyên şikandin û heta roja Şevberatê (şeva ku her kes divê hesta sibehê şiyar bimîne) tê parastin, jê nayê xwarin.

‘Li ser nanê sewika tîrêjên rojê û 12 nexş hene’

Dayê Meyan Hiço wiha behsa taybetmendiyên vê cejnê dike: “Yek ji taybetmendiya vê cejnê çêkirina ew nanê taybet ê bi navê “Sewik” e. Sewik bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Her malbat diçe mala Pîr û hevîrtirş tîne. Li ser Sewikan 12 nexşên ku temsîla 12 mehên salê dikin, tên çêkirin.  Jin bi rengekî li hev kom dibin û bi hev re Sewikan çêdikin. Jinên ji her temenî ji bo xulmatê ji sihabê xwe re bikin û daxwazên wan bi cih werin Sewikan çêdikin. Çêkirina Sewika ji danê sibehê dest pê dike û heta ber bi êvarê berdewam dike. Piştî rojî diqedin û cejn dest pê dike çêkirina Sewika dest pê dike. Sewik ne tenê rojekê tên çêkirin. Heta roja dawî ya cejnê tên çêkirin û belavkirin. Hemû kesê serdana malê bike divê Sewikan bixwe.’

‘Yek ji pîroziya cejnê ‘Xwera Pîrê Arî’ ye’

Dayê Meyan anî ziman ku êdî roja Pêncşemê malbat pêşwaziya mêvanan dikin û wiha berdewam kir; “Her mêvanek divê ji goşt û sewikên malê bixwe. Heman rojê piştî nîvroyê jî malbat “Xwera” tînin malê. Xwera jî bi taybetî ji bo Cejna Batîzmê ye. Xwera ji aliyê Micêwirên ji Eşîra Çêlka ve tê amadekirin û ji ardê ceh, kuncî û hêkên mirîşkan tê çêkirin. Ew tişta herî pîroz a cejnê ye û jê re dibêjin,“Xwerê Pîrê Arî.” Xewra ji aliyê dayika herî bi temen a di malê de tê girtin. Xwera di nav tûrikekî taybet de tê bi cih kirin. Hemû kesê ku di pêşwaziya wê tûrikê Xwera de be wiya maçî dikin û duayê xwe dike. Ew Tûrikê Xwera di destê dayikê de heta nava malê tê rakirin û li cihê find bê pêxistin tê danîn. Xwera, Mewîj û Dezîkê Sor û Spî di heman sêniyê de tên danîn. Her ferdeke malê û her mêvan Xwera ziyaret dike. Wek xêr pere datîne ser maseyê. Lê pere dayîn ne ferz e. Find bi fitîla taybet a hatiye çêkirin tên pêxistin. Hemû kesên amade dibin ji bo hêvî û daxwazên wan bi cih werin ji dayika find pêxistî dixwazin ji bo wê findekê pêbixe.”

‘Êvara ‘Şevberat’ heta sibehê şiyar dimînin’

Dayê Meyan Hiço ji bo êvara “Şevberat” anî ziman ku ew şev, yek ji şeva herî girîng a cejnê ye û wiha got; “Di şeva Şevberatê de kesê dixwaze Şevberat digre û heta sibehê şiyar dimîne. Yên bikaribin Şevberatê bigrin digrin. Xelk Şevberatê bi hefle, şahî û kêfxweşiyê derbas dike. Di dema berê de kalik çêdikirin. Ew kalik eyarê ajalê ku serjê dikirin li ber xwe dikir. Komik dida serê xwe bi gopalekê li nav malan digeriya. Ew kalik bê destûr diket her malê, min bi xwe jî dîtiye dema ku ji nişkêve diket malan gelek kes jê ditirsiya. Şevberat heta sibehê bi kêf û xweşî ye.

Roja Înê malbat radizên û mêvan naçin malan. Roja Şemiyê dîsa malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Roja dawî ya cejnê yekşem e. Di berbanga sibehê de, beriya ku roj derkeve, em taştêya “Şêşims” amade dikin û ji ser û piyên Serbirê pêk tê dûre jî li malên derdora xwe belav dikin. Roja Yekşemê piştî taştêya Şêşims tê belavkirin, malbat dezî amade dikin. Dezî ji pembû ye, pir zirav e. Tayekî deziyê sor û tayekî spî li hev tê hûnandin. Her kes hêviyekê di dilê xwe de çêdike û dezî wisa dike destê xwe yê rastê yan jî stuyê xwe, li gorî baweriyê eger di nava salê de qetiya, hêviya wê/wî pêk tê, piştî dezî hat belavkirin cejn nîvrojê bi dawî dibe û xwera tê rakirin. Bi vî awayî cejn bi dawî dibe.’