Derhînera Cezayîrî Bekra êşa jinan di fîlimê "She"de vedibêje

Fîlmê "Hiye" an "she" bi Latînî, ji hêla derhênera Cezayîrî Bekra Tûnisî ve, çîroka jineke ciwan, dinirxîne.

NECWA RAHİM
Cezayir – Fîlmê ku di heyva yekem a îsal de hate pêşandan, şîdet û neheqiya ku jin di civakê û li nava malbatê û heta li kolanan dikşîne, bi rengekî semiyolojîk (zanisteke ku karanîna nîşanan dixwîne) rewşa jinan di civakeke girtî de vedibêje. Her wiha qalibê ku piraniya jinan li Cezayîr û Rojhilata Navîn êşê jê dikşînin destnîşan kir. 
Bekra Tûnisî ji ajansa me re wiha got: "Bi saya vî karî min xwest wêneyeke qismî ya neheqî û êşan  bigihînim wergirê her du zayendan, çi jin be an mêr be."
Fîlim di pêşbaziya fermî ya lîsteya kurtefîlman li Festîvala Fîlman a Cannesê de hate hilbijartin. 
Bekra da zanîn ku wê navê Hiye ji bo vî fîlmî hilbijartiye, ji ber ku êşa hemû jinan bi kurtahî vedibêje û ew dikare bibe çîrokek êş û azara her jinên cîhanê. Her wiha destnîşan kir ku fîlmên sînematîkî ji jinên Cezayîrî re navgîne ku dengên xwe ragihînin û êşên xwe yên rojane raber bikin.
Fîlimê ku dirêjahiya wê 7 deqan derbas nake, lê kişandin û montaja wê hefteyekê domand. Her wiha ekîbek ji ciwanên parêzgeha Tebsa rojhilatê Cezayîr, beşdarî vî fîlmî bûn.
Fîlimê "she" di krediya derhêner Bekra de fîlimê çaremîn e.
Di heman demê de Bekra li bendê ye ku fîlimên din ên mijarên tevlîhev, çîrokên jinên ku ji ber şîdetê pir bandor li wan hatiye û rewşa wan a lawaz di civaka herêmî de parve bike, çêbike.